Dagirkerên me niha di nava lîstikek nû de ne!!!

Ji ber ku niha gelek ji misilman û oldarên kurd jî ketine nava wê çalakiyê û mesele xwe ya neteweyî dayê paş. Rêxisin û partiyên me, rewşenbîr û ronakbîrên me, nivîskar û welatparêzin me, bi gelemperî di vê mijarê de bê deng in. Ketina rewşa ”bila marê bi min venede hezar salî bijî”.

Bube Eser

08.06.2019, Cts | 14:37

Dagirkerên me niha di nava lîstikek nû de ne!!!
Nêrîn Belav bike

Bi qasî dixwînim, dişopînim û dizanim,niha dagirker di nava haziriyek û çalakiyên mezin de ku bi rêya ola îslamê ango bi rêya mislmantiyê doza kurd û kurdistanê têk bibin. Divê kurd di vî warî de şiyar bin.

Ji ber ku niha gelek ji misilman û oldarên kurd jî ketine nava wê çalakiyê û mesele xwe ya neteweyî dayê paş. Rêxisin û partiyên me, rewşenbîr û ronakbîrên me, nivîskar û welatparêzin me, bi gelemperî di vê mijarê de bê deng in. Ketina rewşa ”bila marê bi min venede hezar salî bijî”.

Lê fêm nakin û nizanin ku wê rojekê ew mar bi wan jî vede. Heger tu ji niha de nebe xwediyê xwe û li hember vê rewşa nû ku dagirkerên me li ser navê misilmantiyê kurdan dixapînin û wan dikin dijminê gelê wan, ne şiyar bî, sibê tê nikaribe tiştekî bike.

Helbet baweriya olî û bi karaîna wê du tiştên ji hev cûda ne. Divê mirov bizanibe ku li vê cîhanê her mirov, civat û qewm ji olekê ji dînekî bawer in. Lewra divê mirov ji baweriya herkesan re hurmet bigire.

Hurmet girtin heta ku ew ol ango dîn li dij neteweya te dernekeve, hebûnên te, weke tu bawer dike qebûl bike û bi darê zorê bi hukmê kuştinê ya xwe bi te neda qenûlkirinê, divê hurmeta wê bê girtin.

Ji ber ku baweriya olî tiştekî weha ku tu nikare, li gor dîtina xwe, li gor bawriya xwe bi oldaran re bikeve munaqeşeyê. Ji bona wan bihuşt û 70 horî girîng û ji bona xwe bighêjînin wê ji bona wan her tişt mubah e. Ango rast û durust e.

Lewra jî dema em li dîroka xwe, li dîroka gelê xwe dinêrin em dibînin ku dagirkerên me ji bona me kurdan weke kole û xulamên xwe bihêlin her car, her gav û her tim ol bi karanîne. Bi rêya vê olê Kurdistan wêran û gelê me jî qir kirine.

Her çiqasî demekê ev kar dane sosyalîzmê û xwestin bi rêya wê fikrê, wê îdeoliyê jî kurdan bindest bihêlin û bikin xulamên xwe. Lê sosyalîzm di demeke dirêj de bi serneketin û ew sazîman têk çû.

Ji ber vêye ku niha dagirkerên me dîsa dest avêtin ola îslamê û li ser navê wê dixwazin ji nû de bikevin nava çalakiyên tunekirina kurdan û wêrankirina welatên wan.

Daxwaz û helwest divê ew be ku kurdên misilman û oldarên dînê îslamê vê bizanibin û fêm bikin ku tim dagirkerên me ol ji bona hedef û armancên xwe bi kar anîne.

Niha dîsa ketine nava tevgera bi rêya îslamê ango olî kurdan bikin dijminên hev, ji bona kurdistaneke azad û serbixwe pêk neyê wê olê bi kar bînin, tînin û anîne.

Bawerî tiştekî xwe zayî ye, kî/ê ji çi bawer bike ew heqê wî/ê ye. Lê ne heqê tu kesan e ku baweriya xwe ji bona têkbirina kurdan û nebiserketina wan bi karbîne.

Niha dagirkerên me tiştên dixwazin bikin ev e. Yanî bi rêya olî li ser navê îslamê kurdan û berjewendiyên wan tune bikin.

Dema em vê dibêjin; Ji ber vê sedemê ye. Ya na kî kîjan olê, dînî diparêzin bi kêfa xwe ne. Divê oldarên me vê fêm bikin ku di destê Erdogan, Mollayên Îranê û Esad de tim qurana pîroz heye, wê rê xelkê didin û li gor hin ayet an suretên wê qirkirina gelê me dikin. Enfal yek ji wan e. Herroj bi darvekirina kurdan li Iran jî yek ji wan e…

Bala xwe bidinê tim meş û xwe pêşandanên ji bona Kudusê li bajarê kurdan li Diyarbekirê pêk tînin û bi sed hezaran kurdan beşdarî nava vê dikin. Ji bona Kurdusê qirik û gewriyê li xwe perçe dikin. Lê ji bona kuştin û wêrankirina kurdan û kurdistanê dengekî bi tenê jî kurdên oldar dernakev e. Ji xwe ez behsa yên dagirkeran nakim.

Lê ji bona wêrankirina welatê, xwe ji bona kuştin û qetilkirina brayê xwe deng ji yek misilmanê ji dînê îslamê bawere dernekev e.Bi serde jî dewletên dostaniya kurdan dikin, dixwazin wan bikin dijminê gelê me.

Dema rewş ev be,divê tu bizanibe ku dagirkerên me li ser karên ku bi vê rêyê kurdan berra ber hev bidin. Ew dibînin ku Kurdistaneke serbixwe li ser rê ye. Ew bixwazin, nexwazin jî dê ev ê bibe. Ji bona ev nebe jî çi ji wan tê kirine û wê bikin.

Daxwaza min ev e ku em kurd hemî li gel hev bi awayek maqûl, bê ku em dijminatiya hev bikin, di vî warî de şiyar bikin. Kî/ê li ser kîjan olê ango dînî bin, divê em hevdu weha qebûl bikin.

Ji birayê xwe yên misilman re dibêjim; niha xetereke mezin li pêş me ye. Dagirkerên me bi hemî hêza xwe û bi rêya olî dixwazin li hember berjewendiyên kurdan rawestin. Heger em bi hevre di vî warî de şiyar bin em ê bi hevre welatê xwe û serxwebûna başûrê kurdistanê biparêzin.

Ji ber ku heta kurd nebin dewlet wê her kolê xelkê bin. Ji bona em ji koletiyê xilas bibin, li ser me her kurdekî ferze ku ji bona başûrê kurdistanê bibe dewleteke kurdî ya serbixwe divê em li hember lîstkên dagirkeran şiyar bin.

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
3361 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:45:59

Bube Eser

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Di siyasetê de salmezin!!! Pêşîvekirina tevgera Bakurê Kurdistanê divê çawa be??? GAZÎ Û HAWAR E Heger ez bibim desthilat!!! Di nêz de Selahattin dikin serokê Kurdan!!! Dem dema yekitiya PDKyiyan li bakurê Kurdistanê ye!!! Gelo heta kengî ev mejî??? Hêviyên me û HAK-PARek çawa??? Mejiyê ku hatibe dagirkirin Serketin çawa dê pêk bê??? De werin em li hev vegerin û dest bidin hev… Doza Miletekî Çawa Bi Serdikeve??? PAK û TDK Xebat ne bi gotinê bi kirinê dibe!!! HAK-PARê pîroz dikim!!! Çıma HAK-PAR Yekıtıyê Naxwazî(!) Barzaniyê Mezın Çı Da Me Kurdan? Helwesta PSK ê ne helwesteke rast e Kurdno di sed saliya Lozanê de vê bikin… Rêzgirtin tifak û bihevre karkirin Hilbijartin yekitî û HAK-PAR!!! Divê li Bakurê Kurdistanê çi bê kirin? Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (8) û dawî Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (7) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (6) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (5) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (4) Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de (3) Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de. (2) Rewşa Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de. (1) Encama Semînerên min, dîtina kesan û malwêraniya me!!! Kurdno werin em destên xwe bidin hev hêza xwe bikin yek!!! Em êdî hevdu fêm nakin! Abdullah Ocalan got… Çima Barzanî û dîsa Barzanî? Divê HAK-PAR çi bike? Kî zorê tadê û êşkencê li kurdan bike, Kurd dibin hezkiriyên wan!!! Kongreya HAK-PARê Bêdengî qebûlkirina bindestiyê ye! Gelo em çiqasî welatparêzin? Siyatmedar û sal mezinên me!!! Felsefe ango Rêbaz!!! Kê dinya hejand û Kurd zîndî kir? Gelo ez kîme û çima tenê bi kurdî dinivîsînim? Kurdên bakurê Kurdistanê siyasetê fêm nakin!!! Em Kurd çima bi sernakevin??? Teqandina boriya neftê ji bona çi bû??? Şêx Ahmed Barzanî kî ye? Sala nû û hêviya gelê Kurd Kurdên me ecêb in!!! Pêwîst e em di Navenda Kurd de bibin yek deng! Barzanî û Evdila PDK û Pkk Kurd û pêkanîna konferansan? Serketin bi piştgiriyê dibe! Deh rojên di zîndanê de me! uu Girtin, binçavkirin. Zîndankirin û kuştin Kê mirîdî avifirandiye? Hilbijartina li Iraqê û li Kurdistanê qediya lê… Mirov çawa dikare xwe ji Penceşîrê (Qanser) biparêze û jê xelas be??? PKK Kî ye, kî ne û çi dike??? Bijî Sosyalîzma Kurdan(!) ya ji bona tunekirina wan. Me têk bir… Çima protesto û ne devjêberdana tirkî Emerikayê çi kir û divê em Kurd çi bikin??? Dengê têkbirina Kurdistanê tê!!! Bê dewletî û berjewendî… Rexne agir e… Gotina Enfalê rehet e, lê fêrbûna wê zor û zehmet e!!! Bê helwestiya Kurdan li hember PKK/PYD!!! Seredana HDPK(K)ê Ev destpêkek e ji bona PK(K)!!! PKK di destê dagirkeran de bûye vîrusek bê derman!!! Em çima li ser xelkê digirîn? Dîasporê çi da me çi ji me girt??? PKK û Kurd, azadî û serxwebûn Partî û rêxistinên me yên bakurê Kurdistanê!!! PKK û Lozana nû!!! Kurdno ji bona Lozana dudan xwe amade bikin Bi kadirên kevn partiyeke nûjen enî an cephe çê nabe!!! Peymana Lozanê diqede!!! Zîndana Diyarbekirê û EM!!! Ji bona çi partiyên kurd bi ser nakein!!! Em ji Dalkurd çi dixwazin??? Hêviya me di sala nû de divê çi be??? Îsmaîl Beşikçi bi eslê xwe tirk e. Gelo bratî çi ye û kî biran e??? Kurdno him şiyar bin, him jî agahdar bin!!! Xelata Nobelê û Kurd Dema nêrek bê xesandin!!! Zîndana Diyarbekirê û Enfal PKK çi dixwazî??? Çima Barzanî??? Me dikujin, wêran dikin û em…!!! Ka em çi bikin??? Û berê xwe bidin kîjan partiyê… Damezrandina PKK û lîstikên wê!!! Rewş li bakurê Kurdistanê Serokê netewa Kurd BARZANî… Piştî ba û bahozê aramî ye Kurdno ji bona siberojeke xweş hazir bin!!! Şert û mercên yekitiya Neteweyî… Divê Kurd şahiyê bigirin û bigerînin... Serok in lê ne neteweyî ne… Tirkî xweş e û heta tu wî bi kar bîne tu nabe kurdekî weke Kurd… Kurdno!!! Malxerabno ma ne bes e êdî!!! Em Kurd miletekî weha ne!!! Kurdno!!! Îro rojava ye sibê, bakur, rojhilat û başûr e. Sebir û sikûnet avakirina dewleta kurdî ye!!! Dilxweşî kêfxweşî û serbilindî Heta tu kurdî bi karnîne tu nabe weke kurdekî!!! Çîroska agirê şevreşê ronî bike pê ket Civata me sal mezinan!!! Lîstik pir in lê yên fêm bikin tune ne. Kurd kirine pez pkk jî kirine şivanê wan Êdî dev jê berdidim!!!! Leyla Guven û Greva birçîbûna wê Girîngiya hukumeta nû ya Başûrê Kurdistanê Bi gotneke tahl û rastiya partiyên me Boxtan, Derew û şelaftî… Barzanî û Şoreşên wan!!! Azadî demokrasî û serxwebûn bi rêya partiyan û dezgehan tê Nameyeke vekirî ji bona rêzdar Mesud Barzanî Daxwaza Apo, Apocî û Apocitiyê çiye? Em ji ku hatin, li ku sekînin û bi ku diharin? Vê hilbijartinê çi da me Kurdan??? Bê Deweletî mirin e Ji bona koçkirina 40 saliya nemir Barzanî. Di siyaseta kurdan de hin qarekter Barzanî çima û çawa bi serdikevin? Gelo em çima kêm caran behsa PDKÎ dikin? Di hilbijartina herêmî de helwesta partiyên me divê çi be? Gunehkariya Partiyên Bakurê Kurdistanê!!! Em çima nabin dewlet??? Roja 9 meha îlonê dê çi bibe? Erd hêj û mejî hêj yanî zelzeleya erdê û mejî Li Bakurê welatê me çima yekitiyek xurt pêk nayê? Siyaseta Kurdan!!! Partiyên me çima bi ser nakevin? Neteweyîbûn çi ye? Kî neteweyî ne? Ma ne bese êdî Ez westiyam!!! Lê… Kîne rêxistin û partiyên me? Siyaset li bakurê Kurdistanê Hilbijartina 2019an li Tirkiyê û helwesta Kurdan Kurd çima nabin dewlet? Kurd çima nabin dewlet? Îro pêwîstiya bakurê Kurdistanê ji çi heye? Kurdno bibînin ku hûn dişewitin! De ka ez ê çawa binivîsînim Kongreya HDP û Kurd Kurd, Erdogan û darbe! Di rojhilata navîn de ava serê kê dikele? Çima nivîsandina Roman û Şanoya Enfalê? Siyaset li bakurê Kurdistanê Xemginiya min ji bona hin dostan Bi kêrê hustiyê min jê dikir Dost di rojên teng de diyar dibin Barzaniyan çi kirin? Em carna neheqiyan li partiyên xwe dikin!!! Daxwazî û Agahdariyek Têgihiştin... Têgihiştin... Ji ber çi û çima Mesud Barzanî? Em û partiiyên me Barzanî û sê şoreşên talî Barzanî ne bi tenê ye!!! Kurd çima wenda dikin Mam Celal çû lê… Rastiyek ji rastiyan Referandûmê çi da me??? Rewşa Aloz û Rexne!!!! Kî Çima li dij referandûmê ne? Kî/kê bêtir xizmeta zimanê tirkî kirine û dikin Em Li Ku Ne! Enfal!!! Ev Şansa Kurdan ya Talî ye! Kurd û Îsraîl Dagirkirî çaw pêk tê? Çima kurd li hemberî hev ewqasî dexs û hesûd in? Em û partiyên me Kî û çima sansorê bi kar tînin? Apoyiyan çi digotin û niha çi dibêjin? Giringî û pêwîstiya referandûmê Ziman û rewşenbîrên Akedemîk!!!! Şoreşa Gulanê Kurd û xurifandina wan Çima PKK damezrandin??? Dayikên Me! PKK Çi Dike??? Kurd dê çawa azad bibin? Em, civat û partiyên me RNK-KUK, Ala Rêzgarî û PKK Serok û Serokatî Kurd çima bi ser nakevin? Rexne û Partiyên me! Barzanî û Helwestên wan PKK û êrîşkariya wan ya… Barzanî kî ne? Sûcdar kî ne??? Em Çima Dinivîsînin? Rastî ji xeyalan pêk tê lê PKK ji çi pêk tê??? Çima ev partî ? (Me partiyeke çawa divê? -II) Me partiyeke çawa divê??? Çareserî? (Çi çû çi hat pkk ji ku hat - 2) Çi çû çi hat û PKK ji ku hat??? Çima Kurdistaneke serbixwe û PKK??? Muxalefet Çi Ye? Muxalefet Çi Ye? Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... PKK Tu Caran Naqede!!! PKK Tu Caran Naqede!!! Partiyên me çi dikin??? Partiyên me çi dikin??? PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! Firseta zêrîn ji dest dihare Firseta zêrîn ji dest dihare Pêşeroja me û PKK!! Pêşeroja me û PKK!! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Dîrok, bîranîn û PKK Dîrok, bîranîn û PKK Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Sê xeterên kurdan yên sereke Sê xeterên kurdan yên sereke PKK çawa dest pê kir? PKK çawa dest pê kir? Analîzeke kurt li ser PKK Analîzeke kurt li ser PKK
x