Di jiyana mirovantiyê de her tiştek ji xeyalan pêk tê ango tiştek berê tê xeyalkirin û dûre li ser wê xeyalê bi awayekî zanistî tê rawestandin. Fêde û zerara wê, başî û qenciya wê tê pîyan. Xizmet û karê wê tê munaqeşekirin. Dûre li ser kar û xebatê dikin da ku wê bikin rastî û têxin xizmeta mirovahiyî.
Loma her tiştek tê xeyalkirin û wê xeyalê dixin jiyanê. Me kurdan jî piştî perçekirina Kurdistanê (1639) û heta niha jî xem û xeyala me ew ku rojekê kurdistaneke azad û serbixwe bibîne. Ji bona ev xeyal bikeve jiyanê gelek bedel, kar û xebat hatine kirin û hê jî tê kirin da ku ew xeyala bibe rastî.
Ew xeyal carekê weke xewnekê bi navê komara kurdistanê li mahabadê (1946) bû rastî. Lê çi dema kurd ji xew rabûn, ew xeyala wan ya weke xewnekê jî têk çû.
Lê kar û xebat, berxwedan, serîhildan, tekoşîna ji bona ew xeyal bibe rastî her nesekinî ye û berdewam e. Wê berdewam be heta ku ew bi temamî bibe rastî.
Wê xem û xeyala kurdan singê xwe li ser erda başûrê kurdistanê kota û ji bona vekirina konê azadî û serxwebûnê tekoşîneke dûr û dirêj hat dayîn. Di encamê vê tekoşîna muqaddes de ew xem û xeyala kurdan li başûrê kurdistanê ji sala 1992an û pêve gav bi gav, hêdî hêdî lê bi awayekî rast û asasî tê meşandin da ku bibe rastî.
Piştî ewqasî şer û tekoşîn, piştî ewqasî bedel dayîn û xwîn rijandin êdî em dizanin ku xeyala me kurdan dê di demeke nêzîkde li başûrê kurdistanê bibe rastî.
Azadiya welatekî û bi taybetî ya kurdistanê gelekî zor û zehmet e. Lê kurdan ew zor û zehmetî dîtin loma jî wê niha fêkiyên wê bixwin û bitemînin.
Heger mirov bi awayekî durust, bêyî niyeta xerab û di warê kurdperwerîde li rewşa niha ku başûrê kurdistanê têde ye binere û bibîne. Mirovê çirûskên wê xeyala ku em bi salan dikin jî bibînin.
Tê dîtin ku hema hema hemû dewletên li vê cihanê êdî konsoloxaneyên xwe li başûr kurdistanê vedikin. Emerîqa di dinyê de konsolosxaneya xwe ya herî mezin li başûrê kurdistanê vedike. Civînên navneteweyî ku li başûrê kurdistanê dibin. Dan û stendinên navdewletê îşareta ku îsal (ez bawrim) wê birêz serokê kurdistanê Mesud Barzanî vê mizgîniyê bide me kurdan.
Ji ber vê ye ku ez dibêjim rastî ji xeyalan pêk tê û ew xeyala ku em kurdistaneke serbixwe û azad bibînîn, dibe rastî. Êdî ji vê re şik û xûman nemaye.
Ha pkk ji çi pêk tê?
Bi qasî ku dizanim û dişopînim. Ji şelafên ku tenê berjewendiyê xwe difikirin, ji mirîdên tenê li xwarina xwe zikmezina xwe difikirin û ew rêvebiriyên ku bi dewletên dagireran ve girêdayî û ji bona têkbirina kurdistanê kar dikin. Pêk tê.
Çima vê dibêjim?
Ya rastî ne ez lê ew dibêjim û ya din dema mirov wan kesana dişopîne her tiştek eşkere li meydanê ye. Ha ha barbara rêvebirên pkk ne ku dibêjim; ”Em li dij kurdistaneke serbixwe ne” yên ji vê re li çepikan dixwin kîne. Hûn jî wê bibînin.
Ez bi xwe gihiştim wê qenetê ku heger pkk astengî û sergijî li başûrê kurdistanê dernexistibana dibû ku berî niha biçend salekî me ew xeyala xwe ya ku wê biba rastî dîtiba.
Lê xem nake êdî kurdistaneke serbixwe ketiye ser rê û meşa xwe ya pîroz didomîne. Îsal (2017) wê xeyala me bibe rastî. Bila xwendevan rehet bin, tu şik û gûmanan ji vê nekin.
Piştî vê êdî wê dor bi dor li perçên din jî ew xeyala me dê bibe rastî. Û êdî em ê li gor vê rastiyê li ser erda xwe bi awayekî rast û azad bijîn.
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.