Mesajên ji Edirne û Îmraliyê têne dayîn ne îşaretên xêrê ne. Teqandina boriya neftê. Gotinên Duran Kalkan bi me dide zanîn ku wê di demeke nêz de pkk dest bi hin kiryarên ne di berjewendiya Kurdistanê de bin bikin. Ji ber ku her rewşa Başûrê Kurdistanê berbi başiyê ve dihare dagirker pkk ya xwe dixin hereketê da ku tim tevlihevî, nakokî û bê aramî li wir peyde bibe.
Ji ber ku li gor daxwaza dagirkeran û bi destê pkk bakurê Kurdistanê têk birine, li rojavayê Kurdistanê rewşeke ne diyar heye û başûrê kurdistanê jî roj bi roj berbi serxwebûnê ve gavên asasî diavêje.
Em û dijmin jî baş dizanin ku serxwebûna başûrê Kurdistanê tunebûna dagirkeran û ji holê rakirina tevgera wan ya pkk bi xwe ye.
Lewra xwediyê pkk dagirkerên me niha amadekariyê dikin da ku bi destê pkk li başûrê Kurdistanê tevliheviyan derxin. Ji xwe heta niha ev kar kirine, da ku heta ji wan bê dê nehêlên li başûrê Kurdistanê aramî çê bibe.
Aramiya wir dibe asteng ji bona dagirker û pêgirtê wan ango tevgera wan ya ji bona tunekirina kurdan damezrandine. Ew tevger ango pkk ji roja ewil de û heta niha hemî kar û çalakiyên wê ji bona têkbirina hêjayiyên Kurdan û Kurdistaniyan e.
Min jî weke gelek camêr û canikan li ser pkk gelekî nivîsîye, ez dizanim ku her nivîsek me ji bona wê dibe weke propaganda, ji ber ku mirîd navaroka nivîsan fêm nakin. Lê çi dibe bila bibe divê hin hebin tim kiryar û bûyerên pkk bi zelalî. Bê tirs bêjin û binivîsnîn.
Niha çi fêda pkk di teqandina boriya nifta başûrê Kurdistanê de heye? Niha çi fêdeya pkk di kuştina pêşmêrgeyên qehreman ku hemî jiyana xwe ji bona azadiya gelê xwe terxan kirine, heye?
Niha di vê serdema ku em tê de dijîn, çi fêda kurdan di mesajên Evdila û Demirtaş de ye? Niha çima Duran Kalkanên zilmanê dewlete kûr ê tirkan rabe û bêje; ”Divê hemî kurd uzrê xwe ji îmraliyê bixwazin”. Vana hemî mesajên nû yên ku wê di rojên pêşde ji nû de afatekê bîne serê gelê kurd in.
Di dîroka pkk de tim weha bûye û weha kirine ku berî dest bi bûyereke ne di berjewendiya gelê kurd de destpê bikin. Wê bi rêya van gotin û mesajan bûyer an kiryar wê ji ku de û çi demê destpê bibe dide.
Ji ber vê ez dibêjim: Divê kurd şiyar bin û tedbîrên xwe ji niha de bigirin da ku sibê neêşin. Van daxuyanî û gotinên li ser internetê têne belav kirin, hemî mesaj in, sînyal in û ji bona destpêk kiryarên nû ne.
Lê heger van mesajên ji îmraliyê dihare Edirne û yên lê vedigerin. Gotin û biryarên Duran Kalkan niha baş nayên xwendin û têgihiştinê, sibê dibe ku zehmet be pêşî li bûyerên qirêj yên pkk ku wê bikin, bê girtin.
Heger em weke milet ji bona pêşî li xerabiyên ku pkk wê bike negirin, heger em ji niha de ne şiyar bin û wan mesajana baş nexwînin, wê sibê tiştên xerab bêne kirin.
Divê êdî em weke milet û bi hevre xwedî li hemî hebûnên Kurdistanê derdevin, divê bê qeyd û şert em ji bona paratina başûrê kurdistanê bibin mertal, divê em li hember hemî zerarên dighêjin başûrê kurdistanê bibin xwedî helwest.
Kurdno divê em ji bîr nekin ku em êdî dibin dewelet û ev dewletbûna me, bi xweşa dagirkerên me nare. Loma jî hebûna wir hebûna me hemî Kurdan e.
Ji bona têkbirina wir jî çi ji destê dagirkeran bê wê bikin. Niha pkk yeke xurt ku wan bi her awayî kêmaniyan wan temam kirine da ku ew jî êrîşî Kurdistanê û kurdan bike. Dikarin li ewropa jî hin kiryar û bûyerên xerab bikin. Loma divê hemî kurd tedbîrên xwe ji dest bernedin…
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.