Weke hemî kurd dizanin û bûne şahidê wê yekê ku piştî dabeşkirina kurdistanê di navbera împaratoriya Osmanî û persiyan de (1639) cara yekem bi serpereştiya PDKÎ komara kurd li Li rojhilata Kurdistanê hate damezrandin peytextê wê Mehabad bû. (1946-47).
Piştî têkçûna Komara Kurd û heta roja îro PDKÎ nesekinîye, her şerî azadî û serxwebûna gelê xwe li rojhilatê Kurdistanê dane, didin û wê bidin heta ku gelê xwe bighêjînin azadî û serxwebûna wî.
Em dibînin û bûne şahîdê wê yekê ku di vî şerê dûr û dirêj de PDKÎ gelek bedelên mezin, gelek serok û rêberên xwe jî wenda kirine. Lê tu caran jî bê hêvî ne bûne çi çara firset dîtine, her tekoşîna xwe berdewam kirin û dikin.
Partiyeke ewqasî temen dirêj, ewqasî tekoşer û ewqas bedel daye, lê ev partiya dilsozê gelê xwe, weke tê xwestin behs û qala wê nabe.
Ez bi xwe bi vê yekê dilşkestîme. Em rewşenbîrên gelê xwe dizanin Kurdistan ne bi dilê me hatiye perçekirin. Em dizanin berî 1639an kurdistan yek perçe bû.
Niha baş tê fêmkirin û zanîn ku dagirkeran bi perçebûna Kurdistanê mejî yê gelê me jî perçe kirin, kurd ji hev dûr xistin.
Îro rewş eşkere ye ku divê her perçe berê azadiya xwe bi dest bixe da ku bikaribe alîkariya brayê xwe yên din jî bikin.
Tekoşîn û berxwedana PDKÎ li rojhilatê kurdistanê ji ber vê ye. Di vê tekoşîna wan ya dûr û dirêjde pêwîst e em weke rewşenbîrên gelê xwe, him bi vê tekoşîna wan serbilind bibin, him jî bi nivîsên xwe, bi propagandayên xwe ji brayê xwe re bibin alîkar.
Divê em vê şoreşa wan ya berê û ya niha di qada navneteweyî de bi deng bikin da ku dost û dijmin vê bizanibin ku kurd yek e û li her derê di her warî de dê alîkariya hev bikin.
Îro tenê dostên kurdan, kurd bi xwe ne. Di destê ewil de divê ew alîkariya hevdu bikin, başiyên hev bipesidînin û şaşiyên hev bi rêyeke dostane rexne bikin. Heta ku kurd ji kurdan re nebin alîkar, kesên din nikarin bibin alîkarî.
Nasandin bi rêya têkiliyan dibe. Bi qasî dizanim ku têkiliyên brayê me yên rojhilata Kurdistanê bi kurdên din re pir zeîf ango kêm e. Heta ku em nekevin nav hev, heta em bi hevre qise nekin, dan û stendinê nekin em ê weke kurd baş hev du nas nekin.
Ji ber ev bû zêdeyî 100 salan ku dijmin bi darê zorê, bi hukmê lêdan û êşkenceyan em ji hev cûde kirin e.
Çi dema têkiliyên nava me ne girm bin, mirov jî baş hev nasnake û nikare ji hevre bibe alîkarên baş.
Heger em li dîroka rewşenbîr û nivîskarên bakurê kurdistanê binêrin em ê bi rehetî vê kêmaniyê bibînin.Bi qasî ku em behsa başûr û rojavayê kurdistanê dikin, nivîyê wê behsa rewşa rohilatê kurdistanê nakin.
Em hemî jî dizanin ku ev bû zêdeyê salekê brayên me bi serpereştiya PDKÎ şerê azadî û serxwebûna rojhilatê kurdistanê germ kirin e. Şerê xwe didin,
Lê di medya bakurê kurdistanê û bi gelemperê di medya kurdan de behsa vê nayê kirin û nabe an gelekî kêm tê kirin.
Em baş dizanin ku propaganda rêya serketinê vedike. Heger em dixwazin rojhilatê kurdistanê bi serpereştiya PDKÎ bi serkeve divê em jî ji wan re bibin alîkar. Alîkarî ne tenê madiye, nivîs û gotinek jî ji wan re piştgirî ye.
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.