Em kurd bi awayekî weha hatine perçekirin ku bi salane em hê jî nehatine ser heşê xwe. Ji ber ku dagirkeran ne tenê welatê me, her weha mejî û aqilê me jî dagirkirine ku em hê jî nikarin li xwe vegerin.
Em weke kurd çiqasî dixwînin, xwe zana jî dihesibînin, lê dîsa jî em nikarin xwe ji mejiyê hatiye dagirkirin azad bikin. Sedema vê ya herî girîng ew e ku em dîroka xwe baş nizanin. Tiştên em zanibin jî bêtirên wan piştî salên 1960î ye.
Em serok, rêber û rewşenbîrên xwe nas nakin. Ji ber ku me dîroka wan nexwendiye û nizanin ku wan çi kiribûn, çawa berxwedabûn, li hember dijmin çawa serî rakiribûn. Ya girîng jî em fêr nebûn ku wan ji ber çi sedeman wenda kiribûn.
Ehmedê Xanî her kirîye gazî û hawar da kurd bibin yek. Lê tu kesan ango siysetmedaran qîmet û hêjayiya vê fêmnekiribûn. Meleya Cizirî, Cegerxwîn jî her bangî kurdan kiribûn yekitiya xwe pêk bînin. Mixabin dîsa kurdan ango axa û serokên partiyên Kurdan. Loma ew guhdarî nekiribûn û nakin.
Bala xwe bidinê, di dema axaftiyê de, her axayek, axayê gundê xwe bû. Piraniya wan ji dagirkrên xwe hez dikirin û tim li dij brayê xwe şerî tunebûna wan kiribûn, heta ku dor hetibû wan jî. Ji bona mesala welat û parastina wî du axayên me nebûna yek.
Ji ber ne li hevkirin û hevdu neqebûlkirin me kurdan, dagirkeran jî bi hemî hêz û qawetên xwe di nava me de bi cih kirine û kiribûn. Ev bi cihkirin êdî bûye weke çandeke civata me. Ewqasî bela, wêranî, talanî û tofanî hatiye serî gelê me, lê dîsa axayên me ne hatine ba hev, hêzên xwe nekiribûn yek û li hember dagirkerên xwe ranewestiyan. Her weha serok û rêberên partiyên kurdan yên siyasî jî ev kirin û hê jî bi berdewamî vê dikin.
Di dema xwe de axayên kurdan çi bigotina weke wan di bû. Yek gundî tu caran nikarîbûn li dij axayê xwe derketana an gotineke ne li rê di derheqê wan de bigotina. Yên digotin jî ji gund dihat derxisin ku êdî jiyana wan li wan dibû dojeh.
Piştî dema axatiyê jî êdî hin kurdên halxweş destbi xwendina uniwersiteyan li bajarê tirkan yên mezin kirin. Bi vê jî piraniya wan hay ji mesela wan ya neteweyî çê bû ku divê ew welatê xwe ji bin vê dagirkeriyê azad bikin.
Erê fikrek xweş û karekî baş bû. Lê ya herî xerab dîsa wan zaneyên(!) me li hev nekirin. Her yekî ji wan xwest ku partiya xwe ava bike û kirin. Weke axayên berê vê carê jî tu partiyên qaşo ji kesên zana hatibûn damezrandinê li hev nekirin. Tehamula hev nekirin û her serokek bû weke axayê gundekî ango bû xwediyê partiyekê û çend mirîdan.
Gundî çawa li hember axayên xwe bê deng bûn. Vê çandê xwe bera nava partî û rêxistinên qaşo zana û bîrewir jî da bû. Nehat bîra wan ku rêberên ji bav û bapîrên wan pêk dihat, ji ber ne lihevbûna nava xwe hemiyan wanda kiribûn.
Her serokekî rêxistinê ji xwe re çend mirîd ango endam peyde kirin. Xwe ji yên din zanetir û welatparêztir hesibandin. Kesekî hesabê kesên din nekirin. Ji dêlva yekitiyeke neteweyî pêk bihata, her ku diçû perçebûn çê dibû. Loma roj bi roj partiyên nû dihatin damezrandin. Ev jî li gor daxwaza dagirkeran bû.
Di vê perçebûnê de dîsa serok û rêberên partiyan li kêfa xwe nerîn. Ji bona yekitiyeke neteweyî gav neavêtin. Bi gotineke din wan jî weke axayên berê kirin. Ew çanda perçebûnê di nava xwe de misoger kirin.
Erê serok û rêberên partiyên me li hev nekirin. Nebûn yek. Lê sûcdarên herî mezin li gor min endamên wan bûn. Çawa gundiyekî nikarîbû ku axayê xwe rexne bikira, her weha tu endaman jî nikarîbûn an newêrîbûn ku serok û rêberên xwe ji ber hin kêmaniyên wan, wan rexne bike.
Êdî çanda weke demên berê, lê ne weke axa yê berê, hinekî moderntir reng guherî. Yanî êdî serokê partiyan çi bêjin, ew rast e. Di nava rêxistinên me de jî êdî ev weke kulturekê rûnişt. Serokê partiyê çi bêje ew e. Rojekê yek endamên partiyekê li dij serokê xwe, yek gotin negotine an newrên bêjin. Ji ber ku sîstema axatiyê niha weke çandekê di nava serok û rêberên partiyên qaşo Kurdistanî ne, rûniştiye.
Çawa ku axayên me li hember dagirkerên xwe nebûn yek û hemiyan bi hevre wendakirin. Niha jî rewşa partiyên me jî weha ne. Du serokên partiyên Kurdistanî li hev nakin ku hêzên xwe bikin yek. Hemî partiyên heyî nikarin bi hevre eniyeke neteweyî damezrînin.
Li gor min suçê vê yekê tenha serok û rêvebirên partiyan in. Piraniya wan bi nexweşiya mezinihayî ketine. (ji bilî hin îstîsneyan) Ditirsin ku yekîtiyeke pêk bê, dê kîye bibe serok. Ji ber ku kêfa hemî serokên partiyan li cih e. Aboriya wan baş e. Piraniya wan xwedî xanî û siyarene. Kesek ji wan zarokên xwe naxin nava siyaseta Kurdistanî. Yanî ji bona rehetî û kêfa wan xerab nebe û her tim ew bi navê serok an rêvebir bêne binavkirin, naxwazin û nahêlin ku tevger û partiyên kurdistanî bibin yek. (ji bilî hin îstîsneyan).
Ji bona rakirina vê divê êdî endamên ku hemî zehmetiyan dikşînin. Perên xwe didin, keda xwe didin, zarokên xwe didin, dengê xwe derxin û li hember serok û rêberên xwe rawestin û bêjin, çima hûn hêzên xwe nakin yek.
Heta endamên partiyan weha bêdeng bin. Heta ku dîtin û nerîna serokê xwe weke qanûnekê biparêzin, wê ne tenê ew, welat wenda bike. Lê serok û rêber jî kêf dikin. Gelo we serok û rêberekî feqîr dîtiye? Gelo we dîtiye û bûne şahîd ku serok û rêberan zarokên xwe û merivên xwe kirine endamê partiya xwe. NA.
Çi dikin?
Li ser piştî endamên bêdeng kabên xwe diavêjin. Lê kêfa xwe dinerin. Hal û wextê wan jî xweş e. Rewşa berpirs û serokên partiyan binerin, zarokekî wan jî ne endamê partiya wan e. Heta zarokên wan ji siyaseta kurdistanî jî dûr in.
Pir tişt hene divê mirov bêje. Lê pêwîst nake. Ya pêwîst û girîng ew e ku divê êdî endamên hêja ku ked û zehmetiyên wan di ber welatên wan de ye, divê êdî dengê xwe derxin. Divê êdî gavên yekitî û bi hevre karikirina partiyên Kurdistanê ji endaman de bê destpêkirin. Heger endam serî ranekin û weha bêdeng bin. Wê serok û rêber jî tu caran yekitiyeke neteweyî ya gelê kurd pêk neynin. Ji ber ku ev li dij berjewendiya wan ya sexsî ye. Pêncî salin ku behsa yekitihê ango eniyeke neteweyî dikin lê hêja pêk nehatiye û heta endam weha bêdeng bin wê pêk jî neyê.
Endamên hêja yên hemî partiyên Kurdistanî, carekê jî hûn serî rakin û vê rewşa kambax biguherin. Em hemî baş dizanin ku heta em nebin yek. Hêz û qawetên xwe nekin yek. Wê wendakirin jî tim para me û we be.
Yên peran didin endam in. Yên kedê didin endam in. Yên feqîrî û hêsiriyê dibînin endam in. Yên di zîndanan de dirizin endam in.
Yên zarokên xwe didin xwendinê û li kêfa xwe dinerin jî rêber û serok in. Divê êdî ev sazûman bê hilweşandin. Ji bona yekitiyeke neteweyî divê êdî endamên hemî partiyên kurdistanî bi hevre, li gel hev serî rakin û vê biguherin.
Çi dema li welatê kolonî û bindest gel rabe ser xwe, azadî pêk tê. Çi dema endamên partiyan jî li gel nerazîbûna xwe ya li hember rêberên berjewendîperestên xwe bêdeng bin, dê yekitî pêk neyê…
Bûbê Eser
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.