Kurdan belasebeb negotine; ”Barê ketî hevalê/î tune ye” Dema em îro li rewşa kurdistanê dinêrin û dibînin hin xezeb, bela û êrîş li ser başûrê kurdistanê de hatine. Dixwazin welatê me talan û xelkê me jî qir bikin. Heger ji wan bê texsîr nakin. Lê di vê rewşa xerab de em bi rehetî û zelal gelek tiştan jî fêr bûn.
Di nava vê zelaliyê de ew kesên qirêj, gemarî pir bi rehetî derketin holê ku ev derketina wan êdî dê neyê ji bîr kirin. Em vê bihêlin li alîkê.
Ya giran ku niha bi dizî an jî bi dengekî nizm jî be, hin ji dostên berê çi yên navneteweyî û çi jî yên hundir dixwazin û dibêjin; ”Bila Mesud Barzanî dev ji berpirsiyariya xwe berde”. Hûn bawer bikin ev daxwaz di sexsiyeta brêz Barzanî de tunekirina kurdan e.
Ji ber vê ye divê hemî kurd xwedî li serokê xwe derkevin wî bi tenê nehêlin, gengeşî û gotinên weha divê nebe, neyên belavkirin û qebûlkirin. Brêz Mesud Barzanî weke serokkomarê Kurdistanê li ser karê xwe ye û divê heta serxwebûna Kurdistanê vî erkê xwe bidomîne. Piştî serxwebûna Kurdistanê êdî biryar ya wî bi xwe ye.
Hûn ya rastî dixwazin destjêkişandina kar û erkê xwe ya Serok Barzanî tê wê wateyê ku kurdên me wê bê serok bimînin. Ji ber ku hemî cihan dizanin ji roja Barazaniya dest bi tekoşîna azadiya gelê xwe kirine û heta vê gavê jî ew tim neteweyî fikirîne. Tenha xebatên wan ji bona Kurdistaneke serbixwe bû û ye.Ji bona welat û gelê xwe her zehmetî dîtine û dibînin…
Dost û dijmin baş dizanin ku gotina Barzaniya gotine û li ser niqaş nabe. Loma jî dema ew gotina xwe dibêje wê dike jî. Ev adet, kultur û felsefeya Barzaniyan e. Ji ber vê ye hin dewlet dizanin û ewle ne ku serok Barzanî tu caran li dij berjewendiya gelê xwe bi tu awayan tawîzê nade û nedaye jî. Loma ji wî acizin û dixwazin ew dest ji karê xwe yê niha bikşîne da ku bi rêya hinên qels ew daxwaz û berjewendiyên xwe pêk bînin.
Ez dixwazim vê bi misalekê ji we re bêjim bê ka Barzanî çawa nin?
”Şer û azadiya komara Kurd li Mehabadê têk çû bû, serokê tevgerê nemir Qazî Muhamad ji bona gelî wî qir nebe, mecbûr ma ku xwe radestî Îranê bike. Barzaniyê mezin M.Mistefa baş dizanîbûn ku wê wî bidarvebikin.
Her ku Barzaniyê nemir jê xwest Qazî xwe radestî wan neke. Lê ji bona milet wêran û perîşan nebe, komkujî û qirkirin nebe, wî xwe radestê Îraniyên hov kir.
Nemir Barzanî fêm kir ku êdî rewş xerab e, malbatên çûbûn Îranê li gel kekê xwe şêx Ehmed derbasî Iraqê (Kurdistanê) kirin û şêx Ehmed bi xwe li gel malbatan ma.
Barzanî û pêşmêrgeyên xwe biryar dan ku berbi sovyetê birevin da ku rojekê ji bona dîsa şerê azadiya gelê xwe bikin, vegerin welatê xwe.
Li Sovyeta berê jî gelek zor û zehmetî dîtin, li vir jî Kemal Ataturk û Îsmetê kerr bi du navên din derketin pêşiya wan da ku Barzanî ji bin emrê wan dernekevin.
Kemal û Îsmet li vir jî li hemberî wan derketin. Lê bi navekî din û li welatekî din. Bakirov û Yusufov bûn dijminên nû yên Kurdan û Barzaniyan. Wan tu rehetî neda Barzaniyan. Ew ji hev belav kirin, ew di karê zor û zehmet de dane xebitandin. Weke hêsîr bin, bi wan re ango bi Barzaniyan re tevdigeriyan. Ev herdu necamêrana jî li hember Barzaniyan gelekî bê ûjdan û merhamet bûn.
Li Azarbeycanê Bakirov dixwest Barzanî di bin emrê wî keve. Wî dixwest ew emir bide Barzanî û hevalên wî. Lê Barzanî weke tu caran serî ji kesekî re dananî bû, wî ev helwesta xwe li hember Bakirov jî pêk anî û got: ”Heval Bakirov em nehatine vir da ku tu me tehdît bike. Heger ez ji tehdîtan bitirsiyama te ez li vir ne didîtim. Em hatine vir dengê gelê xwe ê muzlum bighêjînin soveyeta ku mafê neteweyan diparêze. Lê em ê di her hal û rewşê de şexsiyeta xwe biparêzin. Em serê xwe ji tehdîtên tu kes û milatan re danînin. Divê tu vê bizanibe. Em xelkekî serbixwe ne û ne perçekeyêkî ji Azarbeycanê ne.”
Lê mala rastiyê bişewite. Li dewleteke serdest gotinên weha kî dikare bike. Belê tenê Barzanî dikarîbû bigota û got. Lê ma wê Bakirov ev ji wî re bihişta. Wê rehetî neda wan. Ji ber wan gotinên Barzanî gelekî bi zora Bakirov de çû bû.
Barzanî dît ku rewş xerab e. Li ser vê wî ji desthilatiyê daxwaz kir, wan ji Azarbeycanê rakin. Vê carê berê Barzaniyan berbi Ozbekistanê vekirin. Li vir jî di kampande bi cih kirin. Lê wê demê destê Bakirov dirêj bû. Loma li wir jî rehetî neda wan. Li Ozbekistanê jî yekî weke Îsmetê ker li wan derket û ew hevalbendê Bakirov, Yusufov bû. Bakirov li wir jî rehetî neda wan û bi destê hevalbendê xwe Yusufov ew ji hev bela wela kir. Berê Barzanî, ji hevalbendên wî veqatand. Dûre jî kesên din hemî li trênê kirin. Her ku trên li cihekî disekînî wan vagona tijî pêşmêrge li vir datanîn. Bi vî awayî heta tirênê xwe gîhand cihê talî tenê vagona pêşiye de hin Barzanî mabûn û ew jî li wir danîn . Êdî Barzanî ji hev hatibûn belavkirin û kesekî nema dizanîbûn çi bi yên din hatin”. (Ji berhema min ya bi navê Barzan Digirî)
Ha min ji bona çi ev nivîsî? Ji ber ku Barzaniyan tim jî ji bona gelê xwe agir li xwe û baran jî li gelê barandinin.
Berî referandûmê hin kes û kesayetan û hin dewletan daxwaz ji serok Barzanî kiribûn ku referandûmê di paşde bidin. Lê ji ber ku referandûm daxwaza gel û îspatkirina wan ya dewletxwaziyê bû. Lewra wî ev daxwaza wan qebûl nekir û dizanibû ku wê dawiya wê çawa bibe. Ji ber ku ew kurê bavê xwe û serokê gelê xwe bû, divê êdî gel jî li gel wî be û wî di her warî de biparêzin.
Niha eynî lîstik li ser serê brêz Serokkomarê Kurdistanê Mesud Barzanî jî tê û hin alî dixwazin bilîzin. Weha xuya ye cîhanê hê jî Barzanî nasnekirin. Heger naskiribana wan daxwaza tiştên weha ji brêz Mesud Barzanî nedikirin.
Em dibînin û dizanin ku di hemî helwestên xwe de brêz kurê bavê xwe ye û tiştên li dij berjewendiya gelê xwe tu caran dê qebûl neke û nekirî ye jî.
Di vir de ya herî girîng ew ku divê em hemî kurdên li ser erda vê cîhanê dijîn, serokê xwe bi tenê nehêlin, di her war û halî de piştgirê wî bin. Em bi piştgiriyên xwe hêza wî xurt bikin, nerînên wî belav bikin. Loma jî divê em nehêlin ku brêz dest ji karê xwe ango dest ji serok komariyê kurdistanê bikşîne.
Divê brêz jî bizanibe ku wê gelî wî tu caran wî di nava lepên dijmin de bi tenê nehêle…
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.