Em dinivîsînin ji bona nivşê li dû me, ji dîroka xwe heydar bin. Bila nebiyên me jî bizanibin, dê, xuşk, bav û bapîrên wan çi cefa, zehmetî û wêranî dîtin in. Bila fêr bibin ji bona ew jî weke me şaşiyan nekin.
Em dinivîsînin ji bona dîroka xwe û nemirên ango qehremanên gelê xwe bidin nasîn û zanîn da ku kurd tim qehremanên xwe bi bîr bînin ji bona azadkirina welêt û demokratîkbûna wî kêmaniyên hatin kirin bibînin û li gor li hev bin.
Em dinivîsînin ku dîroka xwe, hebûn û hêjayiyên, kes û kesayetiyên xwe di qada navneteweyî de bidin û didin nasîn. Ji bona ew jî me û welatê me binasin. Bila binasin ku me kurdan di dîroka xwe ya dagirkirî de, çiqasî berxwedan û serîhildan kirine û hîn jî ji bona azadiya gelê xwe em di nava tekoşînê dene. Ev tekoşîn dê heta ku miletê me bindest û dagirkirî be wê berdewam be. Li gor vê jî wê dost û dijmin ji me re peyde bibin.
Em dinivîsînin ku zimanê xwe biparêzin, edebiyata xwe pêşve bibin, da ku ew karbidestên înkara ziman û edebiyata me dikin, fedî bikin. Bila bibînin zimanê ku ew înkar dikin çiqasî ji yên wan pêşdetir û şêrîntir e. Bila bê dîtin ku çiqasî berhemên hêja bi vî zimanê şêrîn û xweş hatine weşandin.
Em dinivîsînin ku edebiyata xwe bi cihanê bidin nasin, berhemên gelê xwe di nava pirtûkxanên welatan de bi cih bikin. Da ku ew ji derewên dagirkeran bawer nekin.
Em dinivîsînin, ji bona dîroka gelê me neyê wendakirin. Li gor van nivîsanana wê rastî derkeve holê û şaşî jî bêne tawanbarkirin. Nivşê pêş wê dersên baş ji vê dîrokê bigirin.
Em dinivîsînin ku xebatkarên gelê xwe, pêşevanên wî bi dilsozî bidin nasîn. Ji bona nivşê bê, ji şaşiyên me dersan derxin da ku ew jî weke me nekin. Bila ew jî bizanibin, ziman asasê herî girîng e û ew jî bi nivîsandin û xwendinê dibe.
Belê li gor vê ew kesên destên wan pênûs digirin, divê xwe ji ber karekî weha pîroz nedin alî. Miletek bi nivîsandina li ser wî, bi dîroka xwe ya nivîsandî dijî. Me kurdan di vî warîde qelsî kirine, an jî ew îmkan tunebûne ku bapîrên me jî binivîsînin. Hinan heta ji wan hatine ev kar kirine. Loma jî em dibêjin mala wan hezar carî avabin ku em îro gelek tiştên xwe, zanyarî û hêjayiyên xwe ji ber wan nivîsandinên hatina weşandin digirin.
Îro hin ji nivîskar û rewşenbîrên me di şertên dijwar de dinivîsînin, loma jî car-caran aciziyên xwe rê didin û dibêjin: ”Em dinivîsînin lê kes naxwînin” belê ev dikare rast be. Lê hûn bawer bin, neku bi tevayî nayên xwendin. Têne xwendin lê dibe ku ne weke daxwaza mirov e. Ew jî ne xem e, divê em vî karê xwe berdewam bikin. Ez di wê baweriyê de me, wê nifşên pêş bi qazmên zêrin erdan veqelêşin û li van nivîsên ku îro têne nivîsand bigerin. Wê bi kolan kolan, bi pirtûkxanên welat û bajaran kevin da ku berhemên me yên îro bibînin, derxin û bixwînin. Wê fêr bibin ku ka me di vê dema xwe de, çi kirî ye, çi gotine, bêtir em li ser çi rawestiyan in.
Loma jî divê em bê hêvî nebin, bila di vî warî de reşbînî nebe karê me yên kesên destên wan pênûs digirin. Divê em erkên xwe bînin cih û kêmasiya miletê xwe ya di vî warî de temam bikin. Bila êdî zaro û nebiyên me, dost û dijminên me jî bizanibin me çawa kar dikir. Li ser çi asasî doza gelê xwe bi pêşve dibir û me ji wan re çi berhem û avayî hiştine.
Heger em di warê nivîsandinê de ji zaro û nebiyên xwe re, ji gelê xwe re hebûnên hêja, rêyên rast, nenivîsînin, ma mirovên me dê çawa bi pêşkevin. Eger di salên berî 80ê de me jî dîroka xwe di warê nivîskî de zanîba. Me rêber û zanên yên berî xwe bi awayekî rast û durust nasîbana, dê rewşa me û bi taybetî ya zimanê me wê ne weha ba. Haya me ji edebiyata me a wê demê hebûya, dibe ku îro me ewqasî di vî warî de şaşî nekiribana. Lê ew jî demek bû. Loma divê em wê demê û vê dema ku em têdene, ji nebiyên xwe re binivîsînin. Ji gelê xwe re wan şaşî, başî, xerabî, kêmanî û hemû hêjayiyan bi nivîskî bihêlin da ku em û xebatên me baştir bêne naskirin.
Ya herî giring ew e ku dîrok nayê ji bîr kirin. Di vê dîrokê de wê mafê kesekî nayê xwarin ku kê çi kirin in. Wê weke genimê tu li bêjingê xe, herkesên li gor xebat û ne xebatên xwe wê ji nivşê pêş re bimîn in û bêna nasîn. Wê nakokî û nelihevkirinên me yên vê demê de bi rehetî bêne dîtin. Ev ê jî bibe pîvanek ji bona nivşê pêş ku me binasin. Li gor vê pîvanê êwên li hev bikin. Ji bona azadiya gel û demokrasiya wî kar û xebatên xwe, bi awayekî gelemperî, bi rê û olaxên demokratîk dimeşînin û ewên li gor berjewandiya gelê xwe tevbigerin.
Ji ber vê ye; divê em, heta ji me tê binivîsînin. Eger xwendavanên me îro çiqasî ne bi dilê me bin jî, sibê wê bi awayekî berfireh xwendevan peyde bibin. Divê em ji bîr nekin; pêşketina miletan bi nasîna dîrok û bi karanîna zimanê xwe ye. Ew dîrok û ziman jî di warê nivîsandinê de tê parastin.
Ya girîng jî ew e ku divê em her kesên ku ji wan tên, binivîsînin, serpêhatiyên xwe pêkanînn xwe, çîrokên xwe û rewşa xwe û ya welatê xwe jî binivîsînin da ku bila bê zanîne em çawa dijiyan û me çawa di bin çi şertan de dest bi kar û xebatê kir.
Ji ber vê ye divê em binivîsînin da ku nifşê bên wê me û xebatên me baş nas bikin û bizanibin. Ew jî bi nivîsandinê dibe. Nivîsandin jî dibê em bi xwe yên niha ku dinivîsînin vî karê bikin. Pêwîst e ku em bi vê rabin da ku weke her welatekî cihanê em jî dîroka xwe ango xebatên xwe binivîsînin da ku em xwe bidin nasîn.
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.