Weke em hemî dizanin ku li hember zor û zilmê, dema çîroskek di wê tofan û şevreşê de pê dikeve, hêdî hêdî dora xwe ronî dike, kesên rûyên xwe veşartibin, ew rû di wê ronahiyê de tê nasîn û zanîn.
Em dizanin dayikekê cara ewil ji bona kurê xwe ji destê pkk azad bike, wî li mala wî, li bav,dayik, xuşk û brayên wî vegerîne, li ber avahiya HDP li Diyarbekirê kete nava çalakiyê û li ber deriyê wan rûnişt.
Di vê rûniştina xwe de daxwaza wê ji hdp ew bû ku lawikê, kurê wê li wê vegerîne û di daxwaza xwe de bi ser jî ket.
Vê berxwedana wê dayikê hêz û qawet da hin dayikên din da ku ew jî bi çalakiyên xwe û li ber deriyê hdp rûniştinê, daxwaza zarokên xwe bikin, kirin û wê bikin.
Wê çirûskê tirs û xofa li ser hin dayikan rakir da ku ew jî li ber deriyê hdp rûnên û daxwaza zarokên xwe bike ku wan ji mirinê azad bikin. Ji ber niha fêm kirin ku mirina zarokên wan di ber şerekî ne di berjewendiya welatê wan kurdistanê de ye.
Daxwaza van dayikana daxwazeke rewa ye. Gelekan ji wan, dema zarokên xwe bi şahî dişandin çiyê, wan wê demê bawer dikirin ku wê ew zarokana rojekê welatê xwe azad bikin da ku kesên li dû wan rehet û azad bijîn.
Lê piştî van dayikana fêm kirin ku zarokên wan di ber xurtkirin û neperçekirina komara tirkiyê de tên kuştinê, xwestin zarokên xwe bi şûnde vegerînin û wan ji mirina di ber dagirkeran de xilas bikin.
Îro tê zanîn ku çalakiya wê dayikê, serî hildana wê, agirê azadiya zarokan ji ber tofana şerê ne di berjewendiya kurdistanê de azad bike bû, îro roj bi roj ew çirûska agirê ji bona tariyê ronî bike, geş dibe, niha dilopek e, sibê wê bibe lehî.
Lê heyfa min tê li wê heyfê ku wan partî û rêxistinên ji xwe re dibêjin,em kurd û kurdistanî ne, li hember vê bêdeng in, newêrin dengê xwe ji bona daxwaza dayikan ya rewa derxin.
Di prodestokirina qayûman de hin serok û rêvebirin partiyên dibêjin em kurd û kurdistanî ne, li ser kevirên kolanan rûdiniştin, ev bûyer protesto dikirin, di televizyonan de axaftin dikirin û bi quretî gotinên qelew dikirin.
Lê gelo wan serok û rêberana îro li ku ne? Çima narin nava wan dayikên daxwaza zarokên xwe ji pkk dikin? Çima nakevin nava wan û vê daxwaza wan ya rewa bi raya giştî re parve nakin?
Ew nabêjin lê ez ê bêjim: Ji ber ew ji pkk ditirsin û ditirsin ku ew bikevin nava wan dayikên daxwazên wan rewa ye. Ditirsin ya wê lêdanê bixwin, ya wê ji hin ranta ji pkk digirin bê par bimînin. Ya jî daxwaza wan ya rojekê bi rê û alîkariya pkk bibin perlemen an serokê şaredariyan dê pêk neye.
Dema serok û rêberên partiyên ji xwe dibêjin em kurd û kurdistanî ne, li hemberî helwest û daxwazin rewa bê dengê bimînin, divê bê zanîn ku wana ne kurd û kurdistanî ne, ew berjewendîperest in.
Divê hin fêr bibin ku ew ji bona berjewendiyên xwe yên şexsî navê kurd û Kurdistnî li xwe kirine da ku xelkê bi van bêjeyan bixapînin.
Kurd û Kurdistanî ew e ku berjewendiya kurdistanê li ku be divê mirov û paratiyên ji xwe re dibêjin em kurd û kurdistanî ne li wir bin. Heger ne li wir bin divê mirov ji wan şik bikin. Îro yek partî jî piştgiriya vê çalakiya dayikan nakin. Çima???
Kurd û Kurdistanî ew e ku pêketina çirûskek agirê li hember zorê û ji bona azadiyê li ku pê ket divê ew wî agirî gûr bikin.
Ew jî erkê siyasetmedar, rewşenbîr, ronakbîr. Partyên ji xwe re dibêjin, ez kurd û kurdistanî me. Heger vana jî, îro wî erkê xwe pêk naynin, divê êdî em ji wan bawer nekin û bizanibin ku wan hê zincîrên tirsê neqetandin e. Kesên tirsonek sîngên boz nabînin…
Ez çalakiya wan dayikên daxwaza zarokên xwe ji pkk dikin pîroz dikim…
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.