Serokê netewa Kurd BARZANî…

Heçê vî navî nizanî ji dîroka pê par î

Bube Eser

16.02.2020, Paz | 09:35

Serokê netewa Kurd BARZANî…
Nêrîn Belav bike

Di jiyana miletan de, di tekoşîna gelan de serok û serokatî rol û erkekî girng dilizîn. Serok bi ked û cahda xwe, bi xebat û berxwedana xwe, bi nerîn û dîtinên xwe, bi helwesta xwe ya neteweyî ku ji bona gelê xwe azad bike, dixebite kar û erkên xwe yên serokatiyê tîne cih.

Ji ber vê jî serok û serokatî di jiyana gelan de ciheyekî taybet digire. Loma ew dibin reng û dengê gelê xwe, dibin rêber û desthilata gelê xwe. Ji ber vê jî ew reng û dengê civatê pêk tînin û dibin serok û rêvebirê gelê xwe.

Di civatên pêşketî de her çiqasî rola wan hebe jî ne weke miletên kolonî, bindest û paşde mayî ne. Di civatên paşdemayî de serok bi hêz û qaweta xwe, bi zanebûn û têgihiştina xwe dikare civata xwe jî weke xwe bike. Ango ew çi bifikire, çi bixwazî wê bi saya deshilatiya xwe dixe jiyanê.

Heger em dîroka gelan bixwînin em ê vê yekê pir bi rehetî bibînin. Em ê bibîni û bixwînin ku bê serokên welatan di çi rê û rêbazan de rola xwe, ji bona pêşvebirin an paşde mayîna gelê xwe lîstine.

Em dîsa dizanin û me xwendiye ku jiyana gelan çawa li gor reng û dengê serokên xwe reng girtine û jiyana xwe bi çi awayî bi rê ve birine û dibin, diyar e.

L ê hezar mixabin ku me kurdan heta niha weke hatibe xwestin em li ser rol û erkên serokên xwe ranewestiyane û serok ji hev cûda nekirine. Ya me pesnê hinan daye, ji wan re li çepikan xistiye. Bi bijîbûnê çavên wan kor kirine ku şaşî û çewtiyan nebînin, bi dengê berz guhên wan xetimandiye ku nebihîzin,, me bi vê helwesta xwe ya xerab rê nedaye wan da ku ew tiştên baş ji bona me, ji bona gelê xwe bêjin û binivîsînin.

Li gel van şaşiyan, me rastiya hin serokên xwe jî nedîtine. Em weke hatibe xwestin nebûna pesindarin wan. Heta ji me hatibe em nebûne piştevanê wan. Aha qelsî û nezaniya me ev bû. Loma jî em di vî warî de, di ezmûna xwe ya neteweyî de bi serneketine.

Çima vê dibêjim?

Çi dema em kurd dîroka Barzaniyê nemir û Barzaniyan bixwînin em ê vê yekê pir bi rehetî bibînin ku bê wan çawa ji bona gelê xwe bighêjînin azadî û serxwebûna wî kar kirine-

Ji ber ku di hemî tevgerên Barzaniyan de em xeta neteweyî û wêrekiya kurdewarî dibînin. Lewra jî van herdu xalan kurd li cihanê zindî kirin ku ew bikaribin her bijîn.

Di nava tevgera Barzaniyan de Barzanî yê mezin, serokê neteweyî ê kurdan jî yek ji wan kesayetiyan bû ku di her gav avêtineke wî de em li şopên bîr û baweriyên neteweyî û azadiya kurdistanê dibînin.

Barzaniyê mezin bi wê zanîna xwe, bi wê têgihiştina xwe, bi wê cesaret û wêrekiya xwe ji bona gelê xwe her xebitiye ku gel bighêjîne azadî û serxwebûna wî.

Loma nemir di nava vê tekoşîna dûr û dirêjde ji bona me kurdan rê û rêbazek pêk anî. Ji ber ku wî dizanî bû ku miletek bê rêbaz nikare tekoşîneke li ser asasê netewebûnê bide. Lê me kurdan heta niha jî ew rê û rêbaza wî danî bû baş fêm nekirî ye. Ew baş nexwendiye ku bizanibin wî ji bona me çi gotiye.

Ya rastî ew e ku em çiqasî behsa nemir Barzanî bikin, çiqasî pesnê wî ji bidin têr nake. Loma ez dibêjim heger em ji wî hez dikin, divê em berê her tiştî, rêbaza wî daniye baş fêr bibin, gotinên wî di serê xwe de bi cih bikin ku bikaribin azadiya gelê xwe li ser xeta neteweyî bidin.

Ji ber Barzanîyê mezin gotiye: ”Ew kesên neteweyî nefikirin tim dikarin welatê xwe bifroşin”. Heger hin kurdan li gor vê hevoka wî tekoşîna xwe dabana wê îro wan cahsên Kerkuk radestî dagirkerên xwe kirin, tune bana.

Di tevgera her çar perçên kurdistanê de şopên Barzanî yê nemir heye. Lê ev têr nake. Heger di her çar perçande tevgerên azadîxwaz li gor wê rê û rêbazê tevgeriyabana bawer bikin niha kurdistana mezin hatibû damezrandin.

Ya rastî ew e ku mirov qet û qet nikare bi nivîsekê wî serokê neteweyî yê herçar perçên kurdistanê, nemir Barzanî bide zanîn û wan gotinên wî yên ji bona azadiya gel şirove bike.

Çi dema kurd bidin ser wê şopa nemir. Wan gotinên wî fêm bikin û têxin jiyanê, wê azadî û serxwebûn bibe para wan. Ji ber Barzanî dost û dijminê gelê xwe baş dinasî,tim li gor vê tevdigeriya. Loma jî ew felsefa wî bi serket. Û di encamê de em kurd li başûrê Kurdistanê bûne xwediyê xwe û perçeyekî azad.

Ez ê bi çend gotinên nemir vê nivîsê bi dawî bînim û dibêjin; kurdno li ser gotinên serokê xwe Barzaniyê nemir rawestin. Wan bixwînin û heta ji we tê wan bixin jiyanê da ku hûn bikaribin gelê xwe azad, welatê xwe ji bin nîrê dagirkeran derxin û ji bona gelê xwe rehetî û demokrasiyê bîne. Fermo em bi hevre bixwînin bê Barzaniyê nemir ji bona me çi gotiye û aniye zimên.

”Li Azarbeycanê Bakirov dixwest ku Barzanî di bin emrê wî keve. Wî dixwest ku ew emir bide Barzanî û hevalên wî. Lê Barzanî weke tu caran serî ji kesekî re dananî bû, wî ev helwesta xwe li hember Bakirov jî danî û got: ”Heval Bakirov em nehatine vir da ku tu me tehdît bike. Heger ez ji tehdîtan bitirsiyama te ez li vir nedidîtin. Em hatine vir ku dengê gelê xwe ê muzlum bighêjînin soveyeta ku mafê neteweyan diparêze. Lê em ê di her hal û rewşê de şexsiyeta xwe biparêzin. Em serê xwe ji tehdîtên tu milatan re danînin. Divê tu vê bizanibe. Em xelkekî ser bi xwe ne û ne perçekeyêkî ji Azarbeycanê ne.” (Ji romana min Barzan Barzan Digirî)”.

Di roja 17/4/1967an komîteya navendî ya partîya demokrat ya kurdistanê, civîneke berfireh li “Kanî Simaq” li kêleka Gelale saz kir.Di wê civînê de serok Barzanî dibêje;

“Pêwîste em wezîfeya xwe baş bizanibin, ger hemû berpirsên şoreşê ji bo berjewendîya şoreşê kar nekin û xemsariyê di wezîfeya xwe de bikin, em bi xwe dê bîn dujminên xwe û dê bîn xizmetkarên dujminê gelê xwe, divê em têbigihin ramana Gel çiye? Ramana rexneyê çiye? Ramana Kurdatî û Netewatî çiye? Ew berpirsê ji bo berjewendîya xwe ya şexsî dest ji berjewendîya şoreşê berdide, yan ji bo berîka xwe û ji bo pere, yan ji bo xwe mezin kirinê bizavan bike, yan guh nede fermanan û ji sîstemê rêvebirinê derbikeve, ew kes ne kurd û ne xizmetkarê şoreşê ye”.

“Heger dilê Gel bi mere nebe, em hezar caran ji niha bihêztir bîn, wê bişkên û emê nekarîn serketinê bînîn”

“Me êrîşa kesê nekirîye û êrîşî kesê jî nakîn, em berevaniyê ji mafên şer’î û ji mal û namûs û jiyana Gelê Kurd dikîn”

“Birayên ezîz hemû serweriyek û hemû bizavek li cîhanê ji bo xizmet kirina milletekê tê kirin, pêwîste ew kesên kar û barên vî Milletî di destan de, tenê berjewendiyên gelê xwe biden pêş çavên xwe û hemû enaniyet û berjewendiyên şexsî ji bîr bikin û her çi karek ji bo berjewendiya Milletî be heger bo wan jî yê xweş nebe pêwîste bikin û bi dûv nefsa xwe ne kevin”

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
4974 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:02:36

Bube Eser

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Di siyasetê de salmezin!!! Pêşîvekirina tevgera Bakurê Kurdistanê divê çawa be??? GAZÎ Û HAWAR E Heger ez bibim desthilat!!! Di nêz de Selahattin dikin serokê Kurdan!!! Dem dema yekitiya PDKyiyan li bakurê Kurdistanê ye!!! Gelo heta kengî ev mejî??? Hêviyên me û HAK-PARek çawa??? Mejiyê ku hatibe dagirkirin Serketin çawa dê pêk bê??? De werin em li hev vegerin û dest bidin hev… Doza Miletekî Çawa Bi Serdikeve??? PAK û TDK Xebat ne bi gotinê bi kirinê dibe!!! HAK-PARê pîroz dikim!!! Çıma HAK-PAR Yekıtıyê Naxwazî(!) Barzaniyê Mezın Çı Da Me Kurdan? Helwesta PSK ê ne helwesteke rast e Kurdno di sed saliya Lozanê de vê bikin… Rêzgirtin tifak û bihevre karkirin Hilbijartin yekitî û HAK-PAR!!! Divê li Bakurê Kurdistanê çi bê kirin? Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (8) û dawî Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (7) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (6) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (5) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (4) Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de (3) Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de. (2) Rewşa Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de. (1) Encama Semînerên min, dîtina kesan û malwêraniya me!!! Kurdno werin em destên xwe bidin hev hêza xwe bikin yek!!! Em êdî hevdu fêm nakin! Abdullah Ocalan got… Çima Barzanî û dîsa Barzanî? Divê HAK-PAR çi bike? Kî zorê tadê û êşkencê li kurdan bike, Kurd dibin hezkiriyên wan!!! Kongreya HAK-PARê Bêdengî qebûlkirina bindestiyê ye! Gelo em çiqasî welatparêzin? Siyatmedar û sal mezinên me!!! Felsefe ango Rêbaz!!! Kê dinya hejand û Kurd zîndî kir? Gelo ez kîme û çima tenê bi kurdî dinivîsînim? Kurdên bakurê Kurdistanê siyasetê fêm nakin!!! Em Kurd çima bi sernakevin??? Teqandina boriya neftê ji bona çi bû??? Şêx Ahmed Barzanî kî ye? Sala nû û hêviya gelê Kurd Kurdên me ecêb in!!! Pêwîst e em di Navenda Kurd de bibin yek deng! Barzanî û Evdila PDK û Pkk Kurd û pêkanîna konferansan? Serketin bi piştgiriyê dibe! Deh rojên di zîndanê de me! uu Girtin, binçavkirin. Zîndankirin û kuştin Kê mirîdî avifirandiye? Hilbijartina li Iraqê û li Kurdistanê qediya lê… Mirov çawa dikare xwe ji Penceşîrê (Qanser) biparêze û jê xelas be??? PKK Kî ye, kî ne û çi dike??? Bijî Sosyalîzma Kurdan(!) ya ji bona tunekirina wan. Me têk bir… Çima protesto û ne devjêberdana tirkî Emerikayê çi kir û divê em Kurd çi bikin??? Dengê têkbirina Kurdistanê tê!!! Bê dewletî û berjewendî… Rexne agir e… Gotina Enfalê rehet e, lê fêrbûna wê zor û zehmet e!!! Bê helwestiya Kurdan li hember PKK/PYD!!! Seredana HDPK(K)ê Ev destpêkek e ji bona PK(K)!!! PKK di destê dagirkeran de bûye vîrusek bê derman!!! Em çima li ser xelkê digirîn? Dîasporê çi da me çi ji me girt??? PKK û Kurd, azadî û serxwebûn Partî û rêxistinên me yên bakurê Kurdistanê!!! PKK û Lozana nû!!! Kurdno ji bona Lozana dudan xwe amade bikin Bi kadirên kevn partiyeke nûjen enî an cephe çê nabe!!! Peymana Lozanê diqede!!! Zîndana Diyarbekirê û EM!!! Ji bona çi partiyên kurd bi ser nakein!!! Em ji Dalkurd çi dixwazin??? Hêviya me di sala nû de divê çi be??? Îsmaîl Beşikçi bi eslê xwe tirk e. Gelo bratî çi ye û kî biran e??? Kurdno him şiyar bin, him jî agahdar bin!!! Xelata Nobelê û Kurd Dema nêrek bê xesandin!!! Zîndana Diyarbekirê û Enfal PKK çi dixwazî??? Çima Barzanî??? Me dikujin, wêran dikin û em…!!! Ka em çi bikin??? Û berê xwe bidin kîjan partiyê… Damezrandina PKK û lîstikên wê!!! Rewş li bakurê Kurdistanê Piştî ba û bahozê aramî ye Kurdno ji bona siberojeke xweş hazir bin!!! Şert û mercên yekitiya Neteweyî… Divê Kurd şahiyê bigirin û bigerînin... Serok in lê ne neteweyî ne… Tirkî xweş e û heta tu wî bi kar bîne tu nabe kurdekî weke Kurd… Kurdno!!! Malxerabno ma ne bes e êdî!!! Em Kurd miletekî weha ne!!! Kurdno!!! Îro rojava ye sibê, bakur, rojhilat û başûr e. Sebir û sikûnet avakirina dewleta kurdî ye!!! Dilxweşî kêfxweşî û serbilindî Heta tu kurdî bi karnîne tu nabe weke kurdekî!!! Çîroska agirê şevreşê ronî bike pê ket Civata me sal mezinan!!! Lîstik pir in lê yên fêm bikin tune ne. Kurd kirine pez pkk jî kirine şivanê wan Êdî dev jê berdidim!!!! Leyla Guven û Greva birçîbûna wê Girîngiya hukumeta nû ya Başûrê Kurdistanê Bi gotneke tahl û rastiya partiyên me Boxtan, Derew û şelaftî… Barzanî û Şoreşên wan!!! Dagirkerên me niha di nava lîstikek nû de ne!!! Azadî demokrasî û serxwebûn bi rêya partiyan û dezgehan tê Nameyeke vekirî ji bona rêzdar Mesud Barzanî Daxwaza Apo, Apocî û Apocitiyê çiye? Em ji ku hatin, li ku sekînin û bi ku diharin? Vê hilbijartinê çi da me Kurdan??? Bê Deweletî mirin e Ji bona koçkirina 40 saliya nemir Barzanî. Di siyaseta kurdan de hin qarekter Barzanî çima û çawa bi serdikevin? Gelo em çima kêm caran behsa PDKÎ dikin? Di hilbijartina herêmî de helwesta partiyên me divê çi be? Gunehkariya Partiyên Bakurê Kurdistanê!!! Em çima nabin dewlet??? Roja 9 meha îlonê dê çi bibe? Erd hêj û mejî hêj yanî zelzeleya erdê û mejî Li Bakurê welatê me çima yekitiyek xurt pêk nayê? Siyaseta Kurdan!!! Partiyên me çima bi ser nakevin? Neteweyîbûn çi ye? Kî neteweyî ne? Ma ne bese êdî Ez westiyam!!! Lê… Kîne rêxistin û partiyên me? Siyaset li bakurê Kurdistanê Hilbijartina 2019an li Tirkiyê û helwesta Kurdan Kurd çima nabin dewlet? Kurd çima nabin dewlet? Îro pêwîstiya bakurê Kurdistanê ji çi heye? Kurdno bibînin ku hûn dişewitin! De ka ez ê çawa binivîsînim Kongreya HDP û Kurd Kurd, Erdogan û darbe! Di rojhilata navîn de ava serê kê dikele? Çima nivîsandina Roman û Şanoya Enfalê? Siyaset li bakurê Kurdistanê Xemginiya min ji bona hin dostan Bi kêrê hustiyê min jê dikir Dost di rojên teng de diyar dibin Barzaniyan çi kirin? Em carna neheqiyan li partiyên xwe dikin!!! Daxwazî û Agahdariyek Têgihiştin... Têgihiştin... Ji ber çi û çima Mesud Barzanî? Em û partiiyên me Barzanî û sê şoreşên talî Barzanî ne bi tenê ye!!! Kurd çima wenda dikin Mam Celal çû lê… Rastiyek ji rastiyan Referandûmê çi da me??? Rewşa Aloz û Rexne!!!! Kî Çima li dij referandûmê ne? Kî/kê bêtir xizmeta zimanê tirkî kirine û dikin Em Li Ku Ne! Enfal!!! Ev Şansa Kurdan ya Talî ye! Kurd û Îsraîl Dagirkirî çaw pêk tê? Çima kurd li hemberî hev ewqasî dexs û hesûd in? Em û partiyên me Kî û çima sansorê bi kar tînin? Apoyiyan çi digotin û niha çi dibêjin? Giringî û pêwîstiya referandûmê Ziman û rewşenbîrên Akedemîk!!!! Şoreşa Gulanê Kurd û xurifandina wan Çima PKK damezrandin??? Dayikên Me! PKK Çi Dike??? Kurd dê çawa azad bibin? Em, civat û partiyên me RNK-KUK, Ala Rêzgarî û PKK Serok û Serokatî Kurd çima bi ser nakevin? Rexne û Partiyên me! Barzanî û Helwestên wan PKK û êrîşkariya wan ya… Barzanî kî ne? Sûcdar kî ne??? Em Çima Dinivîsînin? Rastî ji xeyalan pêk tê lê PKK ji çi pêk tê??? Çima ev partî ? (Me partiyeke çawa divê? -II) Me partiyeke çawa divê??? Çareserî? (Çi çû çi hat pkk ji ku hat - 2) Çi çû çi hat û PKK ji ku hat??? Çima Kurdistaneke serbixwe û PKK??? Muxalefet Çi Ye? Muxalefet Çi Ye? Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... PKK Tu Caran Naqede!!! PKK Tu Caran Naqede!!! Partiyên me çi dikin??? Partiyên me çi dikin??? PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! Firseta zêrîn ji dest dihare Firseta zêrîn ji dest dihare Pêşeroja me û PKK!! Pêşeroja me û PKK!! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Dîrok, bîranîn û PKK Dîrok, bîranîn û PKK Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Sê xeterên kurdan yên sereke Sê xeterên kurdan yên sereke PKK çawa dest pê kir? PKK çawa dest pê kir? Analîzeke kurt li ser PKK Analîzeke kurt li ser PKK
x