Ez di roja 2.1.1980ê li bajarê qedîm li Diyarbekirê di daîreya ku min lê kar dikir hatim girtinê. Sedema girtina min ew bû ku ez xwendavanê uniwersiteyê ango zankoya aborî bûm. Min him kar dikir him jî dixwend û him jî berpirsekî ji tevgera xwe ê çalak bûm. Evana hemî bû bûn weke kelemê ber çavên karbidest û dagirkerên tirk da ku min bigirin girtin. 72 roj êşence li min kirin û nêzî sê salan jî di girtîgeha bi nava û deng ya Diyarbekirê de razam. (1980-82).
Pişî ku hatim berdan û li swêdê bi cih bûm, bi qasî du salan ji bona tenduristiya xwe li nexweşxanên swêdê hatim dermankirin û li gel du emeliyatan, hinekî bi serxweve hatim.
Piştî ji zîndanê hatim berdan û heta pênc salan hema bêjin her şevên min di zîndanê de, bi polîs an leşkeran re şer û di bin êşkencan de ji xewa xwe bi tirs şiyar dibûn. Ez weha bawerim kesên di wê zîndana Diyarekirê ya bi navê 5nolî de razabûn hemî jî weke min, bi tirs û xof ji xewa xwe şiyar dibûn.
Lê herku dem derbas dibû, wan xewnên min ên bi tirs jî kêm dibûn. Lê tu caran bê wan xewnan ne jiyame û zehmete ku bijîm.
Min pirtûka hevalê xwe ê hefsê ku em di yek qawişê de bûn, bi dest xist û ev zêdeyî hefteyekê ku wê dixwînim, her dixwînim wê şevê jî dîsa weke salên piştî girtîgehê hatibûn berdan, ji nû de jiyam. Bi wan xewnên bi tirs û bi xof , bi girtin, bi êşkencekirin, di şer û pevçûnan de, ya dihatim girtin û min dişandin wê zîndanê, ya jî xwe li wir didît. Û li wir tiştên dianîna serê me girtiyan ji nû de dijiyam.
Hêja Mihemedê Ehmoyê Kejo bi navê ”Çêrokên Guncikê Dojehê” pirtûkek bi kurdî û qirasê ku hema bêjin hemî bûyer û kiryarên wê zîndanê têde hatine dîtin nivîsî ye. Mala wî hezar caran ava bî ku camêr ev berhema delal ya ku weke dîroka pirtiyên wê girtîgehê ye, bi kurdî nivîsî ye û kiriya malê pirtûkxana gelê xwe.
Pirtûk ji 459 rûpelan pêk tê û her rûpeleke wê bi serê xwe dîrokek e. Ji ber ku ez jî di wê zîndanê de mamê û em demekê dirêj di yek qawişê de bûn, gelek bûyer û kiryarê wê zîndanê dizanim ji ber ku min romaneke bi kurdî li ser wê zîndan di sala 1994an bi navê Gardiiyan weşandibû.
Lê bi rastî gelek tiştên ku ez jî bi saya vê berhema delal fêr bûm ku bê wan zebeniyên wê dojehê çi anîbûn serê wan ciwanên kurd û yên fedekar û xebatkarên gelê xwe. Bê çiqasî zor û zehmete ku dema li ber me re li hevalê me re êşkence dikirin. Lê ya ji wê zortir jî ew bû ku dema hevalekî te di nav destên de û bê hêvî li benda mirina xwe be.
Di wê zîndanê de û di vê pirtûkê de mirov dibîne ku bê wan canfedayên gelê xwe bi hevre xwedî çi helwest bûn û li dij wan zebeniyên dojehê û serokê wan Esat Oktay Yildiran berxwe didan û parastina hevalên xwe dikirin.
Ji bona hevalên wan ê nexweş lêdanê nexwin, kesên din çawa di ber wan de lêdanên nedidît didîtin ku bê xwe aciz bikin.
Em di pirtûkê de dibînin ku dema 10 kes ji qawişa 21 yekê dixin hucreyekê, tade û zilma li wir li wan dibe, dixwînin. Dibînin ku hevalên wan î nexweş ku bê çare bûn, ew û hevalên wan jî dizanîbûn û fêm dikirin ku êdî xelasiya wan nemabû, dema ji hev diqetin, di bin psîkolojiyek çawa ji hev xatir dixwazin.
Piştî çûna wan bê çaw bi şiklekî gelekî bi dizî ku dema li hev dicivîn û karkar dibêje; ”Hevalno ev roj e nayê ji bîrkirin. Em van dîmenan yek bi yek di di nav mejiyê xwe de xêz bikin û bikolon. Bila bîranînin me hemiyan di mejiyê me hemûyan de bi xêzên reş û kûr nexşandî bibe. Dibe ku rojek were û hinek ji me ji vir bi zîndî rizgar bibin. Wê gavê bi pêşkêşkirin û bi karanîna hemû derfetên xwe ew dîmen û bûyer û bîranînên di mejiyê xwe de veşartî ji nas û dost û raya giştî re û heya cihê ku dengê wî bighêjiyê divê bide diyarkirin”. Çîrokên Qundikê Dojehê Rûpel 387
Cihê mixabiniyê ye ku ewqas kesên me, ciwanên me di bin darên wan zebeniyên dojeha Diyarbekirê de derbasbûn, lê heta niha tenê sê kesan ew wahşet, ew zîndan bi kurdî anîn zimên. Bi kurdî nivîsîn û bi kurd ew êş û êşkencên li wan hatibû kirinê, pêşkêşî gelê xwe kirin.
Lê niha jî diyar e ku piraniya kesên ji wê dojehê azad bûn, zimanê xwe yê ku di zîndanê de hatibû qedexekirin piştî serbestbûna xwe wan jî êdî ew ziman li xwe qedexe kirine. Ya zor û nayê qebûlkirin ev e. Ev dide diyarkirin ku dijminê me jî dizane ku kurd bi zorê qedexeyên li ser xwe qebûl dikin û dûre jî heta ku hebin wê berdewam dikin.Lê ez şaş dimînim ku wan girtiyên canfîda çawa gotina hevalên xwe Karker bi zimanê xwe pêk neanîn û naynin. Weke pîrekên dêrikiyan li ser tenûran dibêjin; ”Ji bîr kirin û ne li minê û ne te yê”.
Divê carekê şerm û fedî li wan kesên di wê dojehê de, di bin darên wan zebeniyan de derbas bûne, hevalên wan ji ber wan êşkenceyan mirin, birçî, tazî mane û bi serde zimanê wan jî li wan hatibû qedexekirin. Lê piştî berdana xwe çi yên li welêt û çi jî yên li ewropa piraniya wan hê jî nikarin terka zimanê dagirkerên xwe bikin.
Ji roja min ev berhema delal xwend û heta min qedan, nivîskarê vê hêja û dostê min î delal, ez li temamê wê dojehê ji nû de gerandim. Min xwendina wê carna bi girî, carna bi hêrs dixwend. Her rêzeke vê berhemê kîna min ya hinekî temirî bû ji nû de geş kir û hezkirina hemî tirkan bi temamê ji dilê min derxist.
Ji ber ku her desthilatek însanên xwe jî li gor xwe perwerde dike. Ez bi xwe nikarim bêjim, desthilat an karbidestên tirkan xerab û miletê wî baş e. Na, hezar carî na. Ji ber ku ew milet jî ji wê çand û kulktura êşkencekirinê û bi dijminatiya kurdan hatine perwerde kirinê.
Brayê xwe yê hêja dostê min î delal, hevalê min ê wê dojehê û wê qawişê, pîroz dikim ku ev berhema him bi zimanê dayika xwe nivîsîye, him wan bûyerên ku min bi xwe jî gelek ji wan nizanîbû, daye zanîn û him jî pirtûkxana gelê xwe, bi berhemeke weha delal dewlemend kiriye, pîroz dikim.
Ez serê xwe li ber hemî cangoriyên wê dojehê ditewînim û dibêjin, ey kurdno xwedî li wan çend kesên ji wê dojehê niha sax mane, derkevin. Vê berhema delal bixwînin hûnê jî fêr bibin bi wan zebeyên wê dojehê çi anîbûn serê heval, bra û dostên te.
Dîsa mala te ava bî brayê min qedirbilind û wan tilîkên te yên van rêzana ji bona me, ji bona dîrokê nivîsîne maç dikim. Bi hezaran kurd di wê girtîgehê de jiyan lê heta niha tenê sê berhemên li ser wê bi kurdî hene. Bile ev jî bibe şerma wan kesên ew dojeh bi tirkî nivîsîne û terka zimanê xwe kirine. Bila ev bibe şermeke mezin ku hin dixwzin an dibêjin, ez dixwazim bi carekê de wê dojehê ji bîr bikim.
Aha ev serê deh rojan e ku bi xwendina vê li wê dojehê vegeriyame, min ew qedend û dema xwendina wê de nivîskarê haja ez ji nû de li wê gerandim. Lê ez dizanim heta demek dûr û dirêj jî ez ê dîsa bi wan xewnan bi wê tirs û xofa lêdana zebiniyên wê dojehê ji xewê çeng bibim. Ez ê heta demeke dirêj, dîsa bi wî agirî bişewitim lê bila, divê ew neyê ji bîr kirin û divê em tim bikaribin bi saya berhemên weha wê tim bi bîr bînin.
Daxwaza min ji hemî wan girtiyên wê dojehê ew e ku bila hemî gotina karker an pêşniyara wî bixin jiyanê, herkes destpê bikin û zanînên xwe, bîranînên xwe bi zimanê dayika binivîsînin. Niha jî ne dereng û destpê bikin.
Encam
Piştî peymana lozanê ya 1923an bakurê kurdisgtanê jî weke vê zîndana Amedê kiribûn û kirine. Ji bona kesên di serîhildanên ji bona azdiya gelê xwe li hember dagirkeran şerê azadiya gelê xwe kiribûn, çi tiştin pîs û xedar hebûn anîbûn serê wan qehremanên me. Ew tişt di zîndanê de jî dianîn û anîbûn serê girtiyên kurd yên canfedayên gelê xwe bûn.
Lê piştî yekîtî û bi hevre helwestgirtina girtiyan ew ji bin wê zor û zordariyê azad kir. Gihiştin hin mavê xwe. Loma nivîskarê hêja ev jî weha anîbû zimên: ”Hemû qewl û sozên girtiyan yek bû. Di nav wan de tu mixrikî û nakokî nemabû. Tevde amade bûn, dilxwaz bûn, li pişt hev bûn û ji serketinê re jî xwedî hêviyeke xurt bûn.” Çîrkên Qincikê Dojehê Rûpel: 427
Belê çi dema li bakurê kurdistana ku weke zîndana Diyarbekirê ye, partî û rêxistinên me, kes û kesayetiyên me, dam û dezgehên me bibin xwedî yekitiî û bi hevre helwestgirtinê dê ewên jî bakurê kurdistanê ji bin nîrê potînên wan leşkerên bê bav azad bikin. LÊ….
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.