Ka em çi bikin??? Û berê xwe bidin kîjan partiyê…

Partiyên me yên doza azadiya gelê xwe,û serwebûna welatê xwe dikin. Lê ji bona azadiya wî welatê tiştên pêwîst û lazm jî pêk naynin.

Bube Eser

04.06.2020, Per | 22:27

Ka em çi bikin??? Û berê xwe bidin kîjan partiyê…
Nêrîn Belav bike

Em weke kurdên bakur ketine rewşeke weha ku heta niha qet tiştekî bi vî rengî. Bi vî awayî û bi vê helwestê nehatiye serê  kurdên bakurê Kurdistanê.

Partiyên me yên doza azadiya gelê xwe,û serwebûna welatê xwe dikin. Lê ji bona azadiya wî welatê tiştên pêwîst û lazm jî pêk naynin.

Em hê ji bona tiştên bi çûk û gelek ji wan bê mane ji hev dixeyidin. Ji rexneyan zêdetir hevdu gunehbar dikin. Bi vê jî dilê me ji hevdu dimîne û êdî nêzîkaya nave me xerab dibe. Helbet ev ne tiştekî baş e ku hin ji endamên partiyan vê dikin.

Karê partiyan divê ne bi mijûlbana şexsan be. Lê dema karên asasî nekin an bi erkên xwe ve ranebin, ji bona mijûlbûna xwe, bi şexsan re dibin muxatab.Û rexneyeke bi çûk li partiya wan an li serokê wan bê kirin, aha wê demê jî dibin agir.

Lê ji bona ku em hê nebûna neteweyî , loma em him teng in, him rêxistinî ne, olî ne, hizbî ne, sosyalîst û nîjadperest in. Helbet di her neteweyekî di vana hene, lê ê xelkê ji bona berjewendiyên netewa xwe dibin yek. Ê me jî bi hev û bi kesan dikevin.

Dema em li dîroka xelkên li vê cîhanê dinêrin û dibînin ku ew ji bona doza gelê xwe tim bûne yek û li ser asasê azadî an demokrasiya welatê xwe her li gel hev  in.  Ji bona parastina gelê xwe tim bi hevre ne û êrîşên têne ser welatê wan hemî li gel hev li dij wê dibin xwedî yek helwest.

Ji roja welatê me perçe kirine hêdî hêdî mejiyê me, hebûna me, bîr û raya me jî perçe kirine da ku em nikaribin hev qebûl bikin, li ser asasê parastina berjewendiya gelê xwe bibin yek an li gel hev, kar û xebatê bikin.

Vê perçebûnê, vî mejiyê dagirkeran ê bi darê zorê bi me daye qebûlkirin, roj bi roj ew cihê xwe di nava civata kurdan de digire û girtiye.

Çine ev???

Niha bala xwe bidinê, dema tu partiyekê rexne dike, endamên wê dibin agir û dixwaze te bişewitîne, heger vê bi dest nexe, ji te dixeyide û êdî mirov nikare silavekê jî bide hev. Lê ji bîr dikin ku niha ji her demê bêtir pêwîstiya me ji hev heye.

Dema tu li gor xwe hin tiştên îslamê, rexne dike an daxwzekê ji wan dike ku tiştên ew diparêzin, ew li gor wan rast e. Lê dibe ku li gor hinên din ne rast be. Tu hew dibîne ew jî dibin agir û mala me re dişewitînin.

Çi demê tu weşanxaneyekê rexne dike, êdî ew berhemên mirov çap nakin û ji destê wan bê dê nehêlin yên din jî berhemên  me re çap bikin.

Tu nivîskarekî ji ber şaşiyeke wî rexne dike, ji xwe ew ji herkesan bêtir tund dibe, hêrs dibe. Ji ber ku kesên weha di ser xwe re tu kesên din nabînin.

Tu dibêje agir bi kurdistanê ketiye, ka partiyên doza azadî û serxwebûna kurdistanê dikin li ku ne, endam ango mirîd dibêjin, ev ji me tê, kerem bike tu partiyeke veke û helwesta xwe bîne cih.

Tu dibîne, hema hema rojê kurdek tê kuştin, lê partiyên me bê helwest namînin derheqê bûyeran de bi tirkî daxuyaniyê didin!

Tu dibêje, partîno armanc û hedefa we serxwebûna kurdistanê ye, lê hûn nikarin ji bona bûyerek 5 kesan derxin kolanan. Lê ew dibêjin; tu ewqas wêrekî were tu derkeve.kolanan…

Tu dibêje; heyran berê di demên me de ango salên 1970-80 li hember bûyerên qirêj milet, xelk li kolanan bû, çima tu îro bê dengî? Dibêjin şert û merc hatine guherandin, em bi belavokan wê bûyerê şermezar dikin.

Yanî weke mesela ê gundî dikin. Xelkê li talanê wî ango li ê gundî xistibûn, wî digot: ”Min bi xeberan (skifan) tu tişt di wan de nehişt”.

Aha rewşa partiyên me jî ev e. Tu çi dibêje li gor xwe çareseriyekê jê re dibîne. Lê tu dibêje qey ew dixwazin herroj bûyer rû bidin. Rûdana bûyeran jî, bi wêneyê ala partiya xwe ya mezin li ser internetê û bi daxuyaniyên bi zimanê dagirkeran şermezar dikin.

Li hember bûyerekê, bi tirkî wê protesto dikin û pê pesnê xwe jî didin.Yanî hema te singek di dîwêrde kuta, ceherê wan hazir e û pêde darve dikin.

Di welatên kolonî de dema te nikarîbû partiyeke siyasî ya daxwaza serxebûna welatê xwe dike, rexne bike, tu bizanibe li wî welatî siyaset mirî ye.

Li Welatekî kolonî weke Kurdistanê, heger  partiyên siyasî nikaribin bûyer û kiryarên dagirkeran di kolan û meydanên welatê xwe de protesto bikin, tu bizanibe li wir partî êdî nema ne.

Li welatekî dema her partiyek ji çend kesan pêk hatibe hebe û ji bona berjewendiya gelê xwe nikarin, di bin sîwaneke neteweyî de bi hevre kar bikin, an hin bibin yek, tu bizanibî êdî ew partîna ne ji bona welêt lê ji bona şexsan e.


 

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
2259 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:35:38

Bube Eser

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Di siyasetê de salmezin!!! Pêşîvekirina tevgera Bakurê Kurdistanê divê çawa be??? GAZÎ Û HAWAR E Heger ez bibim desthilat!!! Di nêz de Selahattin dikin serokê Kurdan!!! Dem dema yekitiya PDKyiyan li bakurê Kurdistanê ye!!! Gelo heta kengî ev mejî??? Hêviyên me û HAK-PARek çawa??? Mejiyê ku hatibe dagirkirin Serketin çawa dê pêk bê??? De werin em li hev vegerin û dest bidin hev… Doza Miletekî Çawa Bi Serdikeve??? PAK û TDK Xebat ne bi gotinê bi kirinê dibe!!! HAK-PARê pîroz dikim!!! Çıma HAK-PAR Yekıtıyê Naxwazî(!) Barzaniyê Mezın Çı Da Me Kurdan? Helwesta PSK ê ne helwesteke rast e Kurdno di sed saliya Lozanê de vê bikin… Rêzgirtin tifak û bihevre karkirin Hilbijartin yekitî û HAK-PAR!!! Divê li Bakurê Kurdistanê çi bê kirin? Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (8) û dawî Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (7) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (6) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (5) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (4) Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de (3) Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de. (2) Rewşa Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de. (1) Encama Semînerên min, dîtina kesan û malwêraniya me!!! Kurdno werin em destên xwe bidin hev hêza xwe bikin yek!!! Em êdî hevdu fêm nakin! Abdullah Ocalan got… Çima Barzanî û dîsa Barzanî? Divê HAK-PAR çi bike? Kî zorê tadê û êşkencê li kurdan bike, Kurd dibin hezkiriyên wan!!! Kongreya HAK-PARê Bêdengî qebûlkirina bindestiyê ye! Gelo em çiqasî welatparêzin? Siyatmedar û sal mezinên me!!! Felsefe ango Rêbaz!!! Kê dinya hejand û Kurd zîndî kir? Gelo ez kîme û çima tenê bi kurdî dinivîsînim? Kurdên bakurê Kurdistanê siyasetê fêm nakin!!! Em Kurd çima bi sernakevin??? Teqandina boriya neftê ji bona çi bû??? Şêx Ahmed Barzanî kî ye? Sala nû û hêviya gelê Kurd Kurdên me ecêb in!!! Pêwîst e em di Navenda Kurd de bibin yek deng! Barzanî û Evdila PDK û Pkk Kurd û pêkanîna konferansan? Serketin bi piştgiriyê dibe! Deh rojên di zîndanê de me! uu Girtin, binçavkirin. Zîndankirin û kuştin Kê mirîdî avifirandiye? Hilbijartina li Iraqê û li Kurdistanê qediya lê… Mirov çawa dikare xwe ji Penceşîrê (Qanser) biparêze û jê xelas be??? PKK Kî ye, kî ne û çi dike??? Bijî Sosyalîzma Kurdan(!) ya ji bona tunekirina wan. Me têk bir… Çima protesto û ne devjêberdana tirkî Emerikayê çi kir û divê em Kurd çi bikin??? Dengê têkbirina Kurdistanê tê!!! Bê dewletî û berjewendî… Rexne agir e… Gotina Enfalê rehet e, lê fêrbûna wê zor û zehmet e!!! Bê helwestiya Kurdan li hember PKK/PYD!!! Seredana HDPK(K)ê Ev destpêkek e ji bona PK(K)!!! PKK di destê dagirkeran de bûye vîrusek bê derman!!! Em çima li ser xelkê digirîn? Dîasporê çi da me çi ji me girt??? PKK û Kurd, azadî û serxwebûn Partî û rêxistinên me yên bakurê Kurdistanê!!! PKK û Lozana nû!!! Kurdno ji bona Lozana dudan xwe amade bikin Bi kadirên kevn partiyeke nûjen enî an cephe çê nabe!!! Peymana Lozanê diqede!!! Zîndana Diyarbekirê û EM!!! Ji bona çi partiyên kurd bi ser nakein!!! Em ji Dalkurd çi dixwazin??? Hêviya me di sala nû de divê çi be??? Îsmaîl Beşikçi bi eslê xwe tirk e. Gelo bratî çi ye û kî biran e??? Kurdno him şiyar bin, him jî agahdar bin!!! Xelata Nobelê û Kurd Dema nêrek bê xesandin!!! Zîndana Diyarbekirê û Enfal PKK çi dixwazî??? Çima Barzanî??? Me dikujin, wêran dikin û em…!!! Damezrandina PKK û lîstikên wê!!! Rewş li bakurê Kurdistanê Serokê netewa Kurd BARZANî… Piştî ba û bahozê aramî ye Kurdno ji bona siberojeke xweş hazir bin!!! Şert û mercên yekitiya Neteweyî… Divê Kurd şahiyê bigirin û bigerînin... Serok in lê ne neteweyî ne… Tirkî xweş e û heta tu wî bi kar bîne tu nabe kurdekî weke Kurd… Kurdno!!! Malxerabno ma ne bes e êdî!!! Em Kurd miletekî weha ne!!! Kurdno!!! Îro rojava ye sibê, bakur, rojhilat û başûr e. Sebir û sikûnet avakirina dewleta kurdî ye!!! Dilxweşî kêfxweşî û serbilindî Heta tu kurdî bi karnîne tu nabe weke kurdekî!!! Çîroska agirê şevreşê ronî bike pê ket Civata me sal mezinan!!! Lîstik pir in lê yên fêm bikin tune ne. Kurd kirine pez pkk jî kirine şivanê wan Êdî dev jê berdidim!!!! Leyla Guven û Greva birçîbûna wê Girîngiya hukumeta nû ya Başûrê Kurdistanê Bi gotneke tahl û rastiya partiyên me Boxtan, Derew û şelaftî… Barzanî û Şoreşên wan!!! Dagirkerên me niha di nava lîstikek nû de ne!!! Azadî demokrasî û serxwebûn bi rêya partiyan û dezgehan tê Nameyeke vekirî ji bona rêzdar Mesud Barzanî Daxwaza Apo, Apocî û Apocitiyê çiye? Em ji ku hatin, li ku sekînin û bi ku diharin? Vê hilbijartinê çi da me Kurdan??? Bê Deweletî mirin e Ji bona koçkirina 40 saliya nemir Barzanî. Di siyaseta kurdan de hin qarekter Barzanî çima û çawa bi serdikevin? Gelo em çima kêm caran behsa PDKÎ dikin? Di hilbijartina herêmî de helwesta partiyên me divê çi be? Gunehkariya Partiyên Bakurê Kurdistanê!!! Em çima nabin dewlet??? Roja 9 meha îlonê dê çi bibe? Erd hêj û mejî hêj yanî zelzeleya erdê û mejî Li Bakurê welatê me çima yekitiyek xurt pêk nayê? Siyaseta Kurdan!!! Partiyên me çima bi ser nakevin? Neteweyîbûn çi ye? Kî neteweyî ne? Ma ne bese êdî Ez westiyam!!! Lê… Kîne rêxistin û partiyên me? Siyaset li bakurê Kurdistanê Hilbijartina 2019an li Tirkiyê û helwesta Kurdan Kurd çima nabin dewlet? Kurd çima nabin dewlet? Îro pêwîstiya bakurê Kurdistanê ji çi heye? Kurdno bibînin ku hûn dişewitin! De ka ez ê çawa binivîsînim Kongreya HDP û Kurd Kurd, Erdogan û darbe! Di rojhilata navîn de ava serê kê dikele? Çima nivîsandina Roman û Şanoya Enfalê? Siyaset li bakurê Kurdistanê Xemginiya min ji bona hin dostan Bi kêrê hustiyê min jê dikir Dost di rojên teng de diyar dibin Barzaniyan çi kirin? Em carna neheqiyan li partiyên xwe dikin!!! Daxwazî û Agahdariyek Têgihiştin... Têgihiştin... Ji ber çi û çima Mesud Barzanî? Em û partiiyên me Barzanî û sê şoreşên talî Barzanî ne bi tenê ye!!! Kurd çima wenda dikin Mam Celal çû lê… Rastiyek ji rastiyan Referandûmê çi da me??? Rewşa Aloz û Rexne!!!! Kî Çima li dij referandûmê ne? Kî/kê bêtir xizmeta zimanê tirkî kirine û dikin Em Li Ku Ne! Enfal!!! Ev Şansa Kurdan ya Talî ye! Kurd û Îsraîl Dagirkirî çaw pêk tê? Çima kurd li hemberî hev ewqasî dexs û hesûd in? Em û partiyên me Kî û çima sansorê bi kar tînin? Apoyiyan çi digotin û niha çi dibêjin? Giringî û pêwîstiya referandûmê Ziman û rewşenbîrên Akedemîk!!!! Şoreşa Gulanê Kurd û xurifandina wan Çima PKK damezrandin??? Dayikên Me! PKK Çi Dike??? Kurd dê çawa azad bibin? Em, civat û partiyên me RNK-KUK, Ala Rêzgarî û PKK Serok û Serokatî Kurd çima bi ser nakevin? Rexne û Partiyên me! Barzanî û Helwestên wan PKK û êrîşkariya wan ya… Barzanî kî ne? Sûcdar kî ne??? Em Çima Dinivîsînin? Rastî ji xeyalan pêk tê lê PKK ji çi pêk tê??? Çima ev partî ? (Me partiyeke çawa divê? -II) Me partiyeke çawa divê??? Çareserî? (Çi çû çi hat pkk ji ku hat - 2) Çi çû çi hat û PKK ji ku hat??? Çima Kurdistaneke serbixwe û PKK??? Muxalefet Çi Ye? Muxalefet Çi Ye? Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... PKK Tu Caran Naqede!!! PKK Tu Caran Naqede!!! Partiyên me çi dikin??? Partiyên me çi dikin??? PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! Firseta zêrîn ji dest dihare Firseta zêrîn ji dest dihare Pêşeroja me û PKK!! Pêşeroja me û PKK!! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Dîrok, bîranîn û PKK Dîrok, bîranîn û PKK Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Sê xeterên kurdan yên sereke Sê xeterên kurdan yên sereke PKK çawa dest pê kir? PKK çawa dest pê kir? Analîzeke kurt li ser PKK Analîzeke kurt li ser PKK
x