Siyasetmedar û sal mezinên bakurê Kurdistanê nifşê 1960 heta 1980 êdî karekî pê mijûl bibin nema ye. Fesadî û paşgotinî jî nema ji wan tê. Tiştên di dest wan de maye ew e ku deh kes xwe dikin yek û Tevger an partiyekê bi navekî xweş û bi navarokek vala vedikin da ku pê sebra bînin.
Hûn jî em jî dizanin ku bi deh kesan mirov nikare Kurdistanê azad bike. Ji xwe tevger û partiyên vedikin ku bi deh kesan in û nikarin pînikekê jî li bakurê kurdistanê azad bikin.
Her yek ji van egîtana bi salan di nav tevgerên kurdî de kar kirin. Bi ser neketin. Hin ji wan bi salan di malên xwe de rûniştin, bi tu karê siyasetê ve mijûl nebûn. Hin ji wan dest bi karê pere qezenckirin, kirin. Rewşa xwe ya aborî baş kirin. Niha temenê wan bi ser 60î ketiye, vala mane di valayê de mane û dixwazin ji nû de ji bona sebra xwe bînin dest bi avakirina tevger û partiyan kirine.
Lê heyfa min tê li wê heyfê ku hin kesên dilsoz, camêr jî dibin endamên wan. Ew jî dizanin ku dê ev partî an tevger, wê nikaribe tiştekî bike. Difikirin ku dema mirina wan nêzîk dibe û ji bona hin cenazeyên wan belaş bibin welêt û xwedî li wan derkev e dibin endamên hin tevger an partiyan.
Piraniya zarokên wan xwendanin, zane û têgihiştîne lê tu dinere zarokekî wan jî ne li gel wan in. Gelek ji rêveberin van partî an tevgeran bi karên xerab re rabû bûn. Lê mixabin ev hate an tê ji bîrkirin. Êdî herkes baş hevdu dinasin, kê û kî berê çi kirine bi zelalî tê dîtin. Gelek bi kuştina hevalên xwe ve rabûne û niha dixwazin weke jiyaneke paqêş jiyabin dibin berpirsên wan tevger û hin partiyan.
Heger em rastiyê bêjin;
Êdî tu tevgerên ji dil ku bikaribe bi çend kesan karê welatparêzî ji bona gelê xwe bikin nema ye. Hin Partî û tevger êdî bûne cih û warê hin kesên berjewendîperest. Hin pê debara xwe dikin. Hin pê navê xwe bilind û belav dikin, hin jî dixewazin dema ji welatê ewropa mirin qe nebe bila hin xwedî li cenazeyê wan derkev û ew mesref bike da cenaze bibin Kurdistanê, dibin endam.
Madem rewş ev e, de hûn jî êdî maqûl bifikirin, hêzên xwe di bin sîwaneke neteweyî de bikin yek da ku xebatên we jî bibin, ji bona Kurdistanê. Roj ne roja avakirina tevger an partiyan e. Roj roja bi hevre karkirin û di bin sîwaneke neteweyî de ji bona azadiya gelê xwe karkirin e. Kesên di jiyana xwe ya 50 salan de kevirek nedabin ser kevirekî wê çawa piştî 60 saliya xwe karê siyasî bikin?
Ji dêlva hûn çar partiyên bi deh kesan bin. Bibin yek partî, qe nebe wê hejmara we bibe çel kes û ev jî dê ne karekî xerab be.Li gor min, niha yên ji tevgera kurd bûne asteng ew tevger û rêxistinên me yên ku ji deh kesan pêk têne ne.
Madem hûn hemî dilsozê gelê xwe ne û hûn hemî dixwazin welatê xwe azad bikin, hûn jî em jî dizanin ku welatek bi deh kesan azad nabe. Loma nebin êmê (xwarin) hin kesên berjewendî perest. Rewşa hemî sal mezinên me êdî pir eşkere tê zanîn.
40.50 salan li mala xwe rûniştine, bi karê pere qezenckirinê re mijûl bû ne, hemî malbata xwe anîna ewropa, bi karê gemarî ve mijûl bûne û niha jî piştî vî temenî jî wê rabin partî an tevgeran damezrînin û doza kurd û kurdistanê bikin??? Partiyên ku mirov di nav wan de û li gel hev kar bikin hene. Pêwîsitiya partî an tevgerên nû nake.
Bi rastî jî rewşa bakurê kurdistanê xerab e. Lê bi van tevgerên weha xerabtir dibe. Dema tu van rastiyan dinivîsîne jî hin dikin hawar û dibêjin, kerem bikin werin welêt û kar bikin. Ma gelo yên ji ewropa çûne welêt heta niha çi kar kirin?
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.