Rastî ew ku bi hatina an di pêkanîna hemî hilbijartinên li Tirkiyê û li Bakurê Kurdistanê pêk tên, em weke rewşenbîrên gelê xwe, nerîn û dîtinên xwe dibêjin. Dibêjin lê bawer nakim ku rêberên me partiyên me, van nivîsên me dixwînin.
Lê divê neyê ji bîr kirin ku rewşenbîr û ronakbîrên miletekî weke navê wan jî li ser e, ew rewşê ronî dikin, rêya rast ya li gor berjewendiya gel rê siyasetmedaran dide.
Dîsa jî siyasetmedar û rêvebirên me ji bîr dikin ku rêberên welatekî dema rewşenbîr û ronakbîrên xwe guhdarî nekin, li ser pêşniyar û dîtinên wan ranewestin dê her wendakirin jî bibe para wan.
Mixabin heta niha ev weha hatiye û bawerim heta demeke dirêj wê weha jî here. Ji ber ku li bakurê Kurdistanê him siyaset qirêj bûye him jî siyasetmedar xwe zana, jîr û di her meseleyan de rêber dinasin loma jî problemên heyî çaraser nabin.
Helbet hilbijartinên li tirkiyê û li bakurê Kurdistanê dibin girîng in. Ji ber ku piştî hilbijartinê rêyek nû bi rêvebirên nû yên welat diyar dibe. Partiyên dibin xwedî desthilat li gor destûr û bernameyên xwe, welatê xwe bi rêve bidin.
Ji ber ku Kurdistan koloniya tirkan e, kurdên bi rêya hilbijartinê herin parlemena tirkan jî nikarin weke kurd ango li ser navê kurdan siyasetê bikin û nikarin ji bona rêvebirina tirkiyê û bakurê Kurdistanê bibin xwedê helwest an pêşniyar.
Weke min got, dewlet ya tirkan e û tirk di rêvebirina wê de xwedî desthilat e. Heta niha jî ev weha bûye û wê weha jî here.
Partiyeke bi navê HDP weke partiyek kurdan dihat nasîn, ango kurdan weha digotin; (lê wan bi xwe digotin em ne partiya kurdan e) gelek parlemenê wê jî hebûn. Du dema ango du dewran ketin parlemena tirkan lê ji bona kurdan nebûn xwedî tu biryar. Tu helwesteke wan î kurdewarî di parlmena tirkan de derneket.
Ez meselê dirêj nekim û vegerim mijara xwe, dîtin û gotina xwe. Ez bi xwe ne li gel wê yekê me ku kurd ji bona herin parlemena tirkan, di hilbijartina sala 2019an de xwe zêde biwestînin. Ji ber ku çûyina wan ya wir, tu fêda xwe ji gelê kurd re tune ye. Heger hin bixwazin tiştan jî bikin têne girtin û dikevin zîndanê.
Ya girîng ew e ku kurd xwe bikin yek û ji bona hilbijartina şaredariyan milên xwe bidin hev, bê westan kar bikin da ku bikaribin li ser xeta neteweyî bi hêzek xurt li hemî bajarên Kurdistanê, bibin xwedî şaredarî.
Rêvebirina şaredariyan ya pak û delal weke tu welatê xwe bi rêve dibe, ye. Tu dibe xizmetkarê gelê xwe. Tu bi wê rêvebiriyê dikeve nava gelê xwe. Heger tu zîrek û baş bî tê bi wê rêveberiyê hêdî hêdî gelê xwe fêrî xwe bi xwe îdarekirinê bikî.
Çi dema kurd fêrî vê bûn, ev ê bibe sedema gav avêtina ewil ya rêvebirina dewleta xwe jî. Loma girîng e kurd ji bona vê serê xwe biêşîne.
Heger kurd di hilbijartinên şaredariyan de bi serketin, piraniya bajarên kurdistan xistin destên xwe, ev dibe îşareta berbi dewletbûnê ve.
Pêşniyara min: Divê partî, şexs û rêxistinên bakurê kurdistanê ji bilî HDP (ji ber ku ew xwe weke partiyeke kurdî nasnake) eniyek ji bona hilbijartinên bê damezrînin. Bila serokekî û rêvebirên vê eniyê destnîsan bikin.
Piştî pêkanîna yekîtiyeke weha divê li gel hev û bi hevre, kesan ji bona serokatiya şaredariyan destnîşan bikin. Piştî vê jî bi hevre bi awayekî gelemperî ji bona wan şaredariyan bixin destê xwe kar bikin.
Miletekî kolonî û ji 20-30 milyonan pêk tê, çi dema bibin yek, çi bixwazin wê bê astengî bi dest bixin û ev destxistin dibe para tevan. Heger kurdên bakurê Kurdistanê di vê hilbijartinê de ev kirin, em ê bizanibin û fêr bibin ku kurd wê rojekê li bakurê kurdistanê bibin xwedî dewleta xwe jî.
Lê ez bawer nakim ku siyasetmedarên me, rêberên me yên bi hêrsa ez û ezê ne hemî hêjayiyên welêt têk birin, hê jî wê bibin, zehmet e bibin yek. Çi dema ji ez û ez ê ketin wê gavê dê tiştên baş jî bibe.
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.