Ji hev cûda fikirinandin, ne sûc an guneh e. Ya girîng ew e ku di welatekî kolonî de ew fikir û ramanên ji hev cûda ji bona welatê xwe ji bin nîrê dagirkeriyê azad bike, divê li gel hev, li ser xeteke neteweyî bi hevre di bin sîwaneke neteweyî de kar bikin.
Piştî azadiyê jî divê her fikir û raman ji bona desthilatiya xwe, bi rê û rêbazên aşitiyana karê xwe di welatê xwe ê azad de bike. Kîjan fikir bi serket an xelkê kî xwest ew ê welatê xwe bi rêve bibe.
Ancax bi vî rengî bi vî awayî mirov dikare azadiya gelê xwe bi dest bixe. Dagirkeran ji nava xwe derxin. Ji bona vê desthilatiyê jî, wê xwediyê her fikir û ramanan kar bikin da ku ew bibe desthilat. Lê divê ew desthilatî jî bi rêya aşîtiyana bibe.
Yanî divê şer û pevçûn, tundî, zor û zordarî nebe. Herkes ji bona bibe desthilat divê projeyên xwe, fikir û ramanên xwe ji gelê xwe re pêşkêş bikin. Li gor wê jî gel kê eciband, wê bi dengên xwe wan bîne ser hukum da ku wî û welatê wan bê bi rêve bibe…
Lê heger berî azadiya gel, xwediyê her fikir û ramanê bêje; ez ya rast im, yên din çewt in, aha wê demê şer di nava wan partî û rêxistinên heyî de derdikev e. Nakokiyên di nava wan de her ku here dê bêtir kûr bibe û ji bona azadiya gelê xwe dê neyên ba hev.
Ango dê nikaribin bi hevre eniyeke neteweyî damezrînin da ku welatê xwe azad bikin. Ev rewş wê bi salan bajo, di nava salan de hin dê nemînin, hin jî dê her bêjin; ”êzîngê min” ku wê dîsa bi hevre karkirin pêk neyê
Lê divê em bikaribin bi yekitiyeke neteweyî bi wan fikir û ramanên cûda eniyeke neteweyî damezrînin. Herkes li gor fikra xwe, lê li ser xeteke neteweyî de bikarbin bi hevre kar bikin.
Loma divê kes fikra xwe di ser yên wekî wî nefikirin de negirin û nebêjin me ew têk bir. Divê sosyalistek nebêjin me neteweperestî têk bir. Divê misilmanek jî nebêje me yên ne misilman têk bir ûhwd.
Gotin û têkbirinên weha, tenê zerarê dide te, me wî û wan. Hevdu têkbirin karê dagirkeran rehet û yê me zortir dike.
Ji ber vê ez dibêjim; Îro divê em bi hemî reng û baweriya neteweyî di bin sîwanek neteweyî de bibin yek. Mesela me neteweyî ye û ne îdeolojîk e. Lê piştî damezrandina dewleta kurdî kî çi biparêzin azad e. Loma divê kurd heta dewletbûne neteweyî bifikirin. Îdeolojiya xwe nexin pêşiya doza neteweya xwe.
Em di şert û mercên îro de ji bona têkbirina hev kar û xebatê nekin. Serketina partiyekê, rêxistineke, dam û dezgehekê divê em weke serketina xwe bibînin.
Divê em li hember hemî dîtin, nerîn û fikran xwedê toleranseke berfireh bin. Divê em ji bona têk birina fikir û ramanên hev kar nekin.
Divê em bi hemî bawerî, hêz û enerjiya xwe ji bona dagirkeran têk bibin, bi hevre kar bikin. Bibin xwedî sîwaneke neteweyî.
Derd û êşa me weke gelê kurd ji wir destpê dike. Ji roja welatê me hatiye dagirkirin û heta roja îro (başûrê Kurdistanê ne têde) em nebûna xwediyê xwe û sîwaneke neteweyî. Me bi hevre dam û dezgehên neteweyî danemezrandine.
Her partî û rêxistinekê karê xwe ji bona xwe kirî ye. Dike û wê bike heta ku em nebin xwedî sîwaneke neteweyî.
Divê em ji bîr nekin; heta ku em li ser xeta neteweyî bi hevre kar nekin, heta em nebin xwedî sîwaneke neteweyî em ê her weha perçe bin û her yek ji me dê kar bike yên din têk bibin. Lê tê ji bîr kirinê ku têkbiran brayê min, têkbirina min e jî…
Heger em li dîroka gelê bindest û kolonî binerin, wan azadiyê û serxwebûna xwe bi vî rengê pêk anîne. Divê kurd jî vê bike.
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.