Ji dema kurdistan kirin du perçe (1639)û heta niha, ji bona kurd bibin yek her gazî û hawar hatine kirin, nivîs hatine nivîsîn, ev daxwaz berî niha bi 300 salan ji teref Ehmedê Xanî û her kurdên ji welatê xwe hez dikin, her rewşenbîr, zana û bîrbirên vî welatî, dikin hawar û gazî da ku partî û rêxistinên me kurdan bibin yek.
Tu ji kîjan serok, rêber û endamên partiyan dipirse; ew jî her dibêjin; ´pêwîst e kurd bibin yek´. Yên ev daxwaz gelek caran nivîsîne, dibêjin li ser wê konferansan jî didin, serok û rêberê partiyên me ne. Lê yên nabin yek dîsa ew bi xwe ne.
Heta niha gelek hewldan û xebat hatin kirin, gelek zehmetî hate dîtin, gelek bedel jî hate dayîn da ku kurd bibin yek û li gor vê yekîtiyê bikaribin bi hevre di bin sîwaneke neteweyî de şerê azadiya gelê xwe bidin.
Weke diyar e ku bi salan e xebat têne kirin da ku em bikaribin partiyên xwe di bin sîwanekê de bicivînin û eniyeke ango cepheyeke neteweyî damezrînin. Baş tê zanîn ku dema kurd li ser asasê neteweyî bibin yek aha wê demê wê bighêjin azadiya xwe jî. Ev azadî jî li benda yekîtiya kurdan û rêxistinên wan e.
Heta niha çi hatiye serê me û gelê me ji ber bê tifaqiya nava me, ne yek rêzî û yekîtiya me ye. Lê kurdan tu caran ji vê tu dersên dîrokî dernexsitinin û her tim jî her rêxistineke me li tembûla xwe xistiye û li ber wî meqamê xwe govenda xwe gerandiye.
Lê weha xuya ye ku em kurd û teybetî kurdên bakur êdî ji vê xilas dibin. Aha vaye roj bo roj her rêxistineke me yekîtiya nava xwe xurt û hêza xwe qelstir dike.
Xuya ye em heta niha şaş bûn ku me digot yekîtiya kurdan. Divê me gotibe yekîtiya hêzekê ya nax xwe. Lê me negot û ne nivîsî. Mala wan ava be partiyên me ev xistin jiyanê. Çawa?
Bêjim û vê hinekî vekim da ku em bi hevre li ser vê rewşa nû bifikirin û ka bê em ê çi netîceyan jê derxin.
Rêxistinek heye ew dibe dudo û ji nû ve her perçek ji bona hêzbûna xwe, xwe bi qawatir bike ha ha kar û xebatê, her yek ji aliyê xwe de dikin. Dema bi hevre bûn ne ewqasî çalak bûn. Çi dikin?
Ew xebatên ku berê dianîn zimên, li ser dinivîsînin, dema bi hevrebûn ne dikirin. Lê piştî ji hev veqetandinê her yek ji aliyê xwe de wê dikin.
Ji bona yekîtîyê çi dikin?
Tenê yekîtiya xwe diparêz in. Ji bona xwe bi hêz û qawet bikin, çi ji wan tê dikin. Gelek peran mesref dikin, bê hempa kedê dirijîn in, sibê heta êvarî li gor xwe her yek ji alî xwe de di nava xelkê de diger in. Gelek ofîs û daîran kirê dikin. Gelek kursiyên nerm û masayên xweşik dikirin.
Ji bona xwe bide îspatkirin ku vaye ez jî heme, bê westan kar dikin, heta ku ew jî qels an diqedin. Piştî qedandin an westandinê ji nû de yekîtiya neteweyî tê bîra wan. Lê çi mixabin êdî qawata wan têr nake. Bê zar bûne, ji hev dixeyidin û êdî ew jî belav dibin.
Ewqasî kar, mesref ked tev de têk dihare. Ne tenê ev, bi vê yekê gelek kadirên hêja jî bê zar dikin da ku ew jî êdî li mala xwe rûnên. Kêm zêde hemû rêxistinên bakurê kurdistanê ev kirine û hê jî dikin.
LÊ hema carekê jî be bi mejiyekî rehet, bi hilmeke aram, bi westeke xweş nikarin bifikirin ku ji avakirina partiyan bêtir, eniyek neteweyî îro ji her tiştî ferztir e. Her kes vê dibêjin lê nakin? Çima?
Ji ber ku gelek ji kadirên me yên dema 1960-80 her dixwazin ew serok bin, ew rêvebir bin, serê ben (werîs) tim di destê wan de be. Lê nikarin bifikirin dem û dewran guherî ye. Dinya ne ya berê ye. Nikarin tê bighêjin ku êdî bi fikrên salên 1960-80 tu walat azad nabe.
Tim behsa xortan dikin, lê xortên di nava wan de bi tiliyan têne jimartin. Xortan nakin rêvebir û naxazin ji wan re zanîn û tecrubeyên xwe bêjin.
Ez di wê baweriyê de me ku îro ewqasî partî û rêxistin ji bona bakurê kurdistanê luks e. Zêde ye, guneh e, êş e.
Ez dixwazim bi awayekî gundîtî, vê ji we re vekim. Ji ber ku ez jî gundî me. Ji dêlva ku çar partiyên bi fikir, bawerî û dilsozî sedî nod weke hevin. Çar ofisa vekin, her yeke bi deh kesan xebatê bikin. Yek ofîsê vekin û çel kes bi hevre kar bikin, ma wê nebastir be?
Tu bala xwe didê hema hema her roj van partiyên me civîn, komcivîn û kongreyên xwe çê dikin. Lê heyf û mixabin bi hejmareke gelekî kêm vê pêk tînin û mirov kesên por reş ango xortan, ciwanên di nava wan de tenê yek û dudan, dibîne.
Ew jî, em jî baş dizanin ku bi vî halî dê nikaribin ji me re tu Kurdistanan azad bikin û xelkê kurd bighêjînin azadiya wan. Demokrasiyê û wehveyî di nava wan de geş bike.
Îcar medem rewş ev e. Çima yên nêzîkî hev nabin yek û tenê yekîtiya nava xwe xurt dike. Gelo çima nikarin bi hevre eniyeke neteweyî damezrînin, ez jî nizanim? gelo û gelo???
Lê bi rastî karê partî û rêxistinên me yên herî baş îro tenê yekîtiya nava xwe xurtkirin e. Cihên tê xerabkirin zîyaretkirin e. Êdî çay li ku vedixwin, çi xwarinê bi hevre dixwin tê zanîn. Dibe ku ev jî karekî modern be. Li ber avahiyên xerabe wêneyên xweşik û delal dikşînin û belav dikin. Lê nayên ba hev û nabêjin ka em ê çawa xebatê bikin da ku welatê me neyê xerabkirin û wêran nebe.
Hêvîdarim ku êdî rêxistinên me xwe ji vê rewşê xelas bikin. Ji dêlva bi yekîtiya nava xwe dibilin, hemû bi hevre eniyeke neteweyî damezrînin û li ser navê wê eniyê komîteyekê hilbijêrin û bila ew komîta li ser navê eniyê desthilat be.
Niha rewşa tirkan û tirkiyê jî gelekî xerab e. Heger hêz û qaweteke xurt û neteweyî peyde bibe Kurd dikarin di van rojan de gelek destketiyên hêja bi dest bixin. Hûn bawer bikin, hemû rêvebirên me, serok û siyasetmedarên me ji min çêtir vê dizanin lê nakin. Dema bikin wê gelek serok wenda bibin ji bona wenda nebin vê nakin û nakin û nakin. Çareserî çi ye?
Çareserî ew e ku divê êdî her endamên partiyên me jî vê bibînin û hewl bidin da ku eniyeke neteweyî pêk bê. Zorê bidin rêber, serok û berpirsên xwe da ku ev pêk bê. Divê neyê ji bîr kirin ku armanca asasî azadiya kurdistanê ye. Partî û rêxistin ji bona wê hene û dikarin tune jî bibin. LÊ kurdistan wê her hebe...
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.