84 Sal di ser qirkirin ango Jenosida Dersimê re derbas bûye. Di vê demê de bêtirîn xelkê me ê Dersimê zimanê xwe ji bîr kirine. Ji hizra neteweyî dûr ketine û piraniya wan jî ji Mustefa Kemalê ku bav û bapîrên wan qirkiribû, hez dikin. Bi gotineke din bûne Kemalîst.
42 Sal di ser 12 îlona 1980 ê derbas bûye. Bi hatine hukmê leşkerî û di wê zîndana bi navê 5 nolî de ku ji bona welatparêzin kurd vekiribûn, zimanê kurdî li me girtiyên wir de qedexe kiri bûn. Lê di bin wan şertên zor de jî me hewl didan ku em bi hevre bi zimanê xwe qise bikin. Lê piştî wî hukmê leşkerî ku agir bera Kurdistanê dabû, li Kurdan weha kir ku bêtirîn kurdên bakurê Kurdistanê zimanê xwe ji bîr kirin û bûne heyranê zimanê tirkî û tirkan.
Wan kesên di wê zîndanê de bûn û karbidestên zîndanê zimanê wan li wan qedexe kiribûn, şerm û fedî nekirin ku dema ku ew ji wê zîndanê derketin vê carê wan jî zimanê dayika xwe li xwe qedexe kirin. Bêtirên wan tirkiya xwe bi pêşve birin û berhemên xwe bi zimanê tirkî afirandin.
Piraniya wan qehremanên wê zîndanê, piştî ji zîndanê derketin, bûne hêsîr û hezkirin zimanê tirkî. Wan nikarîbûn an nexwestin di vî warî de berxwe bidin da ku zimanê wan nemire. Ya jî fêm nekirin ku zimanê miletekî nemîne ew milet jî êdî weke milet namîne.
Pkk ji sala 1984an û vir de bi hemî hêz û qaweta xwe ji bona têkbirina kurdan û wêrankirina Kurdistanê kar dike. Hemî hêjayiyên kurdan têk birine, zarok bi malbatan re nehiştine. Ji bona başûrê Kurdistanê nebe dewleteke kurdî ya serbixwe. Li gel dagirkerên xwe bi hemî hêz û qawetên xwe têdikoşin. Lê tu dibîne piraniya kurdan ji wan hez dikin.
Barzaniyan ev sed sal in ji bona azadî û serxwebûna Kurdistanê kar û xebatê dikin. Di vê rêyê de gelek bedel dane. Bi saya qaweta pêşmêrgeyên qehreman, li ser xet û rêbaza Barzaniyê nemir, bi rê û rêbazeke welatparêzî dixwazin kurdan bikin xwedî deweleta wan. Lê piraniya kurdan ji wan hez nakin.
Bi gotineke vekirî û zelal kî bêtir zilmê li kurdan bike, kurd ji wan hez dike…
Dema mirov dîroka xwe ango ya kurd û kurdistanê dixwîne dibîne ku kurdan ji xwe bêtir her ji dijmiinê xwe re kar û xizmet kirine. Ji xwe bêtir tim ji dijminê xwe ango ji serdestên xwe hez kirine.
Loma divê em vê baş bizanibin û fêr bibin ku dema welatek tê dagirkirin, ew dewleta dagirker bi hemî rê û olaxên di destê wan de hene, bi kar tînin da ku mejî, dîrok, bîr û baweriyên wî xelkî jî dagir bikin û kirine. Ev hê jî berdewam e..
Ji ber vê ye dagirker tim zilmeke nedîtî li gelê kolonî dikin ku bi tirs û xofeke mezin bijîn û bi vê jiyanê jî ji dagirkerên xwe hez bikin. Ev hezkirina bi darê zorê, dem tê êdî însanên welatê kolonî fêr dibin û bêtir ji ziman, hebûn û mezinên dagirkeran xwe hez dikin.
Çareserî???
Tenha çareseriya vê bi damezrandina dewleteke kurdî dê pêk bê. Heta em kurd nebin xwedî dewleta xwe, em ê her heyranê dagirkerên xwe bin. Dagirkerên me jî tim hewl didin ku ew serdest û em jî bindest bin.
Ji bona ku kurd bikaribin xwe ji vê malwêraniyê azad bikin. Divê herkes ji nû de dest pê bikin û dîroka xwe, dîroka gelê xwe fêr bibin. Bi vê fêrbûnê jî divê mezinên xwe yên berê û niha kî/ê bi rastî jî ji bona Kurdistaneke serbixwe kar kirine û dikin binasin.
Dîrok û tekoşîna wan mezinên xwe fêr bibin. Fêr bibin û bibînin ku ji ber çi kêmasiyê wan xwe azad nekirin? Ji bona çi wan nikarîbûn li hember dagirkerên xwe di bin sîwaneke neteweyî de tekoşîna azadiya gelê xwe bidin??????
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.