Ji siyasetê re hostayî û huneriyeke weha lazim e ku dema te bi hostayiya xwe dilê xelkê bijand xwe û berê wan bi ber xwede vekir, aha tê wê gavê bi serkev e. Dema tu ne hosta bî tê nikaribe siyasetê li gor berjewendiya gelê xwe bihûne û xelkê bikşîne ba xwe. Lê tu hosta bî û te siyaset xweş bi kar anî, weke te di cihanê de avahiya herî xweşik afirandibe. Lewra ji siyasetê re hostayetî, zanyarî û bîrewirî lazim e.
Hostayê herî zêrîk, avahiyên xweş lê dike. Dema kesekî ne hostabe û xwe li hostayiyê rakişîne bixwaze xaniyekî ango avahiyekê lê bike, helbet ew avayî dê him ne xweş û him jî ji ber nexweşbûnê dê bala xelkê jî nekşîne.
Dema em li dîrokê û avayiyên sed sal, dused sal heta zêter jî hatine lê kirin, dibînin bala mirovan dikşîne û ji ber vê jî her kes dixwazin wan bibîne. Bi pereyekî zêde û mesrefeke pir didin ku wan avayiyên dîrokî, binase û bibîne.
Siyaset jî weha ye. Dema mirov li rewşa hin partiyan dinêre ew nêzîkî sed salan e hene û ji welatê xwe re kar û xizmetê dikin. Li gor berjewendiya gelê xwe tevdigerin. Ji ber vê ye ku xelkê wan jî heta niha bi wan re ye û wan dikin desthilatê xwe.
Çima min ev got? Min xwest bidim zanîn ku ji her tiştekî re hostayî, zanetî û bîrewirî lazim e. Ji ber ku hin ji van xususiyetan bi hin mirovan re tune ne, lê dîsa xwe li hin tiştan ango li siyasetê, li revebirî û serokatiyê radikişînin da ku bi ser kev in.
Ya herî girîng ew ku bi mijûlbana tiştan, dîtina serketinê bi meriv dide zanîn. Ji bona biserkeve jî divê meriv heqê wî karê ku pê ve mijûl e bidê. Çi dema ji heqê wê de derneket divê mirov dev jê berde.
Helbet di her karî de mirov dikare bi sernekeve. Çi dema sedema ne biserketina xwe fêr bû, ew da zanîn, ya mirovê dev ji karê ku pêve rabûye berde, ya jî ji bona careke talî dikare ceribandineke din bike. Ya rastî hûn bixwazin, gelek ji serok û rêvebirin me, ne carekê çendîn caran ceribandinin lê bi serneketinin û hê jî dev jê bernadin.
Niha em bala xwe didinê piştî perçekirina kurdistanê û heta niha kurd li tu perçeyan bi ser neketine. Lê heger hin serketinên dem kurt bi dest xistibin jî, dem hatiye ew jî têk çû ye. Helbet divê em vê destkeftiya li başûrê kurdistanê ji nav derxin û pirsekê bikin ku çima em weke kurd bi sernakevin?
Dema kurd bi sernakevin jî, berê dijminê xwe sûçdar dikin û dibêjin; ´dijminê me mezin e, xwedî qawet e zalim e, har e´ ûhwd vana rast in, lê min nedîtiye, nebihîstiye ku partî an rêxistinên me gotine aha ji ber vê kêmaniya me, em bi serneketine. Aha me di virde şaşî kir û di wirde kêman pêk anî, lewra me wenda kir…
Divê carekê kurd bi aqilmendî li ser nebiserketinên xwe rawestin û bibînin çima bi sernakevin? Li gor min:
Ez dibêjim gelek ji serok û rêberên me, ne hostayên siyasetêne. Bi zorê xwe lê kirine bela loma jî bi sernakevin. Lê li gor vê jî her rêberek, her serokekî me xwe ji hemî kesên din zanetir, jêhatir dibîne û dizane. Ji xwe problema herî mezin jî ev Ev dibe asteng herî mezin li pêşiya yekîtiya gelê kurd…
Di demên berê de de eşîr û êlên kurdan weha dikirin. Li dijî hev bûn, bi alîkariya hev radedibûn. Hinan li hember dijmin, hinan jî li gel dijmin şerê brayê xwe dikirin. Di rewşa îro de jî hema hema rêxistinên me şûna wan eşîr û êlên kurdan bi awayekî modern û li gor dem û zemên girtine.
Li gor min piraniya serok û rêberên me ne neteweyî ne. Ji ber ku wan xwe bi temamî ji zimanê dagirkeran ango tirkî û adetên wan xilas nekirine. Loma partî û rêxistin xwe di ser hemi hêjayiyên kurdistanê re digirin. Çi dema bibîne wê desthilatiya wî/ê ji dest here, çi tiştên xerab ku zerarê bide miletê kurd wê dikin û dê bikin. Aha 16 cotmeha 2017an hê li ber çavên me ye. Nehatiye û nayê ji bîr kirin.
Heger serok û rêberên me yên bakurê kurdistanê qesta min ji vê ew e. Di karê xwe de, di rêvebirtiya xwe de, bi zanîn û têgihiştina xwe de û bi neteweyîbûna xwe têr û tije bana em ê jî weke kurdên bakurê Kurdistanê heta niha bûbana xwedî rêxistin, partî an jî eniyeke neteweyî ku bikarîba di vê pêvajoya em niha bi awayekî xerab tê de dijîn, mohra xwe bi erênî lê bixista û biba muxalefet û dengê gelê xwe…
Ji ber tunebûna rêxistineke weha, em li bakurê kurdistanê bi sernakevin. Her wenda dikin, têk diharin . Cihê mixabiniyê ye ku ew rêber, serokên heyî hema ji bona carekê ji be, li hev nacivin û sedemê nebiserketinê bi zelalî, bi eşkereyî û bi durustî negotine û nabêjin.
Ka em li dîroka partî û rêxistinên bakurê kurdistanê binêrin û bibînin ku heta niha gelek partî hatin û çûn, hin hene, hinan wenda kirine. Gelo heta niha kîjan partî û rêxistinê, serok û rêvebirên wê gotine; ev û ew kêmaniyên me bû, me di vir de û di wirde ev şaşî kirine, em di bin tesîra olî û îdelojiande mabûn, ev jî bûne sedema şaşî û kêmaniyên me.
Heta ku mirov kêmaniyên xwe nebîne û nebêje, heta ku mirov rexneyan li xwe negire, heta ku em di her warî de nebin neteweyî em ê bi sernekevin. Heta serok û rêberên me karê xwe bi tirkî, civîn û komcivînên xwe bi tirkî, heta bi endam û zarokên xwe re, bi dost û hevalbendên xwe re bi tirkî qise bikin em ê jî weke kurd bi sernekevin.
Ez fêm nakim, serok û rêberên partiya bi îddiaya wê kurdistanê azad bike derketine, lê nikarin dev ji tirkî berdin. Nikarin di organên xwe de tirkî axaftinê qedexe bikin, nikarin bi nas û dostên xwe re kurdî qise bikin. Nikarin mesaj û daxuyaniyên xwe bi kurdî binivîsînin û belav bikin. Û ez fêm nakim, wê çawa bi wî mejiyê tirkîwarî û bi zimanê tirkî Kurdistanê azad bikin?
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.