Eniyeke neteweyî dê çawa pêk bê???
Ji bona ku em rewşa civakê û partiyên xwe baş fêr bibin, min nivîs hinekî dirêj kir. Ji ber ku rewş girîng e, partî û tevgerên me jî nikarin an naxwazin bi hevre yekitiyeke neteweyî damezrînin.
Di dema damezraandina tevgereke neteweyî de dê berjewendiya hin kes û kesayetiyan jî têk here. Asas yên naxwazin yekîtî an bi hevre karkirin bibe ew kesên ku tim xwe û berjewendiyên xwe difikirin in.
Loma min xwest di vê nivîsî de vê meselê jî vekim da ku bê zanîn ku çima li bakurê kurdistanê eniyeke neteweyî nayê damezrandin û her ku dihare zêdebûna partiyan tê dîtin.
Ez dizanim ku di vê nivîsê de û yên berê de jî hin kes ji min acizin û wê aciz bibin. Ji ber ku ez bivir li berjewendiyên sexsî dixim û îro hemî tişt, siyaset û rêvebirî bûye ew ango berjendî loma aciz in.
Gelo çima eniyek neteweyî ku gel hembêz bike nayê damezrandinê.???
Ez ê vê jî bi du mînakan vekim da ku mesele bê fêm kirinê. Mînak pir in. Lê ez yên asasî destnîşan dikim ku em bi hevre li ser vê yekê bifikirin.
Berî her tiştî dixwazim bêjim piştî darbeya (Hukmê leşkerî) 12 îlona 1980 di nava partî û tevgeranda lê pirsîn rabûye. Çi dema di kar û bare rêxistinê de lê pirsîn nemîne wê gave tu pîvan û helwestên rêxistinî jî namîne û kî çawa bixwazin dê weha dikin.
Piştî sala 2000 li gor hin îmkanên hatin dayin êdî partî û tevgerên bakurê kurdistanê jî xwestin ji nû de rêxistina xwe ya berê çalak bike an yên nû veke. Destpêka vî karî jî ji kadirên (kadro) berê de hate destpê kirin. Yanî yên serok, rêber û berpirs bûn û bi ser neketibûn, wenda kiribûn xwestin dîsa ew bin.
Dema li ser vî asasî karê siyasî hate kirinê, aha di virde û bi vê yekê siyaset bi temamî li bakurê kurdistanê kuştin. Kuştin dibêjim, ji ber ku wan kadroyên mejiyên wan bi îdeoliyan hatibû dagirkirinê xwe ji wê azad nekiribûn.Gelek ji wan pere xwaribûn, hin bi karê gemarî mijûl bû bûn. Hin tenha bi anîna malbata xwe ya ewropa mijûl bûn ûhwd.
Dema dest bi kar kirin, ketin tengasiyê loma xala lêpirsînê rakirin da ku kesên li dor wan nerevin û bi tenê nemînin. Ev li gor dilê hin kesên berjewendîperest jî bû. Loma hevdû îdare kirin û ne xwestin yek ji yê din hesab bipirse, an lêpirsîna karên wan bike.
Ez ê vê jî bi du mînakan vekim ku em bi hevre baş têbigihêjin.
Camêr bi salan li ewropa jiya, bû kêmendam (emeklî) temenê wî bi ser 65an ket. Xwest li welatê xwe vegere. Ji ber ku êdî li ewropa tu qîmet û rûmeta wî dixwest nema bû.
Li gor dilê wî perçebûna partiya wî çê bû, xwe bi aliyekî ve girêda da ku ji wî re li bajarekî kurdistanê buruyekê veke, ew li vir bi cih bibe. Meserefê wî hemî jî ji vir be. Ew bi xwe jî weke endamekî komîta rêvebir be. Di rewşeke weha de xelkê bêtir qîmeta wî bigirtana. Wê bihatana seredana wî. Dê çay û kahwe jî ji kîsê partiyê be.
Camêr dibistan nexwendiye lê sifatekî mezin digire û li welat vedigere. Bi salan berpirsiyariyê digire. Mesrefeke mezin lê tê kirin. Lê di nava salan de jî tu endaman qezenc nake û nekirî ye, her ew û ew e. Lê rojekê partiya wî jê napirse: “Em bi salan mesrefe te dikin ma gelo te tu endam qezenc kirî ye”? Napirsin ji ber ku ditirsin bipirsin ew dikare dev ji wan berde, here partiyeke din…
Loma camêr baş dizane ku kes newêrin vê pirsê jî bike. Ew baş dizana ku heger eniyeke neteweyî pêk bê dê cihê wî nemîne û wê êdî ne endamê komîta rêvebir û ne jî xwedî buroyeke partiyê be ku xelk bê ba wî.
Gelo hûn bawer dikin ku ev camêr dê bixwazî eniyeke neteweyî pêk bê? Lê ew ji herkesan bêtir behsa yekîtî û eniyeke neteweyî dike. Heger dilsoz ba divê wî berê cihê xwe ji ciwanekî re bihişta. Lê rojekê partiya wî jê napirse û negotiye: “Tu bi salan di vî maqamî de dijî, gelo te heta niha çend endam qezend kirî ye”? Nikarin bipirsin. Ji ber ku bipirsin ew camêr dikare dev ji wan berde.
Mînaka dudan: Camêr bi ciwaniya xwe dikeve nava tevgera azadîxwaz karê baş dike. Tê girtinê, ezmûneke baş dide. Dema derdikeve porê wî sipî dibe. Xwe li girtîgehê zana û jîr jî dike. Di gelek mijaran de serketî ye.
Ji zîndanê tê berdan. Dîtina kar û îdareya malê weke barekî giran dikeve hustiyê wî. Kar jî ne rehete ku bi dest bixe ji ber ku navê zîndanê li ser e. Bi salan îdare xwe bi zor û zehmetî dike.
Piştî karê rêxistinê li bakur hinekî vedibe, hin dixwazin wî bixin nava kar da ku ji wan re kar bike. (ji ber ku êdî karê siyasî bi peran û bi kesên xwedî pere dimeşe) Loma hin bi alîkariya madî wî çalak dike. Ew jî mecbûr e ku debara xwe û mala xwe bike. Li hev dikin. Fikir û ramanên xwe diguhere. Ev camêrê ku bi maaş kar dike dizane ku dema eniyeke neteweyî bê damezrandin wê ew ê ji maaşê xwe bibe. Rewşa wî yê nebas bibe. Loma bi dizî heta jê bê dê nehêle eniyeke neteweyî an bi hin partiyên din re yekîtî bibe. Ji xwe ev li gor dilê kesên peran didin wî jî ye. Heger tiştekî weha bibe wê maaşê wî ji dest here û ev jî dê rewşa wî ya aborî xerab bike. Ew jî bi eşkereyî heta jê tê behsa yekîtî û bi hevre karkirinê dike. Lê bi dizî ji bona karekî weha pêk neyê çi ji desta tê dike.
Li gor min heta kesên weha di nava partî û tevgera bakurê kurdistanê de hebin û berpirsbin wê zehmet be, enî an bi hevre karkirin pêk bê. Min du mînak dan, lê bi hezaran mînakên weha hene ku ji bona eniyeke neteweyî nebe…
Helbet hin sedemên din jî hene ez ê wan di nivîsa bê de vekim…
Nivîs didome….
Têbinî: Ji ber çûyina min ya başûrê kurdistanê û beşdarbûna Festîvala rewşenbîrî ev nivîs hinekî dereng ma…
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.