Hûn ya rastî bixwazin siyaset li bakurê kurdistanê bûye weke lîstika zarokan. Lê weha hatiye ku êdî dilê mirov dixelîne. Bi vê yekê dikin ku êdî mirov ji siyasetê dûr bikeve ango nefret bike.
Kî dikin?
Piraniya ew kesên ji salên 1960û heta 1980ê karê serokatiyê û rêvebiriyê kiribûn û niha yên dîsa dikin in. Him xwe zêde nawestînin, him naxwazin xeterê bibînin, him jî ji taqat de ketine. Lê hê çima vê dikin? Ez ê bi mînakekê bidim da ku mesel xweştir bê nasîn û zanîn.
Dema Sûrî di bin destê Fransa de bû (1920), wan li gor xwe hin avayî jî çê dikirin da ku Sûrî bi pêşve here. Ji ber vê bû, li gelek deran qenalê avê vedikirin da ku cihê bê av nemîne. Kesên di wan qenalana de kar jî dikirin piraniya wan kurd bûn.
Di nava wan karker ango emelan de kurdekî hereket û tevgerên wî nexweş, cira xerab û tim astengî û problem derdixist, hebû. Fransiyan gelekî bi wî re îdare kirin, çi kirin rast nedibû. Ne dixwestin ji kar bavêje da ku yên din probeleman dernexin..Lê nerîn ku ew çê nabe, her ku diçû zêde problem derdixist û xerabî pêk dianî.
Rojekê karbidestê wî ji bona bê astengî û serêşî ji wî xilas be, bangî kurdekî din dike û jê re dibêje:
-Ew emele ango karkerê kurd gelekî me aciz dike, serêşiyan çê dike. Heger em wî raste rast ji kar bavêjin, dikare probelemên mezintir peyde bibe. Gelo em çi bikin da ku ji wî xilas bibin.
-Ez benî ew kesê zêde probeleman derdixe kurd e. Em ji yek gundî ne. Ez me kurdan baş nas dikim ku mirov çawa dikare ji heqê wan derkev e. Yê Fransî meraq dike û dibêje:
-Çawa yanî, ma em wî ji kar bavêjin?
-Na ez benî na. Em wî bikin çawişê karkeran .
Ê Fransî şaş ma û got:
-Dema ew bibe çawiş wê zêdetir probleman dernexe?
-Na. Bila mehekê bibe çawiş, dûre em ê bêjin karê çawiştiyê qediya heger tu bixwazî tu dikarî dîsa karê xwe yê emeletiyê bidomîne.
-Êêêêêê
-Ji ber kurd e, xwedî xurûr e. Loma ew ê êdî ji çawiştiyê vengere emeletiyê û ew ê bixwazî dev ji kar berde. Em ê jî jê xilas bibin.
Werhasil dirêj nekim; Ê fransî bangî wî karkerê cirnexweş û tim astengî bo wan derdixist, dike û jê re dibêje:
-Bra me rewşa te wezinand û me dît tu ne karkeriyê, tu çawiştiyê heq dike. Loma ji sibê û pêde êdî tu çawişê hemî emelan e.
Kêfa mêrikê me yê kurdê cirnexweş gelekî ji vê biryarê rê tê. Roja din, bi cilên hinekî xweştir destbi karê xwe yê çawiştiyê dike.
Piştî mehekê ê Fransî dîsa bangî wî dike û dibêje:
-Bawer bike em ji karê te yê çawiştiyî gelekî razî bûn. Lê çi mixbin ew kar qediya. Heger tu bixwazî tu dikare dîsa li karê xwe ê emeletiyê vegere.
Ma gelo kurdê ku bû be çawiş dikare dîsa li karê emeletiyê vegere? Ji ber ku ew kurde û parsên wî qalind in. Li ê Fransî nerî û got:
-Na heyran na, ez êdî nikarim weke emeleyekî kar bikim. Heqê min çibe bidin min û bi xatirê we.
Bi vê yekê bê ku Fransî wî ji kar bavêje, wî bi xwe dev ji kar berda û çû.
Niha rewşa piraniya rêveberin partiyên me jî weha ne. Ne dev ji rêvebirtiyê û serokatiyê berdidin û ne jî gavekê bi pêşve diharin. Bi vê yekê siyaset li bakurê Kurdistanê kirine lîstika zarokan.
Her ji çend salekê ji dêlva xurt bibin, bêtir perçe dibin. Her ji hevketinekê weke serketinê dibînin û heta demekê çawiştiya xwe baş dikin.
Îcar em, weke kurdên Bakurê Kuridstanê em ê çawa ji wan rêvebirên ji demên kevn de mane, xilas bibin. Ez nabêjim xerab in. Hemî baş in, camêr in, dilsoz û welatparêzin. Lê nikarin rêvebiriyê bikin, nikarin xelkê li dor xwe bicivînin, nikarin bibin dermanê azadiyê û nikarin dev ji rêvebiriyê jî berdin.
Ez gihiştim wê bawriyê ku heta ew rêvebir, serok û berpirs bin, wê tu pêşveçûn li bakurê kurdistanê nebe. Wê tu rêxistineke neteweyî û bi hêz dernekev e. Ji ber ku hemî dixwazin weke çawiş bimînin û çi dema karê çawiştiyê biqede jî wê li malên xwe rûnên. Heta niha weha bû ye.
Çareserî di destê we de ye ey miletê kurd û endamên wan çawişana yên delal û zîrek. Çareserî ev e ku divê em wan dîsa li endametiya wan vegerînin, wê qebûl nekin û herin, weke gelekan li malên xwe rûnênen. Em ê bi rehetî û bê serêşî ji hevdu xilas bibin.
Hûnê bibînin, piştî vê. wê tevgera kurdên bakurê Kurdistanê roj bi roj bi pêşve here. Di nava wan de hevkarî, tevkarî û yekîtî wê bi rehetî pêk bê. Ciwan û xort wê bikevin nava xebatê. Di demeke kin de wê bi saya xebatên ciwanan guherandinên berbi çav çê bibe.
Êdî hûn dizanin. Ya em ê weha roj bi roj qelstir, lawaztir û kêm qawet bi bin. Ya jî em ê ji wan rêvebirên dilsoz lê nikarin kar bikin xilas bibin û mohra muxalefeta kurd bi saya ciwanan li rûpelên dîrokê bixin.
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.