Welaparêzî ne bi pîvanê ye. Welatparêzî ne bi bêhnê ye. Welaparêzî ne pak û delaliyê ye. Welatparêzî ne bi hêz û qawetê ye.
Welatparêzî bi fikir û ramanên neteweyî heye. Welatparêzî bi kirin û nerînên te û min ya neteweyî heye. Welatparêzî bi fedekariya azadiya gel pêk tê. Welatparêzê bi êrîşên têne ser welatê te û lember wan, parastina te û min ya welêt şîn dibe. Welaltparêzî ne bi gotinê, di jiyanê de pêk tê.
Ji ber vê dibêjim: Kesên ku nizanibin di welatekî kolonî de divê çi bê kirinê da ku ew welat ji bin nîrê dagirkeriyê bê azad kirinê, hema hema nemane. Herkes vê dizanin lê pêk naynin. Herkes vê dizanin lê ji bona çareseriya li rê û rêbazan nagerin. Herkes vê dizanin, lê ji bona bikaribin gelê xwe, miletê xwe ji bin nîrê dagirkeran azad bike, çareseriyê di yekitiyê de dibînin, lê pêk naynin.
Bi salan e ku welatê me hatiye dagirkirin. Dagirker tenê bi erdê me ê dagirkirî nayê ser û nehatiye ser. Ji bona serdestiya xwe her bidomîne, pêwîstiya wan ji perçekirina, dîrok, adet û toreyên welatê dagirkirine an dagir dikin jî heye. Li me jî weha kirine.
Dema dagirker welatekî dagir dikin, her lê dixebirin ku zimanê wî miletî, hêjayiyên wî gelî jî têk bibin ango dagir bikin. Her weha jî dikin û kirine.
Ya herî girîng jî ew e ku dagirker heta ji wan tê û bê dê nexwazin miletê hatiye dagirkirin dîroka xwe binasin. Heta ji dagirkeran tê nahêlin ew gelê kolonî mezinên xwe û qehremanên xwe binase. Lê dixebitin ku hay û baya însanên wî gelê bindest ji serîhildan û berxwedanên berê tune be.
Ji ber vê ye ku dagirker heta ji wan tê û bê wê nehêlin kurd jî bi zimanê xwe qise bikin û siyaseta ji bona azadiya kurdistanê bi kurdî bikin. Ji ber ziman hebûn e. Dema te zimanê xwe parast, ew tê wê wateyê ku te welatê xwe jî parastiye û tê biparêze.
Loma dagirkerên me tim giranî dane wê yekê ku em zimanê xwe jî bir bikin. Dema ziman nemîne mirov dibe yekî din. Mirov ji bîr û baweriya welatparêziya xwe jî dûr dikeve. Ji ber ku her tişt bi zimên dikemile. Te kîjan ziman bi karanî tu dikeve bin bandora wî zimanî û meletî wî zimanê bi kar tîne.
Çi dema te bi zimanê xwe siyaset kir, tê jî bibe weke xwe. Mejî, ruh û tevgerên te jî dê bibin weke wî zimanê tu pê diaxife. Ji ber vê girîngiyê ye ku di perçekirina welêt de, dagirkeran giranî dane ser dagirkirina zimanê te. Heta jê hatiye tu ji zimanê te bi dûr xistiye.
Çi dema zimanê serdestan bû zimanê bi karanîna rojane ya gelê bindest, aha wê demê dagirker bi serdikevin. Dagirker tu caran ji siyaseta bi zimanê wan tê kirinê natirsin. Her weha bi salan e dagirkerên tirk ji bona vê kar û xebat kirine û dikin. Lê niha weha tê xuyakirinê ku di vê derbarê de li bakurê Kurdistanê bi serketine.
Tekoşîna dagirkeran ya li hember zimanê miletê bindest, ya perçekirin û wêrankirina mejî jî pê re domandinin. Perçekirina mejî jî tê wê wateyê ku kesên ji miletê blindest, bi wî mejî yê perçekirî nebin yek, ji bona wê jî çi ji wan tê wê dikin û heta niha li bakurê Kurdistanê di vî warî de jî bi serketine.
Li gel wan herdu xalan, heta ji dagirkeran hatiye nexwestine, azadîxwaz, tekoşer û welatparêzin gelê bindest dîroka xwe binasin. Ji xwe miletê dîroka xwe nasnekiribe ew milet zehmet e ku bikaribe xwe azad bike. Li bakurê Kurdistanê di vî warî de jî bi serketine.
Dagirkeran tu caran nexwestine ku miletê wan dagirkirine serok û rêberên xwe yên berê, tekoşîn û berxwedanên wan binasin. Dema şexsiyet û siyasetmedarên miletê bindest vê bizanibin wê bibînin ku bê dagirkeran çi anîna serê serok û rêberên wan yên tekoşer. Li bakurê Kurdistanê di vir de jî bi serketine.
Bi serketina ji ber ku li bakurê kurdistanê hema hema ziman nemaye. Yekîtî û bi hevre karkirin qedandinin. Nifşê nû ,dîroka xwe nas nakin. Ruhiyeta Neteweyî lawaz kirine. Loma dibêjim: Heger ruhiyeteke kurd û kurdistanî li bakurê kirdistanê heba, wê rojê deh kes nehatibana ba hev û partiyek an tevgerek danemezrandina. Heger ruhiyeteke neteweyî heba, wê hemî partî û tevgerên heyî yên bakurê kurdistanê di bin sîwaneke neteweyî li gel hev û bi yek armancê ji bona azadiya bakurê kurdistaê bi hevre kar kiribana. Bi wê sîwana neteweyî dê piştgiriya başûrê kurdistanê kiribana û li hember êrîşên dagirkeran wê bê helwest nemana. Hezar mixabin rewş ev e. Lê tê hesabê siyasetmedar û rêvebirên partî û rêxistinên me ku nabin yek an eniyeke neteweyî danemezrînin…
Ez vê nivîsa xwe bo şîreta nemir pêşewa Qazî Muhamed diqedînim û dibêjim, xwe binasin, dîroka xwe nas bikin, serok û rêberên xwe yên ji bona azadiya kurdistanê bûne cangorî bizanibin.
“Gelê min ê Kurd û birayên min ên hêja, birayên min ên qehr xwarî, gelê min ê zorlêkirî, va ez di gavên herî dawîn ên jiyana xwe de me, werin ji bo xatirê Xwedê êdî dijminayiya hev nekin û pişta xwe bidin hev, li hember dijminê zordest û zalim derkevin, xwe belaş mefiroşin dijminan, dijmin her ewqas we dixwaze tenê karê xwe bi we pêk tîne û qed bi we re dilovanî nake; di her fersendekê de be qed li we nabihure”.
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.