Di dîroka gelande berxwedan û serîhildanên wan de rol û erkê rêvebir, serok û serokatiyê gelekî giring e.
Divê em weke kurd li ser vê baş bifikirin û dîroka xwe ber çav bikin da ku em bibînin di vê dîroka me ya tim bi şer û pevçûnan derbas bû ye de, kîjan serokan erk û roleke çawa lîstine, bibînin.
Hin serokên me ji bona gelê wî bi temamî têk nere xwe kirine cangorî. Hinan heta gulla xwe a talî jî li hember dijminê har tekoşîna azadiya gelê xwe dane heta ku şehîd bûne.
Hin di zîndanên dijmin de jî teslim nebûne, bi wê wêrekî û mêrxwasiya xwe di zîndanên dijmin de riziyanin û hin jî hatine dar vekirinê. Hin jî teslîm bûne, dijmin çi ji wan xwestiye weke wan kirine û dikin.
Îcar em vegerin ser Tevger, rewş û tunebûna serokekî bikaribe temsila kurdan li bakurê kurdistanê bike, binerin. Em binerin, dinerin û dibînin ku heta dawiya sala1970ê û heta niha hê serokekî piraniya kurdên bakurê kurdistanê hembêz bike derneketiye ya jî me dernexistiye.
Li gor min nederketandina serokekî/e weha bi hêz û qawet du alî ye. Aliyê yekem; em kurdên bakurê Kurdistanê bi xwe hê ne gihiştine zanebûn û baweriyêke weha ku em bikaribin bi hevre kesayetiyekî/e weha destnîşan bikin.
Ji ber ku ew hîşyarî û baweriya neteweyî hê jî di mejîyê me de bi cih nebû ye. Ne bûna vê jî tim dibe sedema perçekirina me. Bê hêz û belavkirina me bi xwe re tîne.
Ev bêhêzbûn belavbûna me jî nahêle ku em azad bibin. Welatê xwe ji bin destê dijminan derxin.
Sedema dudan jî ji gelek kes û kesayetiyên ku dikarin rola serokatî bilîzin, ji wan bi xwe de ye. Çima?
Weke tê zanîn ku kesên bixwazin bi erkê Serokatiyê ve rabin, berî her tiştî divê mitewazî bin. Dilsozê gelê xwe û hezkirên xelkê xwe bin. Divê tim neteweyî bifikirin, bi her kesan re li gor zanîn, têgiştin û baweriyên wan bide û bistine.
Ji dostanî ya sexsî, ji kar û barê merivê xwe dûr be. Hevaltî û dostaniya berê nexe navbera kesan. Divê tim neteweyî fikirandin karê wî/ê be. Helbet gelek tiştên din jî hene hûn jî li ser wan bifikirin.
Em tim dibêjin bê rêxistinî welat azad nabe û ev rast e. Ez jî dibêjim bê serokekî neteweyî bifikire û bikaribe xelkê xwe li hevdu ragire kurd jî azad nabin. Ev xaleke girîng e. Em li hemî welatên bindest û serdest de dibînin ku rola serokên wan di warê erênî û ne erînê de çiqasî girîng e. Ev ji bona me kurdan jî derbas dibe…
Li gor vê girîngiyê divê êdî em jî weke kurdên bakur ji bona tevgera me baştir û rehetir tevbigere. Ji bona em bikaribin derd, êş û problemên xwe bi aweyekî rast, tenê ji navendekê bighêjîne dostên xwe serokekî/a bi hêz pêwîst e.
Serok di tevgera azadîxwaz de roleke mezin û girîng dilîze. Ji ber ku serokek dikare welatekî kolonî, ne azadkirî, azad bike. Her weha dikare welatekî azad jî xera bike têk bibe.
Hebûna kesayetiyekî/e weha gelekî lazim û pêwît e. Ji bona vê girîngiyê jî pêşniyara min ev e: Madem rêxistinên me pêşevanê gel in. Hêzîn me ji bona parastina xelkê ye. Divê yekîtiya me û derxistina serokekî/ê jî ji bona azadiya me be.
Lewra divê zûtirîn wextê hemû rêxistinên me di bin sîwanekê de eniya (cephe) xwe ya neteweyî pêk bînin û serokekî/ê wê eniyê destnîşan bikin, ew û hemî gel ji wî/ê kesayetiyê re bibin alîkar.
Serokên partiyên di eniyê de cihê xwe digirin, bila ew jî bibin cigirê wî/ê. Bila ew serok û cigirên wî/ê jî bibin komîta rêvebir ya eniyê.
Piştî vê jî bila kar li hev û li xwe belav bikin. Komîteyan damezrînin. Weke: Komîta rêvebir, aborî, siyasî, danûstendin, têkilî danîn, spor, karê nav xwe yî û karê derve. Berpirsên van komîteyan jî her yek bila ji cigirên serok bin û li gor vê dest bi kar bikin.
Yanî divê enî ne weke hêzekê, ne weke partiyekê, divê ew weke dewletekê kar bike. Li gor vê bila berpirs û kometeyên wan jî kesên pispor, ziman zan û yên bi rastî ji siyasetê fêm dikin bin û dest bi kar bikin. Ya girîng jî endamên wan komîtiyan dikarin ne endamên tu partiyan jî bin.
Aha him xebateke weha wê azadiya bakurê kurdistanê nêzîk bike, him wê bi xurtî alîkariya brayê xwe, başûr û perçên din jî bikin. Him jî wê alîkarî û piştgiriyeke xurt ji dewletên ewropa, emerîka ûhwd bigirin. Ji ber ku niha berê bayê azadiyê berbi kurdan ve ye. Heger kurd jî rola xwe bilîzin êdî wê azad bibin.
Ew serok û serokatî wê di qada navneteweyî de bê nasîn û qebûlkirin ku dewletên bixwazin alîkariya kurdan bikin wê bizanibin, temsîl û berpirs kî ye.
Îcar madem em dibêjin rêxistin û partî pêşevanên gel û temsîlkarên miletê xwe ne. Loma divê ew destpê bikin da ku kêfa xelkê xwe bînin. Wê baweriyê jî bidin gel ku êdî bi saya vê eniyê wê yekitiya gelê me pêk bê û ev wê azadiya gel bîne.
Heger em weke kurd li başûrê kurdistanê binerin em ê bibînin ku ew ne xwedî serokekî bi hêz, qawet û zana bana hûn bawer bikin wê hê serxwebûna başûrê kurdistanê weke xeyalekê ba. Lê em dibînin ku niha serxwebûn ne xeyale û li berderî ye. Di demeke kin de ew derî vedibe û ew serxwebûn dikeve hundir ango dilê kurdan.
ÊDÎ HÛN DIZANIN.
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.