Tevger û rêxistinên bakurê kurdistanê ji destpêka salên 1970 heta sala 1980 bi aweyekî ji xwe ber û li gel hin xebatên partî û rêxistinên wê demê, weke pêlên okyanûsê bilind bû bûn.
Li bakurê Kurdistanê hingî ew pêla welatparêz bilind bû bû ku êdî dijmin hesab dikirin ku dê di nêzîk de wê ciwanên kurd li bakurê Kurdistanê serî hilde. Wê tirs û xofê, dijminê me xistibû nava tirseke bê hempa. Plan çêdikirin ku dê çawa xwe ji vê pêla welatparêzên Kurd xilas bikin
Ji ber ku ew dewlet bûn, xwedî îmkanên mezin û tecrubeyên bê hempa bûn, rêya ji bona tunekirina tevgerên kurd, çareserî di darbeyekê ango bi hatina hukmê leşkerî de dît in.(12.09.1980)
Ji ber ku bi tirs bûn, bi hesab, plan û projeyên mezin hukmê leşkerî pêk anîn û dîtin ku wê tirsa wan hesabê wê dikirin pêk nehat û ji nû de tevger û partiyên bakurê kurdistanê nasîn ku ew pêlên wan î mezin weke balonekê teqiya.
Bi vê teqandinê êdî firset ket destê dagirkeran da ku her tiştekî weke xwe bike û kirin. Daxwaza wan ya ewil ew bû ku welatparêz û şoreşgeran bigirin, bikujin an jî bidin revandin da ku ew welatê xwe terk bikin.
Helbet ev têra wan ne dikir. Wan fêm kirin ku bi girtin û kuştinê dê nikaribin dawî li tevgerên welatparêz yên ciwanên kurd bînin.
Loma jî bi hemî hêz û qawetên xwe, li gel sîxur û hevalbendên xwe, kulturek nû di nava tevger û hêzên bakurê kurdistanê de xuliqandin da ku ew tim ne li gel hev bin, ji hev aciz bin, bê hêz û qawet bin.
Li gor min xala herî girîng jî ev e ku dagirkeran heta niha di vê xalê de bi serketine û karê wan heta niha li gor dilê wan meşiya ye û dimeşe.
Lê hezar mixabin ku ew kesên dibêjin em welatparêzin û ne li hev in, hêjî me ev yeka fêm nekirî ye ku di virde armanc û hedefa dijmin çi ye?
Gelo ji vê bêhêzbûna me. Ji hev belava wela bûna me, kî fêdê dibîne? Helbet dijmin. Baş e gelo çima em vê daxwaza dijmin di qirika wî de nehalin û weke bira ji hev heznakin û ne li gel hev in?
Gelo çima her hêzeke me, her partî û tevgereke me, her sexs û sexsiyetên me bi serê xwe ne? Gelo çima em nikarin hêzên xwe bikin yek? Astengên pêşiya me çine?
Belê herkes baş dizanin ku çi demê li bakurê kurdistanê partî, rêxistin û tevgerên heyî di bin sîwaneke neteweyî de hêzên xwe bikin yek, wê xewê li dijminê xwe biherimîne. Çi demê rewşenbîr û ronakbîrên gelê me jî cihên xwe di bin wê sîwana neteweyî de bigirin, aha wê demê dê gelê kurd li bakurê kurdistanê bi ser bikeve.
Gelo çima van gavên min anîn zimên pêk nayên? Li gor herkesan, her partî û tevgeran sedem gelek in. Lê em hemî ji niha û pêde li gel hev, bi hevre aş bin, li ser xeta neteweyî bi hevre niqaşan bikin, li hember hev mutewazî bin û ne hesûd bin tu sedemeke ku em bi hevre kar nekin dê tune be ango nemîne.
Dema xet bû neteweyî, armanc û hedef tenha ji bona azadî û serxwebûna Kurdistanê be, çima em ê nikaribin bibin xwediyê xwe û eniyeke neteweyî? Heger pîvan nasîna ala kurdistanê be. Heger helwest ji bona azadî û serxwebûna Kurdistanê be. Heger armanc tenê qetandina zîncîrên dagirkeran be, çima em nikarin hêza xwe bikin yek û bi serkevin?
Serketin bi yekîtiyê, bi destxistina mafê rewa yê gelê kurd li ser xeta neteweyî û nasîna al û erda kurdistanê dibe.
De werin em pêvajoyeke nû vekin. Hemî nakokî û dijberiyên xwe yên li hember hev dînin alîyekî û ji bona Kurd û Kurdistanê bi hêzeke ango eniyeke neteweyî em destê xwe bidin hev.
Em bi hevre bêjin. Bes e êdî ev belavbûna tevegera bakurê Kurdistanê. Bese nakokiyên me yên dibin astenga yekitiya me, li hember hev bi karneynin. Divê em bêjin bes e êdî welat têk dihare em hê bi hevre mijûl in.
Çi dema me ev pêk anî, wê sîxur û pêgirtên dagirkeran li gel xwediyê xwe têk herin. Serketin wê bibe ya gelê kurdistan. Serketin wê bibe ya partî û hêzên kurdistanî. Serketin wê bibe ya serok û rêvebirên vî miletî. Serketin wê bibe ya ronakbîr û rewşenbîrên vî gelî.
De werin em êdî vê pêk bînin, azadiya gel û pêşveçûna ronakbîr, nivîskar û rewşenbîrên gel di vê de ye. De werin em bi hevre hewl bidin bila ev bi serkev e.
EM BI HEVRE XURTIR IN!!!
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.