Min di vê nivîsê de xwest çend xalên ku nahêline em kurd bi serkevin, li gor zanîn û kanîna xwe destnîşan bikin. Helbet gelek tişt û sedem hene, lê li gor min yên herî asasî û girîng ev in. Û ev nivîs bêtir ji bona kurdên me yên bakurê Kurdistanê ye.
Kurd qencî û başiya hev naxwazin.
Niha em bi awayekî berfireh, bê alî û bi dilekî pak û paqij bêjin û binivîsînin. Em ê bibînin ku di dîroka gelê me de tim kurdan qenciyên hev nexwestinin. Başiyên hev nepesinandinin. Loma jî her gav kêmî xelkê ango li dû xelkê mane.
Heger ne weha ba, bi erda xwe fireh, bi nufûsa xwe mezin welatekî weke kurdistanê ku hê azad nebûye heye gelo? Tuu nee yee. Lê hê jî em weke kurd bindestê dagirkerên bi nufûsa xwe ji me biçûktir in.
Dema te qîmeta xwe û ya hevalên xwe nizanîbû, dema te li gor başiyan kurdên xwe nepesinand, wê tim ketin jî bibe para te…
Ev dibe sedem ku êdî dijmin jî bi vê rêyê kes û kesayetin kurd kêm dikin, kêm dibînin û ew kesên me êdî nema dikarin bi pêşve herin.
Kurd ji hev re hesûd û xêrnexwazên hev in.
Ev bi rehetî di nava kurdan de tê dîtin û xuyakirinê ku kurd li hemberî hevdu hesûd in. Yek xêra ê din naxwaze. Dema mirov nexêrxwazê brayê xwe be, bra jî nabe xêrxwazê mirov û ev dibe sedema ku kurd ji hev bela wela dibin. Bi qasî ku em kurd pesnê dijminê xwe didin û behsa qenciyên wan, rewşenbîrên wan, stranbêjin wan û siyasetmedarên wan dikin. Em behsa yên xwe nakin û wê keda heq dikin nadinê.
Kurd çêya yekî/a din naxwaze.
Ji ber ku yek naxwaze ê din bi ser keve. Ji ber ku qîmeta hev nizanin û tim hevdu kêm dikin. Dema berê yekî/ê berbi pêşveçûnê be yekî/a din nig davêje ber û li erdê rast dike. Yekî/a zana û xwedî huner be, yên ne xwedî van bin tinaz û henekên xwe pê dikin da ku bi ser nekeve. Êdî hûn li ser zêde bikn..
Serokekî tevgera kurd li hev ragire tune ye
Li bakurê kurdistanê êş û derdê herî mezin tunebûna serokekî ku bikaribe tevgera kurdên bakur li hev ragire tuneye. Ne ku tune ye bawerim gelek hene lê em kurd ji ber hesûdî, ji hev nehezkirinê nikarin kesekî/ê destnişan bikin û hemû bi hevre piştgiriya wî/ê bikin.
Çareseriya vê ev e:
Pêwîst e êdî kurd qencî û başiyên hev bixwazin. Ji bona qencî û başiyan jî divê weke kurd ji hevdu hez bikin. Hevdu guhdarî bikin da ku ew hezkirin di dilan de cihê xwe bigire.
Hesûdî tiştekî gelekî xerab e ku nahêle dost û brayê te bi pêşve here. Her weha hesûdî dike ku mirov bi xwe jî ango yên hesûd jî, ji ber hesûdiya xwe bi pêşve nare.
Heger ne ji ber vê hesûdiyê, xêrnaxwazî û nehezkirinê ba, wê heta niha kesayetiyekî bikarîba erkê tevgera bakurê kurdistanê bi ser mile xwe da derketa.
Ma gelo kes û kesayetiyên weha di nava me de tune ne? Henin û gelekin jî lê em naxwazin, nahêlin û xwedî li kesayetiyekî/e we derkevin da ku ew jî bikaribe tevgerê bigerîne.
Dema di miletekî de însan bi pêşve nere, nikare pêşketinan jî bîne û ev jî dibe sedem ku tu ango kurd nikare welatê xwe azad bike û însanên xwe ji bin zilma dagirkeran derxe.
Divê kurd bi aweyî giştî dev ji hesûdiyê berdin. Li xwe li brayê xwe li erda xwe vegere û ji bona azadkirina gelê xwe mil bide milê brayê xwe û tekoşîna azadiya gelê xwe bide. Wê gavê mirovê bi rehetî bikaribe welatê xwe azad bike.
Ev bi sedan salin ku kurd bindest mane loma jî ew ruhiyeta bindestiyê dike ku yek naxwaze yekî din bi pêşkev e. Tu dibîne kesek karekî baş dike. Xwe roj b i roj pêşve dibe ya jî di karê xwe de bi serketiye. Lê ev serketina wî/ê carna nayê hesabê hinan.
Bi fen û fûtan li rê û rêbazan digere ku wî karê ji ber bigire. Ya ew wê bimeşîne ya jî heger wî nemeşand jî têk dibe ango ew bi xwe dibe sedema têkbirina wî karê ku fêda gel têde heye.
Ev sazûman bi salan e ku di nava kurdan de tê meşandin, meşandina wê jî piranî bi destê dagirkeran e. Lê hin kurdên me jî ji ber berjewendiyên xwe ê şexsî bi karekî weha ve radibe.
Nafikirin û nikarin bibînin û bêjin; waye kar bi rêve dihare. Çima ez ê xwe di ber rakim ku ez dibim sedema têkbirina wî karî. Piraniya kesên weha jî siyasî ne û tim jî behsa kar û xebatên hevbeş dikin.
Dîsa li gor min kêmaniya bakurê kurdistanê ew e ku serokekî bikaribe tevgerê li hev ragire tune ye an jî nehiştine ku derkev e. Şexsiyet di karê siyasî de gelekî girîng e. Mixabin ew jî li bakurê kurdistanê hê derneketiye ya jî me nehiştiye ku derkev e. ..
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.