Em kurd kurê meletekî ku sed salên di bin nêrî dagirkeran de dipeçikin. Têne kuştin dikevin zîndanan, têne revandin û gelek tiştên din.
Lê dîsa jî em weke kurê vî miletî û tu caran bi temamî teslîmî dijminê xwe nebûne û li her çar perçên Kurdistanê berxwedan û şerê azadiya ji bona Kurdistaneke serbixwe tu caran têk neçûye. Hin caran ji ber sedemên taybet, şer dikare hatibe rawestandin, heta ku mecal çû bûye, dîsa berxwedan û li hember dagirkeran serî hildan bû ye.
Vê serîhildan û berxwedana pêşmêrgeyên qehreman, rê û rêbaza Barzaniyê mezin em li beşûrê Kurdistanê niha kirine xwedî dewleteke federal û baweriya min ew e ku wê di demeke ne zêde dûr jî ev dewleta federal dê bibe Kurdistaneke serbixwe.
Hemî kar û xebatên parlemena Kurdistanê niha, bi rê û rêbazên demokratîk di nava hewldanan de ye ku ew daxwaza kurdan ya sed salan ango kurdisaneke serbixwe pêk bê. Ev xeyala hemî kurdên li vê cihê dijîn e.
Serok û rêberên me, berpirs û pêşevanên me li başûrê kurdistanê bi her awayî di her warî de, kar û xebatên navdewletê dikin da ku wê xeyala kurdan ya dewleteke serbixwe pêk bînin. Ala kurdistanê di nava alên cîhanê de bilind û berz bikin.
Lê di warekî din de dema ku em li bûyer û kiryaran dinêrin dibînin ku hin kes, sexs û hin ji berpirsiyaran, hêjî weke partiyakê kar dikin, ne weke dewlet. Ji bîr dikin an nayê bîra wan ku hukumeteke wan ya bi dengê gelê xwe li ser kar e.
Hemî kêmanî û şaşiyên ku hene an têne kirin ji vir destpê dike. Destpê dike ji ber ku hin bi temenê xwe ê mezin û bi salan berpirsin, li gor aqil û mejî hê jî weke partî ye tevdigere.
Tevgerên weha him zerarê dighêjîne partiyê (PDK) û hukumeta herêma Kurdistanê. Him jî bi wan kesên ku gelek ji beşdarên nezan civîn an konfrans encama ku tê xwestin nade. Em vê hinekî vekin da ku mesele zelal bibe.
Dema hin konferans, civîn û semînerên navneteweyî li Hewlêrê li dar dikevin, armanca ji wan ew e ku kesên di mijarê de pispor an jî xwedî zanîn û lêkolînvan bin da ku ew kesana bi wan tecrubeyên xwe, wê zanîn û têgihiştina xwe di civîn û konferanseke weha da bînin zimên da ku ew bibe weke xaleke sereke ji bona di qada navneteweyî de cihê xwe bigire.
Lê di aliyê din de dema em li beşdarên gelek civîn û konferansên ku pêk hatina dinerin û dibînin ku bêtirin başdaran, ji teref nas û dostên partiyên yên li ewropa û perçen din dijîn têne hilbijartin. Ji ber ku mirovên hev in.¸Bi salan hevalbendên hev in, dost û hezkirên hev in. Herkes bangî ê xwe dikin.
Ev jî dibe weke astengekê ku ew civîna tê kirin bi navaroka xwe ne têr tije ye. Dema te mirov û hevalbendê xwe tenê vexwand konferans an civîneke weha û di aliyên din de tu kesên pispor zana û lêkolîner yên ku dikarin bi dîtin û pêşniyarên xwe wê konferansê geş bikin û bibin xwedî pêşniyarên ku divê çawa û di çi warî de kar bê kirinê, qîmet û rûmeta wan nagire, ji bona konferansek serketî tu dibe asteng.
Ji ber ku piraniya kurdên me çavên xwe bi kar û barê rêxistiniyê vekirine, bi temenê xwe yên bi çûk xwe di nava tevgerekê de dîtine, loma çi kar be weke partiyê tevdigerên. Ji bîr dikin ku êdî Kurd li başûrê kurdistan bi ala xwe, bi parlemena xwe, dam û dezgehên xwe dewlet e.
Dema ku em dewlet bin divê di hemî çalakî, konferans û civînên girseyî de, bangî kesên di wê mijarê de pispor in, lêkolîner in, xwedî tecrube bin da ku bikaribin ji wê civîn an konferansê encamekî baş û watedar derxin.
Baş dizanim û bûme şahidê wê yekê ku gelek kesên têne vexwandin ango hatine bangkirin tenê weke guhdarekî dibe mêvanê wê konferansê an civînê. Ne dikare biaxife, ne dikare bibe xwediyê xwe û pêşniyarekê. Tenê dikarin bi kişandina wêneyên xwe ên xwarinê, ger û seyranê û li ser facebookê belav bikin, zîrek in. Li gor min ev jî dibe barekî giran li ser pişta hukumeta herêma Kurdistanê.
Hêvî û rica min ew e ku divê ev rengê konferans û civanên ji teref hukumeta herêma kurdisanê pêk tên, vê rewşê bidin ber çavên xwe. Konferans li ser kîjan mijarê be divê kesên beşdar jî di wê mijarê de zane, lêkolîner û xwedî berhemên wê bin.
Ya herî girîng jî ew e ku divê ciwanên kurd yên li ewropa ku bi gelek zimanan dizanin, di nav çanda dewletên ewropî de mezin bûne, gelek ji wan di nava partiyên dewletên lê dijîn de kar dikin. Divê bangî wan bê kirinê, lê min yek ji kesên weha ciwan û zîrek di konferansê de nedît. Li gor şopandina wêneyan
Ji swedê nêzî deh kesan beşdarî konferansa 4-5-/2-2021an ya li peytextê Kurditanê li Hewlêrê pêk hatibû, kiribûn. Ji nava wan yê herî bi temenê xwe bi çûk ne kêmî 50-60 salî bû. Ji dêlva ewqas kes ji swêdê beşdarî wê civînê bû bûn û ne bû bûn xwediyê xwe û pêşniyarekê, heger sê ciwanên jîr, pir zimanî û xwedî tecrube û civaknas çûbana ma wê nebaştir ba??? Lê dema em rastiyê dibêjim, bi destên hin ji wan berpirsên min jor gotibû, nayê hesabê wan loma, li ser asasê ne rastiyan û li ser navê xwe raporan didin jor…
Ji ber ku konferansa li Hewlêrê pêk hatibû, mijara wê Dîaspor bû û ev demeke ku navendek hatibû damezrandin, ji bona xurtbûn û pêşketina wê ev konferans hatibû amadekirin
Bi hêviya ku ev rewş êdî li ber çav bêne girtin û tenê ji bona nasê min e, dostê min e, bangî kesan ji bona konferansan neyê kirinê. Ev ê bibe gaveke erênî ji bona civîn û konferansê watedar û serketî ku kesên di mijarê de pisporin, bêne bangkirinê…
Ez dîsa jî wê konferansa ku di 4-5/12/2021an li paytextê Kurdistanê pêk hatibû serketinê dixwazim. Di kar û xizmeta ku wê ji bona gelê xwe pêk bîne, xweşbînim û wa pîroz dikim.
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.