Ji bona fêrbûn û zanîna Enfalê divê berî her tiştî wan berhemên ku min li gor gotin, dîtin û nerîna malbatên enfalkirî, nivîsandine bêne xwendin. (Dîroka Rureş. Şanoya Enfalê. Barzan Digirî romana Enfalê û Qêrîna Barzan hevpeyvînên ku min bi malbatên kesên wan hatibûn enfalkirinê re kirine.)
Ji bona ku mirov Enfalê baş fêr bibe, ji devê dayikên ku mêr û kurên wan hatibûn enfalkirinê guhdarî û bike binivîsîne. Pişt re, bide zanîn ku wan dayikana çawa heta azadiya kurdistanê (1991) zarokên xwe mezin kirin û tûşî çê hatibûn û çawa wan rojana derbas kiribûn, bizanibin.
Dema zarokên bê bav, zarokek li ba bavê wî/ê didîtin diketin çi rewşê? Di jiyaneke weha de ew zarok ango bi çûk di rewşeke çawa de mezin bû û niha çawa dijî?
Jineke bi roj bav û bi şev jî dê bû, mirov dikare vê çawa li qelemê xe da ku rewşa wê jinê fêr bibe. Wê jina fedekar ku him dê û him jî bav bû, li hember wan rewşên dijwar, li hember Saddam û leşkerîn wî çawa zarokên xwe kirin pêşmêrge û şandin nava hêza pêşmêrgeyên qehreman yên li serê çiyayên Kurdistanê ji bona hebûn û nemana kurdistanê şer dikirin û tekoşîn didan.
Keçen ku bi dergistî bûn, hin ji zewaca wan re çend roj mabûn û dergistiyên wê-wan dema hatin enfal kirinê, wan keçên bi dergîstî heta niha hê jî nezewicîne gelo di jiyana xwe de çi zehmetî dîtin, tûşî çi hat û dihatin.
Dema leşkerên Saddam ava kampên ku Barzanî tê de hatibûn bi cihkirin, qut dikir, wê dayikê, wê jinê ji bona zarok û sal mezin ji tîna nemirin çi dikirin?
Dema zarokekî/ê doza bavê we li dayika xwe dikir û dayikê nikarîbû bersîveke têr bide zarokên xwe, diket çi hal û rewşê?
Di van rewşên dijwar de, wan dayikana çawa zarokên xwe mezin kirin û kirin pêşmêrge û şandin nava hêza pêşmêrgeyên qehreman yên li serê çiyayên Kurdistanê ji bona hebûn û nemana kurdan şer dikirin û tekoşîn didan.
Ji bona hûn vana û bêtirîn di derheqê enfalê de bibin xwedî zanîn, divê hûn van berhemên hatine nivîsîn û weşandinê bixwînîn.
Divê em hemî li gel hev û bi hevre van berhemana bikin zimanê biyanî da ku em bi xebatên pir alî Enfalê di qada navneteweyî de bikin Jenosaîd?
Ji bona vê belge bêne peydekirin û berhemên hatine nivîsîn ku bibin zimanê cîhanê û mirov pêşkêşî wan bike da ku ew jî bi erkê xwe ve rabin û alîkariya wan malbatên kesên wan hatinbûn enfalkirinê, bikin.
Em bi saya van xebat û nivîsana divê bi cîhanê bidin zanîn; gelo tu deverek heye ku heyş salan zarok li wir çênebûne? Belê heye û ew dever tenha devera Barzan e ku li başûrê Kurdistanê ye. Dema mêr û zarok temenê wan di ser deh salan de hatin enfalkirin, zewac êdî heta sala 1992an nebû loma jî zarok li wê deverê ne hatin dinyê.
Gelo wan jinên Barzaniyan ku mêr û kurên wan hatibûn enfalkirin, li hember zalimê Saddam çawa tevdigeriyan? Ji bona zarokên wan nemirin û mezin bibin çi kar û xebat dikirin?
Gotina Enfalê rehet e, lê fêrbûna wê zor û zehmet e. Ji ber vê ez salekê (2007-2008)di nava wan de mam ku ez jî bibin yek ji wan da ku jiyana wan bi sê berhemên xwe ên qirase bi raya cîhanê û kurdan bidim zanîn.
Loma gelekî girîng e ku van berhemana û berhemên di heqê enfalê de divê hemî kurd wan bixwînin û vê enfala bi destê Saddam pêk hatibû bizanibin û armanca wê fêr bibin.
Divê em baş fêr bibin û bizanibin ku çima herçar dagirkerên me, cahş û welaltfiroşên me li gel hev dixwestin û dixwazin Barzaniyan ji holê rakin?
Mirov bi xwendinê fêr dibe û dizane ku çi hatiye serê gelê me. Heger te nexwend tê nizanibe dagirkeran çi anîbûn serê bav û bapîrên te.
Dema ku te nexwend tu yê sedema pêkanîna hemî bûyerîn qirêj weke komkujî û Enfalê fêr nebe tu yê nikaribe xwe nas bike, dema te xwe nasnekir jî tê nikaribe ji bona azadiya xwe li hember dagirkeran tekoşînê bide. Dema te tekoşîn jî neda, tê jî weke gelek milet û dewletên mezin têk here û tune bibe…
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.