Êdî dinya jî zimanê Kurdî weke zimanekî cîhanê û fermî qebûl dike. Fecabook û Twitterê ev pejirand. Lê hê jî piraniya kurdên bakurê kurdistanê li xwe hay nebûne û nikarin li zimanê xwe vegerin. Wî zimanê şêrîn bi kar bînin. Pê bixwînin û binivîsînin. Aha malwêraniya mezin ev e...
Belê ji bona em Kurd bi temanî ji holê ranebin, ji bona em bikaribin xwe, axa xwe, welatê xwe, namûs û hêjayiyên xwe biparêzin divê em zimanê xwe ji bîr nekin û dev ji zimanê dagirkeran berdin.
Kîjan milet, xelk û civat ji zimanê xwe bê par mane, wan her tiştên xwe jî wenda kirine. Em li cihanê binêrin em ê bibînin ku bê çendîn miletê berê bi hêza xwe, bi zimanê xwe, bi qaweta xwe mezin bûn, îro tenê weke nav mane ew jî ji ber ku zimanê wan ne ma.
Niha em êdî dîbînin cihana ku heta niha dostaniya kurdan nekiribûn û niha pê hesiyan ku berjewendiya wan di kurdan de heye, xwedî li zimanê me derdikevin. Hêdî hêdî wê didin pêş Mala wan ava be. Ev jî baş e.
Li vê cîhanê carekê anîn zimên û nivîsên ku zimanê kurdî di qada navneteweyî de zimanê mezin e û ew di rêza nehan de destnîşan kirin. Ha mirov dikare ji wan bipirse ku ev sed salên hûn li ku bûn? Lê êdî hewce nake. Ya girîng qebûlkirin û nasîna miletê Kurd û zimanê wî ye.
Em dibînin êdî şîrketên mezin jî zimanê me, kurdiya delal li hember tehdîtên tirkan, weke zimanekî fermî qebûl dikin. Ji wana Facebook û Twitter e. Helbet gelekên din hene. Lê vana gelekî girîng e ji ber ev herdu, niha ketine xwîna mirovantiyê û bê wan hema hema jiyan nema dibe.
Ev rewş me fêrî çi dike gelo? Me fêrî wê yekê dike û ji me re dibêje; ´Kurdno hay ji xwe hebin, dewleta we tê damezrandin, em êdî zimanê we qebûl dikin, divê hûn jî li xwe vegerin û zimanê xwe xurt bikin. Bi wî qise bikin, bixwînin û binivîsînin´.
Lê hûn bawer bikim em kurd ango kurdên bakurê kurdistanê, piraniya siyasetmedar, rewşenbîr û nivîskarên me hê jî ev fêm nekirine.
Çima???
Ji ber ku piraniya partî û rêxistinên bakurê kurdistanê hê jî siyaseta kurdî bi zimanê tirkî dikin. Ev jî li hev nayê. Loma pêşketina wan nabe û her di cihê xwe de dijmêrin. Fêm nakin û tênagihêjin ku her miletek bi zimanê xwe heye û ew dikare bi wî zimanî gelê xwe azad bike.
Nivîskarên me hê tênegihiştine ku dema ew berhemên xwe bi zimanê tirkî dide weşandinê ew berhem êdî dibe malê tirkan. Ew dibe a tirkan. Ji ber ku her berhemek bi kîjan zimanê hatibe nivîsîn û weşandin ew dibe malê wî zimanê.
Siyasetmedarno, nivîskarno,, rewşenbîrno yên ku ji xwe re dibêjin; Ez kurd im. Carekê çavên xwe vekin û bibîne bê niha dinya çawa xwedî li zimanê te derdikeve.
Carekê serê xwe rakin û bibînin bê wan şîrketên mezin yên cîhanî çawa zimanê te weke zimanê kurdî û fermî qebûl dikin. Lê tu hê jî nikare zimanê xwe fêr bibe.
Çareserî???
Min û gelek canik û camêran gotine,, nivîsîne lê li kurdên me yên bakurê kurdistanê weha hatiye ku nikarin bê tirkî bijîn. Heta bi wî zimanê qise nekin rehet nabin.
Rewş wan bûye weke qesên alkolê bi kartînin û bi wê ve hatine girêdanê. Wan kesên alkolîst dema bê wê dimînin xwe wenda dikin, heşê wan ji serê wan dihare,, heta ku wê peyde dike.
Piraniya rewşenbîr û siyasetmedarên me jî weha ne, dema bi zimanê tirkî neaxifin û nenivîsînin bê heş in. Çi dema ew jî vî zimanî bi kar tînin rehet dibim. Kêfa wan tê cîh,, heşê wan tê serê wan, lê fêm nakin bi vê yekê, xwe, zimanê xwe, adetên xwe û gelê xwe dikujin.
Heta partî û rêxistinên kurdistanê bi awayekî fermî dev zimanê tirkî bernedin, heta ku nivîskar û rewşenbîrên me dev ji zimanê dijminê xwe bernedin, ew bi xwe qatil in Ew bi xwe dijminê zimanê xwe ne.
Bes e êdî dev ji vê berdin. Li xwe vegerin, bibin weke xwe. Li deng û rengên xwe vegerin. Bes e êdî bi zimanê tirkî berheman binivîsînin. Bes e êdî bi zimanê dijminê xwe siyasetê bikin.
Careke bifikirin; ji ber bi karkanîna zimanê dagirkerên xwe hûn partiyên kurdistanî bi pêşve nakevin. Vê bibînin û xwe biguherin.
Nivîskarên bi zimanê dijminê xwe berhemên xwe diafirînin, bibînin ku hûn, xwe û miletê xwe dikujin. Bes e êdî dev ji nivîsandina berhemên xwe bi zimanê dijminê xwe berdin. Heta ku hûn zimanê dagirkerên xwe bi kar bînin hûn dibin kujerê zimanê xwe…
HAHO HAHO!!! MA NE BES E ÊDÎ KURDNO!!!
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.