Şoreş ew tişte ku dema hewcedariya guherandinekê hebe pêk tê. Şoreş ew tişte ku dema miletê bindest bixwazî xwe ji bindestiyê azad bike şoreşê dike.
Bi kurtasî şoreş, nûjeniye, azadî û serbestî ye. Ji ber vê ye ku piştî dagirkirina kurdistanê û bindestiya kurdan, kurd jî qet vala nesekînîne. Ji bona kurd welatê xwe azad û gelê xwe bi serbestî bide jiyandin, her şoreş kirine.
Dema hemî şoreşên kurdan bi sernekitin û piştî hilweşandina komara Kurdistanê li Mahabadê, êdî dagirekên me kêf kirin û bawer kirin dê kurd êdî nikaribin serî hildin. Ji ber vê jî kêfa xwe li gor dilê xwe û li gel hevalbendên xwe ê kurd bi hevre kirin.
Wan kêfkirin û bawer kirin ku êdî kurd qediyan. Lê Barzaniyê mezin û nemir, ji bona kurd bi temamî neqedin û nebin kolên dagirkeran. Ew li gel 512 pêşmêrgeyên xwe berbi sovyetê ve çûn da ku rojekê vegerin û wê kêfa dagirkeran di qirika wan de bihêle. Her weha jî bû…
Mesele dirêj û ev ne babeta nivîsekê ye. Lewra jî ez bi kurtî ji bona we ronî bikin ku bê Barzaniyan heta niha çend şoreş kirine.
Heger hûn ya rastî bixwazin min û gelek canik û camêrên din me gelek caran behsa şoreşe îlon ê kirine. Li gor min şoreşa îlonê ji nû de zindîkirina gelê kurd bi ruhiyeteke neteweyî bû. Şoreşa îlonê ew bêdengiya kurdan û tirsa li ser wan rakir. Şoreşa îlon ji nûde baweriya kurdan anî ku dikarin li hember dagirkeran şerî azadiyê bidin û weha bû.
Piştî bi serneketina şoreşa îlonê û destpkirina şoreşa gulanê kurd fêrbûn ku dikarin dewleta xwe damezrînin û bibin xwedî dewleta xwe. Ji ber ku şoreşa gulanê bû sedema danîna hîmên dewletbûnê. Her ev jî weha bû.
Bi saya wan herdu şoreşan îro em li başûrê kurdistanê xwedî dewleta xwe ne. Dîsa bi saya van şoreşana em ê di nêzde bibin dewlet.
Heta vir temam e û em kurd qerzdarê van şoreşana ne ku di nava vê tekoşîn û şoreşande Barzaniyê mezin kurd kirin xwedê rêbazekê ango xwed felsefeyeke ku rêya azadî û serxwebûnê bi xwe re dianî û asasê dewletbûnê ji nûde datanî.
Lê min xwest pişt azadiya başûrê kurditanê û heta niha gelo çi şoreş pêk hatin, çawa pêk hatin û li ser destê kê ev hatin kirinê ji bona we vebêjim…
Me dît û em hemî bi hevre bûne şahidê wê yekê ku piştî azadiya başûr kurdistanê (1991) û heta niha hemî Barzanî têdikoşin ku bo me kurdistaneke serbixwe û dewleteke kurdî ragihînin.
Ev kar jî hêdî hêdî lê bi gavên asasî hatin avêtin. Lewra bi destên serokê Kurdistanê rêzdar Mesud Barzanî jî çend şoreş pêk hatin. Min xwest vê ji bona we jî vekim da ku em kurd hêjayî, qîmet û rûmeta Barzaniyan bizanibin û bibînin ku hemî Barzanî li gor rêbaza Barzaniyê nemir û li ser xeta neteweyî karê xwe kirine û dikin.
Bala xwe bidinê. Li bakurê kurdistanê navê kurdistanê qedexe bû. Bi gotina wî navê pîroz kes dikarîbûn bi salan hefs razana. Ji bona ev keraseta xerab rabe, rêzdar Mesud Barzanî bi çûyina xwe ya bakurê kurdistanê sê şoreşên girîng pêk anî.
Dema serokkomarê kurdistanê brêz Mesud Barzanî di sala 2017an de li gel Şivan Perwer çûbû bakurê kurdistanê, bi wê çûyina xwe wî şoreşek li bakurê kurdistan û li tirkiyê pêk anî bû. Ji wê rojê û pêde navê kurdistanê êdî li tirkî yê ne qedexebû ango qedexebûna li ser navê kurdistanê hate hilanîn. Ji wê rojê pê de êdî di hemî tv tirkan û tirkan bi xwe jî digotin: ”Kurdistan”.Li gor min ev şoreşeke mezin bû ku hatibû kirin. Lê xuya ye herkesan ev weha fêm nekiribûn. Fêm nekiribûn ku navê kurdistanê çawa weha li bakurê kurdistanê û li tirkiyê ye bi azad dihat gotin.
Ha hin dikarn bêjin niha dîsa navê kurdistanê qedexe kirine. Rast e heger tu xwedê li şoreşa xwe dernekeve û destketiyên xwe neparêze wê weha bibe.
Dîsa dema careke din serokkomarê kurdistanê brêz Mesud Barzanî çû bû Tirkiyê wê demê jî li balafirgeha Ataturkê ya li Stenbolê bi awayekî fermî ala kurdistanê hatibû hilkişandin û li gel ala tirkan li ba diket. Vê ji me re dida zanîn ku êdî tirkan navê kurdistanê û ala wan qebûl kirine. Xuya ye ev jî zêde nehat fêm kirinê bê ev şoreş çawa pêk hatibû
Şoreşa din ya mezin ku brêz serokkomarê Kurdistanê Mesud Barzanî pêk anî bû, ew jî Referandûm ango rapersîna 25 îlona 2017an de bû. Vê biryarê weke rakirina bêdengiya li seran serê kurdistanê heta şoreşa îlonê (1947-1961), kir. Vê rapersînê piştî Komara Kurd li Mehabadê Kurd kir xwedî îradeya dewleta kurdî. Vê rapersînê weha kir ku kurd ji nûde zîndî bûn, wan ji nû de ruh girt û mirov dikare bêje ku ji nûde û bêtir li kurdbûna xwe hay bûn ango ew ruhiyet girtin.
Şoreşa talî ku ew jî bi destê rêzdar serokkomarê Kurdistanê Mesud Barzanî pêk hat ev bû. Bawerim êdî ev şoreşa talî bû ku pêk anî. Ev jî ev e ku xwest û xist jiyanê ku divê êdî kurdistan bi destê, kesên ciwan, zîrek û têgihiştê bête bi rêvebirinê.
Her weha rêzdar ev jî xist jiyanê û rêzdar Nêçîrvan Barzanî kir serokê herêma kurdistanê. Ji ber ku rêzdar Nêçîrvan xwedî tecrubeyên hêja û zanînên delal e. Loma ew layiqê vî erkî hate dîtin û parlemena Kurdistanê ew bi piraniya dengan weke serokê herêma kurdistanê hilbijart. Helbet ev jî li gor min şoreşek bû.
Şoreşa talî jî rêzdar Mesrûr Barzanî ji teref serokê herêma kurdistanê rêzdar Nêçîrvan Barzanî weke serokwezîrê kurdistanê hate destnîşankirin û bû jî.
Helbet vana hemî berhemên wê rêbaza pîroz ya Barzaniyê nemir e. Lê ew rêbaz ji teref rêzdar Mesud Barzanî ve kete jiyanê. Loma jî ked û xebatên rêzdar Mesûd Barzanî gelek e. Divê kurd vê ji bîr nekin.
Êdî pêwîstiya başûrê kurditanê ji şoreşan nema. Tiştên lazim ew e ku avadana gelê xwe, demokrasiya nava xwe li gor rêbaza Barzaniyê nemir pêk anîn e.
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.