Bi salan e ku em Kurdên bakur siyasetê dikin. Di nava siyasetê de me porên xwe sipî kirin. Me temenekî dirêj da siyasetê da ku em bikaribin welatê xwe azad bikin. Ji destpêka salên 70ê û heta niha gelek ji me destên xwe ji vî karê nekişandinin. Heta ji wan tê, li gor hêz û teqatên xwe kar dikin. Di nava vî karî de em ew kesên nifşê heftê piraniya me henin.
Di nava karê rêxistinî ya ku me jê bawer dikir ku em rojekê welatê xwe bi saya wê bighêjînin azadiya wî, em êdî kal bûn, lê me tu welat azad nekir. Êdî em weke berê nikarin bi her derekê de jî bazdın. Lê me di şûna xwe de jî tu ciwan hazir nekirine. Lê dîsa jî gelekên me heta ku ji wan tên, hê li ser niganin û karên xwe ê rêxistinî, komeletî û civakî dikin. Karên hemiyan jî ji bona azadiya welêt e.
Her weha rêxistinên me yên ku wê welatê me azad bikirina, hin ji wan neman hin jî hîn di nava qada xebata ji bona azadiya welêt, karên xwe dikin. Hin ji wan kêfxweş in ku heta niha wan xwe li ser nigan hiştine û kar dikin. Hin bi hebûna salên xwe pesnên xwe didin. Heta niha li ser nigan mayîna xwe, xwe dipesînin.Lê mezin û xurt nebûne. Beravajî wê, her ku çûna hêza xwe wendekirine, kêm û bê lawaz bûne. Çi mixabin ev nayê bîra kesekî ku sedemê vê çiye?
Helbet ev heqê wan in ku pesnên xwe bidin. Bi mayîna xwe ya heta niha, serê xwe bi paçan mezin bikin. Ji vêre tu gotina min jî tune ye. Lê heger em di alîkî din de li meselê binêrin, mirovê li hin tiştên din rast bê. Weke; mirov dikare bêje; `Baş e, ev ewqas sal te xwe parastî ye, li ser niga maye. Gelo ka te di nava ewqas salan de çi berhem ji bona welatê xwe afirandî ye? Gelo te di nava van salan de li kîjan herêma Kurdistanê çenek cihê azad bi destxistiye?
Lê dema pirsek weha ji wan re here, hema yek ser aciz dibin, ji wan bê wê li mirov jî bixin û bi wê hêrsê dibêjin: "Waa!!! tu çawa weha dibêjî! Ma qey ku korî, ma tu nabîne, em li ewropa xwedî komelen e. Me heta niha bi dehan pirtûkên kurdî çapkirine, me rojname û kovar derxistine, em li ewora -bala we dikşînim, ewropa dibêjin ne welat- meşan, dikin, şevan amade dikin). Weha rêz dikin ku mirov şaş dimîne. Ev rêzkirina wan hemî jî ji bona mirov rexnan li wan neke, dikin. Dema te kir jî ya wê bêjin tu jî weke Kurdên Kemalîst difikire yan jî wê xwe jê te bixeyidîne.
Lê dema em bi awayekî cidî li meselê binêrin, ne weke wan in. Yek ji wan nabêjin ka em ji ku hatin, bi kude çûn û em niha li kune? Nayê bîra wan ku ew roj bi roj têk diharin, lawaz dibin. Nikarin bi bîr û baweriyeke kurdewarî bifikirin ku divê mirov çi bike? Tenê û tenê xwe fikirandin û mezinbûna wan tê bîra wan. Ev rewş ya hemî rêxistinên me yên bakur in. Heta weha bifikirin, ewên tu caran jî bi ser nekevin.
Partiya herî temen dirêj li bakurê Kurdistanê zêde yî 40 salan e. Baş e, di ewqas deman de niha ew bi xwe li ku ye? Çend endam, dezgeh, rojname û kovarên wê li welêt heye. Ya herî girîng jî li welêt di nava xelkê xwe de çiqasî bi rêxistin e. Ev pirs ji bona hemî partiyên me yên heyî ango yên xwe heta niha li ser nigan hiştin e, ye.
Gelo rêxistinên me dikarin kumê xwe deynên pêşiya xwe û hinekî bi rastî û durustî bifikirin ku ew niha li ku ne?. Heger ji wan yek jî hê nikaribin li welêt di nava gel û xwendevanan de belavokên xwe belav bikin. Nikaribin afîşên xwe li dîwaran bidin, nikaribin rojnameyên xwe bifroşin. Ma ne heqe ku me re jî ji wan pirs bike ku gelo hûn li ku ne? We xwe gîhandiye kîjan qonaxê?...
Heger van partiyên me yên bi hebûna xwe, bi temenê xwe, pesnên xwe didin, gelo li welêt çend kesên wan çalak û bi profesyonelî kar dikin, hene? Gelo ew li welêt dikarin çend mêr û mêrxwasan peyde bikin? Gelo çend belediya û muxtariyet di destên wan de heye? Heger bersîva van pirsan TUNE YE be, heqê mirov jî heye ku mirov pirs bike, gelo çima? Van partiyên me bi temenên xwe yên dirêj nikaribin li gundekî bibin xwedî muxtar û nikarbin newrozekê li welêt (ne di salonan de) pîroz bikin, ma divê mirov hinekî li ser vê raneweste û ji wan nepirse ka hûn li ku nin?
Divê partî û rêxistinên me her yek ji wan li ser vê rawestin da ku bikaribin bi hevre ji vê re çareseriyekê bibînin. Lê; heger hê jî bêjin, em şevan amade dikin, meşan dikin, rojnameyan derdixin ûhwd. wê tu çareseriyekê ji rewşa bakurê Kurdistanê re neynin. Divê bêjin; ka em ji ku hatin û niha li ku ne? Belkî vê carê bikaribin hinekî rast û durust bifikirin. Ya na, welat wê bi destê Kurdên Kemalîst de têk here. Divê êdî partiyên me dev ji, "em li ser nigên xwe mane, rojnameyek me heye û kovarekê jî derdixin. Li ewropa komelên me hene" ûhwd. berdin.
Pêwîst e hemî partî û rêxistinên me li ser, em li ku nin? Bifikirin û bi hevre li ser vê rewşê rawest in da ku bikaribin wê biguherînin. Heger îro ew hêzên mayî xwe nedin ser hev, sibê ew jî wê nemînin...27.03.2007
Têbinî: Min ev nivîs di sala 2007an nivîsiye. Niha ji we hemî xwendevanên delal dipirsim; Gelo ji wê demê û heta niha rêxistinên me, partî û komeleyên me çi guherandin di xwe de, di mejûyên xwe de kirine. Ya girîng gelo wê rewşa bakurê kurdistanê heta çi demê weha bidome???
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.