Divê HAK-PAR çi bike?

Divê HAK-PAR aboriya xwe xurt û mediya xwe jî fireh bike. Heta ku jê bê giraniyê bide kesên dijberî xwe û nivîskarên gelê xwe, yên ji doza welatê xwe bawerin.

Bube Eser

20.05.2022, Cum | 10:27

Divê HAK-PAR çi bike?
Nêrîn Belav bike

HAK-PAR kongreya xwe ya 9.em bi serketî pêk anî û serokekî hê pore wî spî nebûye, brêz Düzgün Kaplan hilbijart. Ev ji bona pêvejoyeke nû girîng e. Girîng dibêjim, ji ber ku divê êdî em weke şexs, rewşenbîr û partiyên siyasî rastiya ku îro bakurê Kurdistanê tê de ye bibînin.

Lê helbet dîtin têr nake, li gor dîtineke rast, divê hewldan jî pêk bên. Em hemî baş dizanin û dibînin ku îro rewş çi ye û berbi ku de dihare.

Ez zêde dirêj nekim û ji bona gavavêtina HAK-PARê ya hin şaşî rastkirinê û gav avêtinên rast, divê çi bike ez ê weke zanîn û têgihiştina xwe bi çend xalan vebêjim.

Ez dîsa kongreya wê ya 9an pîroz dikim. Ji komîta nû û serokê hêja û ciwan birêz Düzgün Kaplan re serketin dixwazim û dive em her yek ji aliyê xwe de ji wî re bibin alîkar da ku ew jî bikaribe karê xwe baş pêk bîne.

Di karê siyasî de kollektifî divê, biryardayîn bi erêkirina piraniyê tê qebûlkirin û piştî wê jî divê bikeve jiyanê da ku baweriyê bide gel û dijberên xwe.

HAK-PAR ji pêvejoyeke dirêj tê. Bi ketin û rabûna xwe, karê xwe ê siyasî heta niha meşandiye. Helbet her kar li gor herkesan nabe. Tim jî hin li gel û hinên jî li dij dê hebin.

Divê HAK-PAR çi bike da ku bikaribe bibe altarnatifa gelê xwe?

Em baş dizann ku li bakurê kurdistanê nebûye adet ku siyasetmedar, serok û rêvebirên partyên me yên siyasî, rewşenbîrên xwe, nivîskar û ronakbîrên xwe guhdarî bikin û nivîsên wan jî bixwînin.

Lê ji bona azadî û serxwebûna welatekî kolonî weke Kurdistanê rol û erkê wan camêrana gelek e. Loma divê êdî HAK-PAR jî weke berê û weke partiyên heyî neke. Divê ew bi aqilmendî, zelelî û bi sebir nivîsên nivîskar û rewşenbîrên xwe bixwîne, li ser wan raweste û pêşniyarên wan di meclîsa xwe de bide munaqeşekirinê. Piraniyê got erê, heta ji we hat wê di jiyana rojane de pêk bînin.

Divê HAK-PAR êdî li hember rexneyên ji wan re tê, bînfireh be. Lê heger rexne jî rexne be. Guhdarî bikin û bixwînin bê ka ew nivîskar û rewşenbîr çi ji we dixwazî. Heger daxwazên wî/ê maqûl be heta ji we bê, wê pêk bînin.

Ji bona HAK-PAR bibe dengê gelê xwe, li gor şert û mercên xwe bi kêmanî divê salê 2 civînan li gel rewşenbîr û nivîskarên xwe pêk bîne. Lê divê ne tenê alîgir û terefdarên we bin. Fireh bigirin yên dijberî we jî bila hebin.

Divê HAK-PAR li gor qawet û şertên xwe salê carekê nivîskarê kurd ku berhemên kurdî nivîsandine xelat bikin. Ev xelat wê bibe hewldana bêtir berhem nivîsandinê û xwedî lê derketandina nivîskar û rewşenbîrên xwe.

HAK-PAR divê xwe weke partiyeke desthilat bibîne û li gor wê jî xwe bi rêz û organize bike. Bi mesele û rexneyên herkesan yên ne hêja re serê xwe neêşîne.

Divê HAK-PAR di destpêka her karekî ku ji bona çareseriyê pêk bîne, divê wê berê di meclîsa xwe de bide munaqeşekirinê û li gor biryara ji wir derkeve, bike hewldana çareseriyê.

Heta ku ji HAK-PARê bê divê êdî xwe ji nava çar dîwaran derxe, bikeve nava xelkê xwe. Dema xelkê wê jî ew li kolanên bajar û bajarokan dît, dê bêtir baweriyê pêk bînin û nêzîkayî yê bidinê.

Divê HAK-PAR aboriya xwe xurt û mediya xwe jî fireh bike. Heta ku jê bê giraniyê bide kesên dijberî xwe û nivîskarên gelê xwe, yên ji doza welatê xwe bawerin.

Nivîskar û rewşenbîr jî, wê bi nivîs û dîtinên xwe ji we re bibin alîkar. Rê bidin dijberên xwe jî bila we rexne bike. Hûnê wê gave bêtir li kêmaniyên xwe hay bibin da ku wan çareser bike.

Serok temsîlkarê partiyê ye lê divê ne her tişt be.Hurmeta wî bigirin lê tucaran nebin mirîd. Divê hûn bi çandeke nû ku her endam jî bikaribin rêvebir û serokê xwe bi awayekî demokratîk rexne bikin pêk bînin. Tu carî rê nedin serok hertişte û çi bêje ew e, ango ya rast gotina wî ye.

Ji bona HAK-PARek bibe ya gel divê gelê xwe guhdarî bike û bide diyarkirin ku ew ji bona azadiya gel li kolana siyasetê ye.

Mezinên gelê xwe bi bîr bînin, yên li jiyanêne qîmetê bidinê û wan guhdarî bikin, pêşniyar û têbiniyên wan bigirin li gor destûr û bernameya xwe tevbigerin.

Her pêşniyar û rexneyeke ji we re hat, wan di meclîsa xwe de guftogo bikin, sedema wan fêr bibin û rêya çareseriyê ji meclîsa xwe bi dengê piraniyê derxin. Divê her endamek li gor serê xwe bersîva heman tiştan nedin.

Ji bona nivîs zêde dirêj nebe, ez li vir diqedînim û ez ê car carna bi rexne û dîtinên xwe li gel we bim an li dij we bin. Dijberî ne dijminatiye. Li gor min rêya pêşketinê û kêmaniyê xwe dîtinê ye.

Em ê guhdarî bikin, bibînin ka bê di vê dema hesas de wê HAK-PAR çi bide gelê xwe.

Her çalak, serketî û berketî bin…

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.

1737 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:24:49

Bube Eser

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Di siyasetê de salmezin!!! Pêşîvekirina tevgera Bakurê Kurdistanê divê çawa be??? GAZÎ Û HAWAR E Heger ez bibim desthilat!!! Di nêz de Selahattin dikin serokê Kurdan!!! Dem dema yekitiya PDKyiyan li bakurê Kurdistanê ye!!! Gelo heta kengî ev mejî??? Hêviyên me û HAK-PARek çawa??? Mejiyê ku hatibe dagirkirin Serketin çawa dê pêk bê??? De werin em li hev vegerin û dest bidin hev… Doza Miletekî Çawa Bi Serdikeve??? PAK û TDK Xebat ne bi gotinê bi kirinê dibe!!! HAK-PARê pîroz dikim!!! Çıma HAK-PAR Yekıtıyê Naxwazî(!) Barzaniyê Mezın Çı Da Me Kurdan? Helwesta PSK ê ne helwesteke rast e Kurdno di sed saliya Lozanê de vê bikin… Rêzgirtin tifak û bihevre karkirin Hilbijartin yekitî û HAK-PAR!!! Divê li Bakurê Kurdistanê çi bê kirin? Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (8) û dawî Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (7) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (6) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (5) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (4) Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de (3) Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de. (2) Rewşa Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de. (1) Encama Semînerên min, dîtina kesan û malwêraniya me!!! Kurdno werin em destên xwe bidin hev hêza xwe bikin yek!!! Em êdî hevdu fêm nakin! Abdullah Ocalan got… Çima Barzanî û dîsa Barzanî? Kî zorê tadê û êşkencê li kurdan bike, Kurd dibin hezkiriyên wan!!! Kongreya HAK-PARê Bêdengî qebûlkirina bindestiyê ye! Gelo em çiqasî welatparêzin? Siyatmedar û sal mezinên me!!! Felsefe ango Rêbaz!!! Kê dinya hejand û Kurd zîndî kir? Gelo ez kîme û çima tenê bi kurdî dinivîsînim? Kurdên bakurê Kurdistanê siyasetê fêm nakin!!! Em Kurd çima bi sernakevin??? Teqandina boriya neftê ji bona çi bû??? Şêx Ahmed Barzanî kî ye? Sala nû û hêviya gelê Kurd Kurdên me ecêb in!!! Pêwîst e em di Navenda Kurd de bibin yek deng! Barzanî û Evdila PDK û Pkk Kurd û pêkanîna konferansan? Serketin bi piştgiriyê dibe! Deh rojên di zîndanê de me! uu Girtin, binçavkirin. Zîndankirin û kuştin Kê mirîdî avifirandiye? Hilbijartina li Iraqê û li Kurdistanê qediya lê… Mirov çawa dikare xwe ji Penceşîrê (Qanser) biparêze û jê xelas be??? PKK Kî ye, kî ne û çi dike??? Bijî Sosyalîzma Kurdan(!) ya ji bona tunekirina wan. Me têk bir… Çima protesto û ne devjêberdana tirkî Emerikayê çi kir û divê em Kurd çi bikin??? Dengê têkbirina Kurdistanê tê!!! Bê dewletî û berjewendî… Rexne agir e… Gotina Enfalê rehet e, lê fêrbûna wê zor û zehmet e!!! Bê helwestiya Kurdan li hember PKK/PYD!!! Seredana HDPK(K)ê Ev destpêkek e ji bona PK(K)!!! PKK di destê dagirkeran de bûye vîrusek bê derman!!! Em çima li ser xelkê digirîn? Dîasporê çi da me çi ji me girt??? PKK û Kurd, azadî û serxwebûn Partî û rêxistinên me yên bakurê Kurdistanê!!! PKK û Lozana nû!!! Kurdno ji bona Lozana dudan xwe amade bikin Bi kadirên kevn partiyeke nûjen enî an cephe çê nabe!!! Peymana Lozanê diqede!!! Zîndana Diyarbekirê û EM!!! Ji bona çi partiyên kurd bi ser nakein!!! Em ji Dalkurd çi dixwazin??? Hêviya me di sala nû de divê çi be??? Îsmaîl Beşikçi bi eslê xwe tirk e. Gelo bratî çi ye û kî biran e??? Kurdno him şiyar bin, him jî agahdar bin!!! Xelata Nobelê û Kurd Dema nêrek bê xesandin!!! Zîndana Diyarbekirê û Enfal PKK çi dixwazî??? Çima Barzanî??? Me dikujin, wêran dikin û em…!!! Ka em çi bikin??? Û berê xwe bidin kîjan partiyê… Damezrandina PKK û lîstikên wê!!! Rewş li bakurê Kurdistanê Serokê netewa Kurd BARZANî… Piştî ba û bahozê aramî ye Kurdno ji bona siberojeke xweş hazir bin!!! Şert û mercên yekitiya Neteweyî… Divê Kurd şahiyê bigirin û bigerînin... Serok in lê ne neteweyî ne… Tirkî xweş e û heta tu wî bi kar bîne tu nabe kurdekî weke Kurd… Kurdno!!! Malxerabno ma ne bes e êdî!!! Em Kurd miletekî weha ne!!! Kurdno!!! Îro rojava ye sibê, bakur, rojhilat û başûr e. Sebir û sikûnet avakirina dewleta kurdî ye!!! Dilxweşî kêfxweşî û serbilindî Heta tu kurdî bi karnîne tu nabe weke kurdekî!!! Çîroska agirê şevreşê ronî bike pê ket Civata me sal mezinan!!! Lîstik pir in lê yên fêm bikin tune ne. Kurd kirine pez pkk jî kirine şivanê wan Êdî dev jê berdidim!!!! Leyla Guven û Greva birçîbûna wê Girîngiya hukumeta nû ya Başûrê Kurdistanê Bi gotneke tahl û rastiya partiyên me Boxtan, Derew û şelaftî… Barzanî û Şoreşên wan!!! Dagirkerên me niha di nava lîstikek nû de ne!!! Azadî demokrasî û serxwebûn bi rêya partiyan û dezgehan tê Nameyeke vekirî ji bona rêzdar Mesud Barzanî Daxwaza Apo, Apocî û Apocitiyê çiye? Em ji ku hatin, li ku sekînin û bi ku diharin? Vê hilbijartinê çi da me Kurdan??? Bê Deweletî mirin e Ji bona koçkirina 40 saliya nemir Barzanî. Di siyaseta kurdan de hin qarekter Barzanî çima û çawa bi serdikevin? Gelo em çima kêm caran behsa PDKÎ dikin? Di hilbijartina herêmî de helwesta partiyên me divê çi be? Gunehkariya Partiyên Bakurê Kurdistanê!!! Em çima nabin dewlet??? Roja 9 meha îlonê dê çi bibe? Erd hêj û mejî hêj yanî zelzeleya erdê û mejî Li Bakurê welatê me çima yekitiyek xurt pêk nayê? Siyaseta Kurdan!!! Partiyên me çima bi ser nakevin? Neteweyîbûn çi ye? Kî neteweyî ne? Ma ne bese êdî Ez westiyam!!! Lê… Kîne rêxistin û partiyên me? Siyaset li bakurê Kurdistanê Hilbijartina 2019an li Tirkiyê û helwesta Kurdan Kurd çima nabin dewlet? Kurd çima nabin dewlet? Îro pêwîstiya bakurê Kurdistanê ji çi heye? Kurdno bibînin ku hûn dişewitin! De ka ez ê çawa binivîsînim Kongreya HDP û Kurd Kurd, Erdogan û darbe! Di rojhilata navîn de ava serê kê dikele? Çima nivîsandina Roman û Şanoya Enfalê? Siyaset li bakurê Kurdistanê Xemginiya min ji bona hin dostan Bi kêrê hustiyê min jê dikir Dost di rojên teng de diyar dibin Barzaniyan çi kirin? Em carna neheqiyan li partiyên xwe dikin!!! Daxwazî û Agahdariyek Têgihiştin... Têgihiştin... Ji ber çi û çima Mesud Barzanî? Em û partiiyên me Barzanî û sê şoreşên talî Barzanî ne bi tenê ye!!! Kurd çima wenda dikin Mam Celal çû lê… Rastiyek ji rastiyan Referandûmê çi da me??? Rewşa Aloz û Rexne!!!! Kî Çima li dij referandûmê ne? Kî/kê bêtir xizmeta zimanê tirkî kirine û dikin Em Li Ku Ne! Enfal!!! Ev Şansa Kurdan ya Talî ye! Kurd û Îsraîl Dagirkirî çaw pêk tê? Çima kurd li hemberî hev ewqasî dexs û hesûd in? Em û partiyên me Kî û çima sansorê bi kar tînin? Apoyiyan çi digotin û niha çi dibêjin? Giringî û pêwîstiya referandûmê Ziman û rewşenbîrên Akedemîk!!!! Şoreşa Gulanê Kurd û xurifandina wan Çima PKK damezrandin??? Dayikên Me! PKK Çi Dike??? Kurd dê çawa azad bibin? Em, civat û partiyên me RNK-KUK, Ala Rêzgarî û PKK Serok û Serokatî Kurd çima bi ser nakevin? Rexne û Partiyên me! Barzanî û Helwestên wan PKK û êrîşkariya wan ya… Barzanî kî ne? Sûcdar kî ne??? Em Çima Dinivîsînin? Rastî ji xeyalan pêk tê lê PKK ji çi pêk tê??? Çima ev partî ? (Me partiyeke çawa divê? -II) Me partiyeke çawa divê??? Çareserî? (Çi çû çi hat pkk ji ku hat - 2) Çi çû çi hat û PKK ji ku hat??? Çima Kurdistaneke serbixwe û PKK??? Muxalefet Çi Ye? Muxalefet Çi Ye? Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... PKK Tu Caran Naqede!!! PKK Tu Caran Naqede!!! Partiyên me çi dikin??? Partiyên me çi dikin??? PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! Firseta zêrîn ji dest dihare Firseta zêrîn ji dest dihare Pêşeroja me û PKK!! Pêşeroja me û PKK!! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Dîrok, bîranîn û PKK Dîrok, bîranîn û PKK Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Sê xeterên kurdan yên sereke Sê xeterên kurdan yên sereke PKK çawa dest pê kir? PKK çawa dest pê kir? Analîzeke kurt li ser PKK Analîzeke kurt li ser PKK
x