Me weke hercar saleke tijî êş û azar, derd û keder li dû xwe hişt. Ji bona sala nû jî me daxwaz û hêviyên xwe got in. Lê ev her sal weha ye. Yanî hin gotin hatine ezberkirin û her sal ji dubarekirina wan pêve tu tiştekî din nayê holê.
Partî û rêxistinên me jî tim li gor xwe û ya xwe dibêjin. Tu ji kîjan partiyê behsa yekîtiyî bike, ew jî vê dixwazin û deriyê xwe heta serpiştê ji bona vê vekirî dihêle.
Tu ji kîjan partiyê re pirsa yekîtiyê dike, bersîveke weha didin me re ku bê hey hewar. Mirov şaş dikin, fikir û ramanên mirov diguherin ku ji xwe daxwaza wan jî ev e.
Tu berê xwe dide kîjan partiyê, receta yekîtiyê di bêrîka wan de ye û higî fêdeya wê tînin zimên bê hey hawer ku mirov fahş dikin ku mirov çawa behsa yekitiyê li vê partiyê dike. Weke bi mirov didin zanîn ku ji xwe ew her tim amade ne.
Te çi dema got yekitî, hemî partiyên me bi hevre dibêjin; ji xwe heta ew pêk neyê em yek bi serê xwe nikarin tiştekî bikin.
Tu bi kîjan endam an rêvebirekî wan re qise bike, agir ji devê wî/ê dihare ku bê hey hewar, hêsiran dibarîne bi kulman li çonkên xwe dide û dike hawar û dibêje; bê tifak û yekîtî em ne tiştek in.
Yanî bi rastî jî mirov carna li rewşa partî û rêxistinên xwe diheyire ango şaş dimîne. Ey partîno û endamên hêja, madem hûn ewqasî dilsozê yekitiyêne, madem hûn ji ber tunebûne wê hêsiran dirijînin, madem hûn hemî jî dibêjin bê yekitiyê em yek jî nikarin bi serê xwe tiştekî bikin. Lê çima ev pêk nayê???
De baş e, madem tu û hûn vana hemî dizanin gelo çima vê pêk naynin. Yên dibin asteng kîne û çima navê wan eşkere nakin? Ya jî çi astengî li pêşiya yekîtiya we hene ku hûn wê nabînin an nabêjin???
Serok û rêberên partiyên me yên kurd û kurdistanî, bawer bikin hûn ji me çêtir dizanin ku bê îro yekîtiya me çiqasî girîng e. Bê wê em ê nikaribin xwe ji nava vî agirê bi me û welatê me ketiye xelas bikin.
Hêvî û rica min ji hemî partî û rêxistiinên me yên ji xwe re dibêjin, em kurd û kurdistanî ne, hêzên xwe bikin yek. Heger di şert û mercên îro de hûn nikaribin bibin yek partî qe nebe, di bin sîwanekê de enîyeke neteweyî damezrînin.
Ji bona vê kar û xebateke bi lez û bez pêwîste, heta ku ev nebe wê her welatê me ango bakurê kurdistanê jî bişewite. Di nava wê şewatê de em ê hemî bi hevre bişewetin. Ne hûn û ne jî em dimînin.
Daxwaza gel jî ev e. Madem hûn jî ji bona gel kar û xebatê dikin, de kerem bikin gavekê bavêjin da ku siyasetmedar, rewşenbîr û ronakbîrên ku ne endamên tu partiyanin jî ji bona we bibin piştgir.
Heta ku hûn vê daxwaza gel ya ji bona yekîtiyê pêk neynin, hûnê her weke xwe û kêmhêz bimînin. Belasebeb negotine ku em bi hevre xurtir in.
Ev daxwaz ne ya îro ye, ev ya sed salan e. De kerem bikin bila ev bibe qismetê we, partiyên me yên ji xwe re dibêjin em kurd û kurdistanî ne. Sala 2022an bikin sala yekîtî û kêfxweşiya gel, da ku ew jî qawetê bide we.
Bi hêviya saleke xweş, geş û pêkanîna vê daxwaza gel, her şad, bextewar û serketî bin ey serok û rêberên van partiyên me. Êdî bibin serokên me jî ne tenê yên partiyên xwe….
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.