Hin dost û hezkirên min carna dipirsin û dibêjin? ”Kek Bûbê! me fêm nekir tu endamê kîjan partiyê ye?”.
Bersîva min:Hêjayan pirsa we xweş,delal û di cih de ye. Divê ez vê hinekî zelal bikin. Ez weke ferdekî û rewşenbîrekî bakurê Kurdistanê Barzanî û PDKyî me. Ji ber ku Barzaniyan ev sed salên ku ji bona kurdistaneke azad û serxwebixwe li hember herçar dagirkeran tekoşîn dane û didin.
Ji ber kar û xebatên wan yên neteweyî ez Barzanî me. Ji ber ku Barzanî ne axayeke, ne eşîretek û ne malbateke. Barzanî felsefeyeke Kurdistanî ye. Her mileteke xwediyê xwe û felsefeya xwe ne. Felsefeya Kudan jî ya Barzaniyê nemir e.
Vê felsefşeyê heta niha ji bona tevgera Barzaniyan bûye rehber da ku ew di tekoşîna xwe de bi serkevin. Her weha heta niha Barzaniyan jî li gor wê karê xwe ya ji bona azadiya welatê xwe pêk anîne. Kurd kirine xwedî Federasyonekê li gel dagirkerê Iraqê ku ne demeke dûr ev ê ji bona me kurdan bibe Kurdistaneke serbixwe. Aha ji ber vê ye ku ez Barzanî û PDK yî me.
Ez HAK-PARî me. Ji ber ku vê partiya hêja ji pêvajoya tevgera 50 salan ya bakurê Kurdistanê tê. Li gel kêmanî û zêdeyiyên xwe, li gor hêz û qaweta xwe, bakurê kurdistanê li gel hin kêmaniyên xwe bê altarnatîf nehiştiye.
HAK-PAR ji pêvajoyeke dûr û dirêj tê. Loma di karê xwe de tim li hember dagirker û pêgirtên wan, xwe weke altarnatîfeke kurdistanî dîtiye. Xeta HAK-PARê ya li dij Kemalîstên kurd xeteke rast e û divê hemî kurdên welatparêz vê xetê biparêzin. Ji ber ku heta ew xeta li bakurê Kurdistanê desthilat be, wê kurd nikaribin tu mafên neteweyî bi dest bixin. Ji ber vê ye ku ez HAK-PARî me
Ez PWK yî me. Ez bi awayekî fermê endamê Partiya Welaparêzên Kurdistanê me. Lê ez tu caran nebûme sofî û mirîd û nabin. Ji partiya xwe û bi taybetî jî ji serok xwe rêzdar Mustafa Ozçelîk hez dikim. Li gor vê jî tiştên ji min tê an bê ez ê ji bona partiya xwe texsîr nekim. Ji ber ku ez bawerim wê PWK bibe findek da ku li gor hêz û qaweta xwe hêdî hêdî tariya girtiye ser welatê me rake.
Min got ez ne mirîd im. Lê çi dema serokê min rêvebirên min, partiya min şaşiyan bikin ez ê bê dengê nemînim. Çi demê rêvebirên min kêman û tiştên ne li rê bikin ez ê binivîsînim.
Ji ber vê ye, çi dema karekî baş ji teref kîjan partiya Kurdistanê bê kirinê dipesidînim. Her tevger û karekî wan ku li dij berjewendiya gel be ez ê rexne bikim.
Vê dikim ku ez bikaribin pêşiya mirîdbûnê bigirim. Miridî ew e ku partiya te an serokê te çi kir an got tu jî bê ku li ser bifikire jê re li çepan dixe. Aha ez di virde cûda difikirim û ez ê li hember şaşiyan qet û qet bê deng nemînim. Serok an rêvebirên min jî bin…
Ji bona azadiya welatê xwe û xurtbûna partiya xwe, divê mirov ji bona xatiran çavên xwe ji kêmaniyan re negire. Ji bona xatiran divê mirov berjewendiya welatê xwe navêje nava agiran. Ji xwe heta niha çi hatiye serê tevgera bakurê kurdistanê ji ber vê bêdengiya ji bona xatiran bû ye.
Ji ber ku çawa gundiyek nikarîbû li hember axayê xwe derketa û ew rexne bikira. Gelek endamên partiyan jî serokê xwe weke axayê wî be dibîne û nikare an naxwaze kêmaniyeke wî destnîşan bike. Aha malwêranî ji virde destpê dike.
Yên destnîşan jî dikin, ji teref piraniya endamên ku xwe ji tora şelaftiyê azad nekirine êrîşî te dikin. Aha vê jî ji bona me wêrankeriyek aniye ku serok û rêberên partiyan li gor kêfa xwe tevdigerin. Ji bona yekitiyeke neteweyî pêk bê, gavên cidî navêjin.
Mesele pir tevlihev û dirêj e. Ji ber ne rexnekirina serok û rêberan e ku ew jî her li gor berjewendiya xwe difikirin û tevdigerin. Armanc û xebata min ev e ku em vê tora mirîdbûnê rakin.
Serokê me ne, rêvebirên me ne, lê ew jî weke me mirov in. Ew jî dikarin kêmanî û şaşiyan bikin. Heger mirov weke endam wan kêmanî û şaşiyên wan destnîşan neke. Her ku here wê ji vê qawetê bigirin û hêdî hêdî berbi dîktatorbûnê ve herin.
Bi vê jî roj tê êdî em ê nikaribin yek gotinê ji serok û rêberên xwe re bêjin. Wan rexne bikin. Kêmaniyên wan destnîşan bikin. Yanî emê bi xwe wan li ser serê xwe bikin dîktator.
Heger heta niha ev tora xerab di nava me kurdên bakurê kurdistanê de nehatiba misogerkirin, hûn bawer bikin niha em bûbana xwediyê xwe û eniyeke neteweyî.
Ji ber ku eniyeke neteweyî ne li gor berjewendiya hin serok û rêberan e. Loma bi eşkereyî diparêzin lê bi dizê li ser destê şelafên xwe ji bona pêk neyê her tiştekî dikin.
Ez bawerim bi kurtasî jî be, we fêm kir ku ez çima Barzanî me û li ser wê rêbazê kar xwe yên siyasî û çandî dimeşînim. Di şert û mercên îro de tenha Barzanî li gor rêbaza pîroz dikarin kurdan bikin xwedî Kurdistaneke serbixwe. Loma ez jî Barzanî me.
Ez HAK-PAR û PWK yî me, ji ber ji vê yekê ye û baş bawerim, heger ev herdu partiyên me yên kurdistanî di bin sîwaneke neteweyî de hêzên xwe, mejiyên xwe û xebatên ji bona gelê xwe bikin yek, wê ji bona bakurê kurdistanê hebûnekê an destkevftiyekê bi dest bixin. Aha hezkirina min ji wan ji ber vê ye.
Xeta HAK-PARê ya li dij xeta Kemalîstên kurd pir zelal û eşereye. Divê ev xet li bakurê kurdistanê xurt bibe. Heta ku nezelalî li hember xeta Kemalîstên kurd hebe em ê weke Kurdên bakurê kurdistanê bi ser nekevin.
Bi damezrandina PWK li bakurê Kurdistanê wê pêvajoyeke nû bê destpêkirin. Ez di wê baweriyê de me ku wê PWK bikaribe pêşkêşiya vê bike da ku em weke Kurdên bakurê kurdistanê ji vê rewşa kambax xelas bibin
Lê divê karê wan herdu partiyên me bibe ew ku ew kesên di nava xwe de yên ji pêşveçûneke weha re ne amade ne, ji paratiyên xwe dûr bixin an desthilatiyên wan jê bê girtin. Di nava herdu partiyên me de jî hin mirovên xêrnexwaz ku bi kêrî karekî nayên, bûne xwedî berpirsiyarên mezin. Aha sedema herî mezin ew in ku naxwazin eniyeke Kurdistanê li bakurê kurdistanê bê damezrandin. Ditirsin ku bi damezrandina eniyheke neteweyî dê ewên ji erkên xwe dûr bikevin. Ev jî nayên hesabên wan. Ji ber vê tim bi dizî li dij damezrandina eniyeke neteweyî radiwestin û di qada eşkere de jî diparêziin.
Heger van herdu partiyên me serkêşî û pêşkêşiya eniya neteweyî bikin. Di demeke kurt de wê piraniya rewşenbîr û hin partiyên din jî beşdarî nava xebateke weha bikin. Ji bona bakurê Kurdistanê tenha rê maye ev. Ya ev ê pêk bê ya jî em ê hemî bi hevre wenda bikin…
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.