Felsefa nerîn û ditînek li dinyê ye. Loma jî nerîn û dîtina her miletekî, xwe li gor felsefa xwe, xwe bi rêz û rêxistinî dikin. Li cihanê du felsefe hene ku tim bi hev re di nava şer û pevçûnan de ne. Yek felsefeya serdestan û ya din jî ya bindest ango yên feqîr û welatên ne azadkirî ye. Loma roja ku li dinyê çîn peyd bûye û heta roja îro ev herdu felsefe bi hevre şer dikin ku yek tim dixwaze ya din têk bibe. Bi kurtasî felsefa ev e.
Yanî her mileteke xwediyê xwe û felsefeyekê ye. Loma her gel dibe xwediyê xwe û rêbazekê. Belê eger em felsefê weke kurd û bi kurdî bi nav bikin, li gor min ew dibe rêbaz. Yanî her çîn û gel xwe li gor rêbazekê bi rêz dikin. Miletên bê rêbaz zehmete ku bikaribin jiyana xwe weke milet berdewam bikin. Miletekî bê rêbaz zehmet ku bikaribin zincîrên koleydariyê biqetînin.
Lewra jî dibêjim ku ji roja perçebûna Kurdistanê (1639) û heta azadiya başûrê welatê me, tim di nava şer û pevçûnan de bû ye. Ev şer û pevçûn li perçên ne azadkirî hîn jî berdewam e. Hemû serîhildan û berxwedan ji bona azadiya Kurdistanê bû ne. Lewra jî gelê me her xwestiye zincîrên dagirkeran biqetîne lê nikaribû. Çima nikarîbû? Ji ber ku bê rêbaz ango felsefe bû. Loma zehmet e ku mirov bê rêbaz welatê xwe azad bike. Lê em dinêrin ku başûrê welatê me di 1991an de hate azadkirin. Gelo çi ferqa vî perçî û yên din heye ku ew hate azadkirin û yên din hîn jî neazadkirî ne. Belê ya girîng ev e û min xwest di vê nivîsa xwe de vê vekim da ku em bi hevre bizanibin ku çima û çawa başûr azad bû?
Ji xwe pirs di virde destpê dike û divê em jî ji vir dest bi meselê bikin da ku çima heta niha bi tenê başûr hate azad kirin. Mebesta min jî di vê nivîsê de wê ev be. Ji ber ku yê başûr azad kirîye ne kes û şexs in. Yê başûr azad kirîye ne mêr û mêrxwasî ne. Yê başûr azadkirîye ne serîhildan û berxwedan in. Her çiqasî vana hemû rola wan hebûn û erkekî baş pêk anîne. Ji xwe ji bê wan ne tekoşîn tê dayîn û ne jî welat têne azadkirin. Lê ya asasî û sereke ew e ku başûr li gor rê û rêbazekê, ango felsefeyekê û serokekî neteweyî hate azadkirin. Yê Kurdistan azad kir di eslê xwe de ew rêbaz û ew serokatî bû. Ya ku divê em li ser rawestin ev e. Ya ku divê em lêkolînan li ser bikin ev e. Ya ku zora dijminê xwînmij, qatîl û zordaran biriye ev e. Ev çiya? Ev çi hêz e? Ev çi qudrete ku başûrê welatê me ji nava ewqas dijmin û xêrnexwazan azad kir? Belê ev ji ber hêza wî serok û rêbaza ku wî ji bona gelê xwe xulaqandibû ku welatê me pê hate azad kirin. Ew jî rêbaza Barzaniyê nemir ango felsefaya wî bû ku îro em kurd bi saya wê li cihanê xwedî welatekî azad û demokratîk in. Qehremaniya pêşmergeyan ji ber wê rêbazê bû. Hevgirtina gel ji wê pêk dihat. Ew bawerî bû, ew hêz bû, ew hebûn bû ku gel jî xwe li gor wê bi rêz kir, qehramanî kir. Ji ber ku pêşmêgeyên qehraman ji wê rêbazê bawer dikirin loma jî ji bilî azadiya welêt tu tiştekî din nedifikirîn.
Dema ku em li dîrokê dinêrin tê dîtin ku ji sala 1900î Barzaniyan li gor bîr û baweriyên xwe yên welatparêzî hêdî hêdî gelê me dikirin xwedî rêbazek ango felsefeyekê. Barzaniyan di hemû tekoşîna ji bona azadiya gelê xwe de rêbazek li gor tecrubeyên bav û bapîrên xwe ji bona me kurdan hêdî hêdî dixuliqandin. Vê rêbazê gav bi gav di jiyanê de cihê xwe girt ta ku xwe gihişt Barzaniyê nemir. Lê wî jî ew rêbaza ku di jiyanê de pêk dihat hêdî hêdî kir rêbaz ango felsefe û pêşkêşî gelê xwe kir. Aha yê em kirin xwedî welatekî azad ev rêbaz e. Ev felsefe ye ku divê em kurd wê baş binasin, wê bizanibin û bidin zanîn. Em bidin zanîn ku dema em kurd bûne xwedî rêbazekê, perçeyekî welatê me jî xwe li gor wê bi rêz kir, bi rêxistinî kir û xwe ji bin zordariya dagirkeran azad kir.
Divê em jî bîr nekin ku her welatek xwediyê xwe û rêbazekê û serokekî neteweyî ne. Loma divê em kurd jî weke welatên cihanê bijîn. Ji ber ku em jî xwedî rêbaz û serokekî neteweyî ne. Lê em kurd bi awayekî gelemperî vê rêbazê baş nasnakin. Her çiqasî em Barzaniyê nemir weke serokekî neteweyî dizanin û nas dikin jî divê em felsefeya wî ango rêbaza wî bêtir binasin û wê bidin nasîn. Divê em bi çûk û zarokên xwe bi vê rêbazê mezin bikin da ku ew jî bi rûhiyeteke neteweyî bi bîr û baweriyeke welathêzî bikaribin xwedî li welatê xwe derkevin. Em xwedî rêbazekê ne û pêwîst e ku hemî kurd vê rêbazê baş binasin. Bi nasandina wê, welatê me ê azad wê bêtir berbi demokrasiyê û yên ne azadkirî jî wê berbi azadiyê de herin.
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.