Min û gelekên weke min, me hêvî dikir ku wê HAK-PAR di civîna komxebata xwe de hin biryarên acîl û pêwîst bigire da ku wana bixe jiyanê. Ji wan yek jî hilbijartinên şaredariyan e ku ew ji bona me kurdan gelekî girîng e. Min hêvî dikir ku HAK-PAR di vê komxebatê de neqşerêyeke vekirî û zelal diyar bike ku wê helwest û biryarên wê ci bin.
Lê mixabin dema min agahdariya encama komxebata wê xwend ez hinekî hêvîşkestî bûm. Di destpêka daxuyaniyê de weke belavokên salên 1970/80 bû. Di wan salana de jî hemî belavokên partiyên me yên siyasî berê tahlîla cîhanê, sosyalîzmê, kapîalîzmê û rojhilata navîn dihate kirin.
Di dawiya belovokên xwe de jî bi çend hevokan behsa rewşa kurdistanê dihate kirin û hew. Loma em îro di vî halî de ne. Duayek dayika min hebû tim digot: ”Xwedê tu berê rehma xwe li 72 miletên misilman û ometa mihemed bike, dûre jî rehma xwe li min bike”. Min jî tim digot dayê heta xwedê rehmê li wan tevan bike wê dor negihêje te. Divê tu berê ji xwe re dûre ji wan re bixwazî. Bi salan e me jî weke kurd berê ji xelkê re dûre ji xwe re xwestiye. Pêwîste ev bê guherandin.
Heta em jî weke partî û rêxistinên siyasî yên kurdistanê berî xwe, duayan ji xelkê din re bike, wê roja azadî û serxwebûna me jî hinekî dûr bikeve, heta dibe ku em nebînin jî. Loma vê daxuyaniya komxebata HAK-PAR ev anî bîra min. . Heta ku em berê ji xwe re, dûre ji xelkê re nexwazin em ê bi ser nekevin.
Di civîneke weha girîng ku agir bi kurdistanê ketiye û tu rabe bêje dewletbûn mafê Filîstiniya ye, li gor min ne rewa ye. Divê em berê bêjin dewletbûn mafê me ye. Ji ber ku rojekê jî Filîstinê ji bona kurdan dewlet rewa nedîtine û dewletbûna kurdan weke pêkhatineke xerab dinirxînin. Lê çi bi me kurdan ketiye ku em her roj dewletbûna wê diparêzin. Şerê wan û Îsraîliyan weke hev dibînin. Em dizanin ku Îsraîl mecbûre ku xwe li hember hemî êrîsên têne ser wan, xwe biparêze. Di xweparastinê de jî gelek tiştên xerab jî dikare pêk bê ev jî li gor şertan normal e.
Loma dibêjim bi kurdan neketiye ku him Filîstiniya û him jî Îsraîliyan sûcdar bikin. Divê kurd ya bêdend bin ya jî heger dengê xwe derxin divê ew deng jî li ba Îsraîliyan be. Ji ber bi van kiryar û bûyerên xwe Îsraîl him xwe û welatê xwe diparêzin û him dijminê gelê kurd lawaz ango bê qawet dihêlin.
Di şerê hebûn û nebûna miletan de divê însaf û camêrî tune be. Heger kesên dixwazin te tune bike û bi rêya diyalogan tu nikaribe bi wan re kêşaye gelê xwe çareser bike divê tu jî weke ew fêm dikin bike. Ji xwe tiştên Îro Îsraîl dike jî ev e. Heger weha neke dê ew jî weke dewlet nikaribe di rojhilata navîn de bijî.
Mesleya din ku hêviya min şkestand ew bû ku dema hilbijartina şaredariyan hindik maye. Di vê hilbijartinê de divê nerîn û helwesta HAK-PARê çibe, zelal nebûye. Wê HAK-PAR li ser çi asasan li gel tevger partî û dezgehên kurdan têkilliyên xwe deyne da ku bi hevre bikevin hilbijartinan, nehatiye diyarkirin. Divê HAK-PAR bi kîjan rê û rêbazan bikeve nava dîyalogan da ku yekdengiya welatparêzan bixuliqîne, tuneye. Divê çi helwestê deyne ku vê carê hemî kurdên welatparêz bi hevre bikevin hilbijartina şaredariyan, xuya nebûye.
Bûbê Eser
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.