Ez piştî 18 salan çûma welatê xwe, bakurê Kurdistanê da ku nas dost û mirovên xwe zîyaret bikin. Her weha min seredana hemî partî û rêxistinên ji xwe re dibêjin em Kurd û Kurdistanî ne jî kir. Loma min xwest ji bona we hêjayan wan dîtîn û nerînên xwe yên ku min niha li bakurê Kurdistanê dîtin bi we re jî parve bikin. Helbet wê nivîs hinekî dirêj be. Lê ez ê hewl bidim wê rewşê bi çend nivîsan ji bona we vebêjim.
Min xwest vê nivîsê bi rîwayetekê destpê bikim. Ji ber ku rewşa bakurê Kurdistanê a niha tam li gor vê rîwayetê ye.
Li gor rîwayetê camêrek kurê xwe dizewicîne û di xaniyê hemî malbat tê de dijin, odeyekê ji kurê xwe ê zewîcî re vediqetîne. Ji xwe xanî bi çûk e û odeya para zavayê nû ketiye bi çûktir e. Loma zava rojekê ji bavê xwe re dibêje:
-Bavo wele cihê me gelekî teng e. Em nikarin tê de rehet bikin. Bav dibêje
-Wê bizina kol jî bixwe odeya xwe. Her çiqasî kurê wî got ode teng e pere nekir û bizin xiste odeya xwe.
Piştî çend rojan zava dîsa dihare ba bavê xwe û dibêje:
-Bavo wele cihê me teng e. Bavê got:
-Mîhekê jî bixwe odê bila ew jî bi were bijî.
Zavayê nû mecbûr dibe ku weke bavê xwe bike û piştî çend rojekê dîsa dihare ba bavê xwe û dibêje ku cihê wan gelekî teng bûye. Bav vê care jî dibêje:
-Here wê dahşika kulek jî bibe ba xwe, bila ew jî li gel we bijî. Zavayê nû nikare bi ya bavê xwe neke û weha dike.
Qederek di ser vê rewşê de derbas dibe bûk û zava nema dikarin hilba xwe bidin û bistînin. Zavayê nû dayax nake dîsa dihare ba bavê xwe û rewşê jê re dibêje. Bav lê vedigerîne û dibêje:
-Here wê golika seqet bibe odeya xwe bila ew jî bi were bijî. Zava vê jî dike û golikê dibe odeya xwe.
Êdî hilma bûk û zavayê nû nema derdikeve, zava bi xeyd dihare ba bavê xwe û rewşê jê re dibêje. Piştî bav lê guhdarî dike lê vedigerîne û dibêje:
-Here golikê derxe. Kurê wî weha dike. Piştî rojekê bav ji kurê xwe dipirse niha çawa bû? zava dibêje:
-Niha hinekî baş bû.
Bi vî awayî li gor li hevkirina bav û kurê wî wan ajelên li oda wan de bi cih kiribû roj bi roj hemiyan derdixe û rojekê bav bangî kurê xwe dike û dibêje:
-Kurê min niha cihê we çawa ye. Zava bi ken li bavê xwe vedigerîne û dibêje:
-Bavo niha em gelekî rehet bûn û cihê me fireh bû.
Piştî ku we hemî nivîsên ku ez ê li ser, Rewşa Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de bi çend nivîsan binivîsînim, xwend aha wê gave li ser vê rîwayetê rawestin…
Li bakurê Kurdistanê jî ji ber wê zilm û zordariya dagirkeran, ciwanên kurd ji bona gelê xwe azad bike, xwendin û xwe zana kirin. Partî û rêxistin damezrandin. Her roj di nava gel de karê ji bona azadiya wî dikirin. Ha li wê fabrîkê ha di nava wan gundiyan de kar dikirin. Karker û gundî ji ber zilma dewletê şiyar dikirin. Bi şev û roj karê wan xebat, xwendin û şiyarkirina gel bû.
Vê tevgera ciwanên kurd bala dagirkeran dikşand û kişandibû. Loma divê wan jî ji bona ciwanên kurd bi sernekevin, kar bikirana, Plan û proje amade dikirin da ku wê çawa pêşî li vê pêla welatparêziya li dij xwe bigirtana.
Loma wan çareserî bi damezrandina partiyeke li ser navê kurdan lê benê wê di destê wan de, dan û xwestin bi destê wê, tevgerên heyî tune bike ango ji hev belav bike û weha jî bû û kirin. Ev daxwaza wan bi darbeya ango bi hukmê leşkerî ya 12 îlona sala 1980 pêk hat.
Bi hatina hukmê leşkerî agir bi kurdistanê xistin, dar û kevirên wê jî şewitandin. Partî û rêxistinên me yên ku şûr simbêlê wan nedibirî ji ber bê tecrubeyî û haziriyê yek li dû yekê ji welêt bazdan, xelk û gel di nava wî agirî de hiştin. Ev li gor dilê dagirkeran û partiya ku wan damezrandibûn, bû.
Lê dagirker bi vê nedihatin ser. Ji ber ku peymana Lozana dudan roj bi roj nêzîk dibû. Li gor peymana ewil divê di sed salî de wan hemî kurd qedandibana. Zimanê wan, orf û adetên wan nehiştibana û cografiya kurdistanê guherîbana da ku di peymana Lozana dudan de, weke Lozana ewil li ser navê kurdan lê pêgirtê xwe bişandana Lozanê û li wir jî pêgirtê dagirkeran li gor dilê wan, weke kurd daw û doza tu tiştekî nakin û bi jiyana xwe ya li gel tirkan kêfxweşin, bidana zanîn da ku sînorên xwe yên di Lozana yekê de hatibû destnîşankirinê biparastana.
Hemî haziriya dagirkerên me ev bû lê ji ber em ciwanên wê demê xwîngerm bûn û ketibûn kelecana ku em ê rojekê berî rojekê welatê xwe azad bikin. Hezar mixabin em nikarîbû bifikiriyana ku dagirker çi daf û feqan li pêşiya me vedikin.
Bi hatina hukmê leşkerê partî û tevgerên ku ha ha ji bona azadî û serxwebûna Kurdistanê kar dikirin, neket bîra wan da ku rojekê zor li wan bê êwên çawa xwe ji wê xelas bikin. Neket bîra wan ku divê ew li hevbana û yekitiyeke neteweyî bi hevre damezrandibana ku bikarîbana li hember dagirkerên xwe û pêgirtê wan rawestiyana. Neket bîra wan ku rojên Lozana dudan nêzîk dibe û di vê Lozanê de dê sînorên nû bihatana destnîşankirin.
Ciwanên wê demê li ser îdeolojiyên ku qet fêda wan ji bona gelê me tune bûn, bi hev ketibûn. Piraniya wan îdelojiyan jî bi destê Kemalîstan dihatin meşandinê da ku ciwanên kurd doza gelê xwe ji bîr bikin. Her li wan weha jî hat.
Li gor gotina rehmetiyê Xalo Hemîdê Smaîlaxa ”Li sovyetê baran dibariya ciwanên kurd li kurdistanê sîwana xwe vedikirin”. Ji ber vê bû ku em ketin û hêjî nehatine ser xwe. Îdelogên wan îdeolojiyan hemî jî Kemalîst bûn û Kemalîzm jî dijminê gelê me bû. Qetilkirin û wêrankirina gel bi destê wan pêk hatibû.
Lê dagirkerên me zanîbûn dê di dawiya sed salî de, heger ew kurdan tune nekin wê di Lozana dudan de kurd dê bibin bela serê wan û kurd dikarin bibin xwediyê erda xwe ya ji teref dagirkeran de hatibû dagirkirin. Ev jî dihat wê wateyê ku dê tirk nemane an wê pir hindik bimana. Ji ber ku bi azadiya kurdistanê, gel an kêmneteweyên din jî dê doza mafê xwe li tirkan bikirana. Ev ê biba azadî û serbestiya Kurdan û kêmneteweyên din û tunebûna tirkan.
Hemî planên û projeya wan ji bona kurd bi sernekevin û dê çawa weke kole bimînin, dihate kirin. Ew proje di gelek warande bi serketiye û ji Lozana dudan re pir hindik wext ma ye…
Wê nivîs bidome…
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.