Ji ber ku Şêx Ahmed Barzanî alîkarî û piştgiriya şoreşa Araratê kirî bû. Ji teref dewleta tirk tê girtin û wî radestî hukumeta Irakê dike. Biryara dûrxistina wî ya ji Barzan ango ji Kurdistanê tê dayîn
Di sala 1944an de biryara dûrxistina şêx Ahmed ya ji devera Barzan û Kurdistanê tê rakirinê. Piştî vê biryarê ew li cihê bav û bapîrên xwe li Barzan vedigere.
Piştî ku serîhildan û berxwedana bi serperiştiya Qazî Muhamed li rohilata Kurdistanê destpê dike, Şêx Ahmed jî piştgiriya wê şoreşa ji bona avakirina Kurdistanê dike.(1946-47)
Piştî têkçûna şoreşa ji bona azadî û serxwebûnê li rojahilata Kurdistanê têk dihare, Mustefa Barzaniyê nemir li gel 512 pêşmêrgeyên xwe berê xwe dide sovyetê û şêx Ahmed jî li gel malbatên Barzaniyan vedigere Iraqê. Bi vegera wî yek ser desthilata Iraqê wî digirin û biryara darvekirina wî didin û piştî sê salan biryara hukumeta Iraqê tê guherandin û wî dişînin zîndana heta hetayê.
Dema serok Barzaniyê nemir û pêşmêrgeyên xwe yên çûbûn sovyetê di sala 1958an li welatê xwe vedigerin. Wê demê hukumeta Iraqê jî Şêx Ahmed Barzanî ji zîndanê serbest berdidin.
Piştî ku Şêx Ahmed ji zîndanê serbest tê berdan, bêtir kar û bare xwe dike xebata Ayinî û civakî. Ew mezintirîn çaksazî û baştirîn dadwariyê pêk tîne. Ji ber vê ye ku tê gotin û dîtinê ku serdema Şêx Ahmed Barzanî serdema zêrîn ya dadwariyê û wekheviyê tê bi navkirin. Her weha ew Jîngehparêziyê û bi hevre jiyanê li gor mercên wekheviyê pêk tine.
Ji ber vê ye ku ew weke hostayê rêbaza Barzanî tê destnîşan kirin. Her ew wê rêbaza ku asas û bingehê wê ji teref şêx Abdulselam hatibû destnîşankirin, di dema şêx Ahmed de ev ji aliyê wî de tê temam kirin û weke destûr û rêbazekê pêşkêşî gelê xwe dike.
Piştî vegera Barzaniya nemir û pêşmêrgeyên wî ji Sovyetê êdî Barzaniyê nemir jî wê rê û rêbazê ango felsefeyê dixe jiyanê.
Ji ber ku şêx Abdulselam, şêx Ahmed û Barzaniyê mezin tê digihêjin ku miletekî bê rêbaz weke pezê bê şivan be. Ji ber vê bû ku wan herdu nemiran asasê rêbazê danîn û Mele Mustefayê nemir jî ew xiste jiyanê da ku li ser asasê rêbazekê û li ser xeta neteweyî bikaribe Kurdistanê ji bin nîrê dagirkeran azad bike.
Belê hersê nemiran encama wê rêbazê nedîdin lê nebî û zarokên wan nemir Îdarîs Barzanî û Mesud Barzanî ev temam kirin û di encamê de Kurd li başûrê Kurdistanê li gor wê rêbazê azad kirin. Piştî azadiyê jî serokê herêma Kurdistanê rêzdar Niçîrvan Îdrîs Barzanî û serokwezîrê herêma Kurdistanê rêzdar Mesrur Barzanî ew geş kirin da ku gelê wan li ser wê rêbazê, him demokrasiyê di nava gelê xwe de belav bikin û him jî vê rêbazê bêtir geş û xweş bikin.
Lê mirov dikare bi rehetî bêje ku şêx Ahmed him weke aqilmendekî him jî weke rêberekî gelê kurd bû ku serpereştiya Barzaniyan kiribû.
Şêx Ahmed di dawiya sala 1968an tenduristiya wî ne baş dibe. Her weha roja 11.01.1969 destê sibê li nexweşxana Ibn-El Nefis diçe ser dilovaniya xwe…
Ez wî û hemî Barzaniyên niha li welatê xwe binaxkirîne,bi bîr tînim û dibêjim ku ev destketiya îro ya li Başûrê Kurdistanê bi saya wê rêbaza ku wan ji bona me kurdan danîbûn pêk hatiye û serê xwe li ber tekoşeriya wan ditewînim…
Çavkanî: Ji Hazim Biley
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.