Piştî darbeya leşkerî ya 1980ê ku li tirkiyê û bakurê kurdistanê pêk hatibû. Heta niha jî em weke kurdên bakurê Kurdistanê hê jî nehatine ser hêşê xwe. Dibe ku hin mejî bi zanetî û li gor berjewendiyên şexsî hatibin guherandin, ew tiştekî din e. Me weke kurdên bakurê kurdistanê armanc, hedef û projeya wê darbeya leşkerî ango hukmê leşkerî û zîndana Diyarbekirê hê jî fêm nekirine.
Ez vê hinekî vekim da ku em rewşê bi hevre binirxînin.
Armanc û hedefa pêkanîna darbeya leşkerî û vekirina zîndana Diyarbekirê, ew bû ku zimanê kurdî ji nava kurdan rake. Loma ji zîndanê destpêkirin û bi ser ketin. Îro fêkiyê wê dixwin ku ciwanên kurd zimanê xwe ji bîr kirine. Ji bîrkirina zimên, ruhiyeta neteweya kurd jî bi wan re nehiştî ye.
Xwestin di wê zîndanê de mirovên hêja çalak û xebatkarên gelê xwe, bê rûmet û qîmet bikin. Da ku piştî ji zîndanê derkevin, rola wan di nava civatê de nemîne. Heger hin jî bimînin divê hezkirin û piştgiriya wan zêde nebe. Di virde jî bi serketin.
Di zîndanê de li me girtiyan ceribandin ku wê çawa û bi çi rêyê me ji hev belav bikin. Di zîndanê de ev kirin. Loma niha di nava civata kurd de ew hezkirin û rûmet nemaye an gelekî kêm e. Di vir de jî bi serketin.
Di aliyekê din de projeya dewletê ew bû ku ew kesên nehatibûn girtin, derkevin derveyî welêt. Ji ber ku wan zanibûn, ew kesên bi salan li ewropa bijîn, wê jiyaneke, xweş û rehet bibînin an bijîn. Dê weke berê ne milîtanê partiya xwe û pêşmêrgeyekî welatê xwe bin. Dijmin ango dagirkerên me di virde jî bi serketin.
Ew qehremanên berê li ewropa belavbûn. Berê bi xwe û bi malbatên xwe re mijûl bûn. Partî û rêxistin nehat bîra gelekan ji wan. Bi hevre ketin leca kî dikarin zêde mirovên xwe ji welêt derxin û li ewropa bi cih bikin. Di vî warî de jî dagirkerên me bi serketin. Ji ber ku welat hate valakirin.
Ya herî girîng di nava vê tevliheviyê de, bê ku em projeyên dewleta dagirker fêm bikin û tiştên wan dixwestin, me jî pêk anîn. Yên xwestin, malbatên xwe tev anîn ewropa. Lê yek ji wan nekirin endamê partiya ew bi xwe rêvebirê wê bû.
Alîkariya partiyê an rêxistinê ji wan re hate kirin ku hemî bûne dewlemend. Zarokên teva xwendin û li welatê ku lê diman piraniya wan ketin nava brokrasiya dewletên ewropa. Bi vê jî fêrî rê û rêbazên mirovê çawa xwe bi rêxistinê bikin, bûn. Lê ev nehat hesabê me sal mezinan. Loma me bi zanetî pêşî li wan girtin da ku ew nebin endamên me.
Taliya talî çi bû? Em ciwanên salên heştê û weke salmezinên niha man. Ne tenê em man. Em êdî ji bona berjewendiyên sexsî bi hevketin. Şer û pevçûn di nava me de derket. Me gelekan hevdu bi mirinê tehdît kirin. Her weha gelek karên nebaş jî hatin kirin. Ji xwe dagirkerên me jî ev dixwestin.
Bi gotineke grover kêm kes ji me paqij man. Bi vê gemariyê jî me her xwest tim partî an rêxistineke me hebe. Da ku em li ser navê wê quretiyan bikin û karên xwe ê sexsî pê bidin meşandinê. Di vî warî de jî dagirkerên me bi serketin.
Dem û dewran hate guheran. Lê guherandinên ku miletê me jê fêdeyekê bibîne mixabin bi me re çê nebû. Di nava van guherandinan de, em ji karê rêxistiniya bi dizî derbasî rêxistiniya eşkere bûn. Ji xwe probelem di virde destpê kir. Me yên bi salan di rêxistinên dizî de berpirsiyarî girtibûn, dê çawa xwe fêrî karê eşkere û demokratîk bikirana?
Aha derbaya mezin me di virde xwar. Bê ku haya hinan ji vê hebû. Lê hinan jî ev bi zanetî didomandin. Ji ber ku îllegalîte ango xebatên bi dizî dihat hesabên gelekan ji me. Loma navê partiyên me bûne legal. Lê kar û xebat weke îllegal hate domandin.
Ev bû sedem ku îro ciwan di tevgerê kurdên bakur de gelek kêm an tune ne. Lê endamên komîteyên rêvebir, li hemî partiyên kurdistanê yên li bakurê kurdistanê binerin. Baş binerin bê hûn dikarin çend ciwanan di nava wan de bibînin???
Ez gihiştim wê baweriyê ku êdî em sal mezin naxwazin kes zarokên xwe bikin endamê partiya xwe. Heger hin hebin vê bikin jî, wê pêşî li wan bê girtin. Sedema wê jî ew e ku dema hin zarokên xwe bînin, wê doza zarokên rêvebir û endaman jî bikirin. Loma heta ji destê wan sal mezinên ku niha rêvebirin tê û bê, dê nehêlin yek ciwan jî bibe endamê partiya wan.
Li rewşa hemî rêvebirên partiyên ji xwe re dibêjin em kurdistanî ne binerin. Hûnê yek zarokên rêvebirekî, weke endamê partiya bavê xwe ye, nebînin. Aha ev bi serê xwe jî keraseteke mezin û îşareta nebiserketinê ye.
Ez sedî sed îqna bûme ku sal mezinên me yên xwedî komek zarok û nebî naxwazin zarokên hinan bibin endamê partiya ku ew têde rêvebirin. Aha tunebûna ciwanan di nava partiyên ji xwe re dibêjin em kurdistanî ne. ev e.
Heger her berpirsekî partiyeke zarokekî xwe bike endamê partiya xwe, mesela ciwanan hal dibe. Lê nakin û heta demeke dirêj dê nekin û wê nexwazin kesên din jî zarokên xwe bikin endam.
Temenê me jî pênc heta deh salan, maye. Em êdî partiyan ji bonan rojên xwe derbas bikin dadimezrînin. Li cih û warê partiyê hev dibînin. Pesnê xwe bi xebatên xwe yên salên heftê didin û hew. Nayê hesabê me ku wê li dû me kî vê dozê bimeşînin.
Carekê bipirsin û bibînin bê ka çi projeyên nû yên rêvebirên partiyên me hene. Tune ye. Dema rêvebir an berpirsê partiyeke siyasî rapora xwe dixwîne, weke rapora komeleyeke demokratîk be. Heta ji wê jî kêmtir be. Diyar dibe ku ew partî bi ser nakeve. Yanî bi pêşkêşkirina rapora berpirsan, divê ne çûne kîjan dawet an cenazeyê be û yên weke vê bin.
Serok û berpirsên partiyan divê bi projeyên xwe yên nû derkevin nava rêhevalên xwe û civatê. Ji bona çareserkirina kêşaya bakurê Kurdistanê divê bi projeyên xwe bikaribe rojevê biguherin. Lê mixabin sal mezin rê nadin vê û dixwazin her ew bin û ew in…
Bi gotina, ”vaye em jî weke partî hene” em ê xwe negihêjînin tu deran. Ev pêncî sal in ku ev tê kirin. Lê heta niha me tu netîce jê negirtiye.
Divê ev baş û zelal bê fêmkirin ku bi sal mezinên weke me, tu partiyên nûjen ku bikaribe bibe altarnatîfa gel, dê neyên damezrandin. Li ser asasê xerabe tu avahiyên nûjen nayê lêkirin.
Niha partî bêtir bûne cihê wextê xwe li gel çend hevalên xwe derbas kirinê. Êdî hûn sax bin, em sax in. Lê me partiyên siyasî ku bikaribin rola xwe bilîzin bi destê xwe kuştine…
Pêşîvekirina tevgera bakurê Kurdistanê divê çawa be???
Bi hilweşandina asasê kevn, bi kevir û xerceke nû pêşîvekirina tevgera bakurê Kurdistanê dikare bê vekirin. Ji bilî vê yên din hemî çîrok in. Bila em sal mezin û kesên dixwazin her berpirs bin, sax bin…
Bûbê Eser
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.