Helbet hemî cîhan dizane ku kesek nikare 200 rojan bikeve greva birçbûn. Piştî ewqas demê jî tu rabe, li ser xwe bigere weke tiştek meqewimî be. Here parlemene tirkan sonda parlemeniya xwe bixwîne. Diravê (maaş) bigire û li kêfa xwe binêre. Weke tiştekî nebû be.
Bi salan e pkk ya rêberên wê tirk, endamên wê kurd bi kurdan dilîze. Bi salan dibêjin em şer dikin, lê hê gundê serokê xwe Evdila jî azad nekirine.
Bi salan e dibêjin em tekoşêna xilaskirina kurdan û kurdistanê didin. Rast gotine ev gotineke ku ne ji bona kurdan û kurdistanê azad bikin, ji bona wan xilas bikin, bi zanetî hatiye gotin. Lê xilas nekirin û dê tu caran nikaribin xilas jî bikin.
Li gor min di nava pkk de yê herî rastiyê dibêje Evdila bi xwe ye. Çi dibêje;” Me pkk bi saya perên dewletê damezrand. Çek û pere me ji wan girt. Em ji bona kurdistanê şer nakin. Heta ez û pkk hebin wê Barzanî nikaribe dewleta kurdî damezrîne” ûhwd. Ew her tiştekî rast dibêje lê mixabin gotinên wî ji aliyê mirîdan ve berevecî dibin û pêşkêşî endamên xwe yê sofî û xelkê nezan dikin.
Hemî kiryar û biryarên pkk projene. Ji ber ku pkk ya bi destê dewletê hatiye damezrandin bi xwe projeye û armanc ji wê xilaskirina (ne azadkirin) û wêraniya Kurdistanê ye.
Heger mirov di nava van salên dirêj de, li pkk û kiryarên wê binêre pir bi rehetî tê dîtin ku ew bi xwe projeya dewleta kûr ya tirkan e. Li ser hîmê dijminatiya Barzaniyan bike hate an dane damezrandinê.
Her careke sedemek anîna û li gor wê jî wan kesên demokrat, welaparêz kuştine an dane kuştin. Heger me re vana binivîsîne û bêje, wê çend pirtûkan dagire. Min û hin canik û camêran me gelekî li ser mijara pkk nivîsîne loma hewce nabînin ji nûde li wan nivîsên berê vegerim
Ji ber ku mijara vê nivîsê li ser greva birçîbûna Leyla Guven ê ye. Ji bona hin kesên endam an kadirên (kadro) di zîndanê de û helwesta pkk ya ku bi destê dewleta kûr tê îdarekirinê fêm kirin, loma xwestin ku wan ji hol rake. Ji ber tirk rêvebiriin pkk ditirsin ku vana rojekê dikarûbûn wê rastiya ew pê hesiya bûn bêjin an binivîsînin.
Ji bona ev rewş dernekeve, divê wan kesana bihatana kuştinê lê çawa??? Tim tê gotinê ku li ba Osmaniyan lîstik pir in. Yên pkk damezrandinin jî wan lîstikana hê jî li ser serê kurdan diceribîne û dixin jiyanê
Lîstika talî jî ew bû ku divê wan endam an rêvebirin pkk yên di zîndanan de û bi lîstikên pkk hesiyabûn an fêm kiribûn, divê ji holê rabûna. Lê çawa?
Weke me got ew jî bi lîstikek nû, bi ketina greva birçîbûna ya Leyla Guvenê dikarîbû bihata cih û anîn cih. Bi gotineke din kujerê wan canik û camêrana hemiyan Leyla Guvenê ye. Divê ev weha bikeve rûpelên dîrokê.
Kesên ku tespît kiribûn ku dikarin rojekê qise bikin an binivîsîn bi saya greva birçîbûna Leylayê ji holê bi rehetî bê ku serêşiyeke ji wan re peyde bibe rakirin.
Bi lîstik û fêlbaziyek weha ew canik û camêrana rakirin. Dê û bavên wan,mirovên wan, nas û dostên wan hê jî nizanin ew çawa hatine kuştinê.
Kesek ji wan dê û bavan, xuşk û bran napirsin û nabêjin, zarokên wan mirin lê Leyla qaşo 200 rojan ketibû greva birçîbûnê çawa sax ma? Çima çû parlemenê û sonda xwe xwar? Niha çawa derdikeve hember televizyonan û dijminatiya başûrê kurdistanê û Barzaniyan dike.
Kurd dibêjin; ”Heger ev ne fen be, ev çi ben e” Loma jî greva vê xanimê jî fenek ango lîstikek ji ya Osmaniyan bû, Merema xwe pêk anîn, kesên xwestin bikujin bê teşqele û lê pirsînê kuştin û niha jî xanim rojê li bajarekî û di televizyonekê de derdikeve û dijminatiya başûrê kurdistanê dike.
Divê êdî kurd û endamên pkk yên welatparêz hay ji vê rewşê hebin, hê gelek lîstin din di rojevê de ne. Karê Leyla qediya diyariya xwe girt. Ka bê îcar dora kê e?
Niha pkk rol û erkê xwe yên talî dilîze, ew jî em jî baş dizanin ku dawiya wan pir nêz e. Tunebûna wan û valakirina qandîlê gav bi gav nêzîk dibe. Ev taswasa wan ji ber vê ye.
Divê kurd hay ji vê yekê hebin, Wê pkk bixwaze hê gelek kurdên din jî bi rê olaxên cûda bide kuştinê. Dê û bav êdî divê xwedî li zarokên xwe derkevin.
Hemî gerîllayên pkk zarokên me ne, her kuştina yekî/ê ji wan, weke perçak ji dilê me be. Lê niha tiştekî ku em bikaribin bikin tuneye. Lê helbet ev weha nare dê rêyek jê re bê dîtin.
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.