Em gelek caran tiştên têne zanîn û piraniya civatê maneya wê dizanin çend bare dikin. Di neteweyên kolonî ango yên bindest de dubare û çarpare kirine meseleyên girîng normal e. Çima?
Divê tu miletê xwe, gelê xwe berbi meselê bixe da ku hêjayî û qîmeta netewebûnê bi wî, bi wan û bi me gelekan bide nasîn.
Min jî weke gelekan çend caran nivîsîye û gotiye ku hemî probelemên me yên niha, astengî û areşeyên me, ji ber ku em weke kurd nebûne neteweyî, derketine û derdikevin.
Xelk û miletê cîhanê ji bona berjewendiya gelê xwe, nakoyiyên nava xwe radikin, ji bona yekrêzî û li hevkerineke li ser asasê parastina gelê xwe têne bav û li ser çend xetên neteweyî yekîtiya xwe pêk tînin.
Bi vê hêz û qawetê jî berjewendiyên gelê xwe çi di qada navneteweyî de çi jî di nava xwe de, diparêzin û li hember hemî xeterên zerarê dide gelê wan, dibin yek hêz.
Lê ev mesele, ev li hevkirin û yekîtiyên pêwîst, gelekî zehmet e ku di nava xelkekî, di nava gelekî ku kolonî ango bindest be pêk bê. Çima.
Ez vê hinekî vekim; Miletekî gihiştibe merteba netewebûnê ew xelk, ew milet wê miheqeq rojekê bighêje azadiya xwe. Ji ber tevger, têkilî, yekîtî û hemî kar li ser asasê netewebûnê tê meşandin. Lê di nava xelkê bindest, kole û ne azad de eksê wê digere. Ji ber di nava wan de hîs û baweriyên neteweyî cihê xwe negirtiye. Loma jî kar, xebat û çalakî hemî bêtir ji bona kes û sexsan têne kirin.
Ji ber ku li bakurê Kurdistanê xeta neteweyî lawaz e, qels e, piraniya kar û xebatên partî û rêxistinên me jî ji bona şexsan dihare. Hin kes, şexs û revebirên partiyan jî hene hemî kar ji bona berjewendiya xwe bi kar tînin bê ku endam vê fêm bikin.
Tu dibîne di nava rêxistin û partiyekî de çend kes pir bi rehetî dikarin wê partiyê ji bona berjewendiyê xwe bi kar bînin. Sebeba vê jî ji qelsbûn û lawazbûna hizra neteweyetiyê ye. Dema ew hizra neteweyî tune be, wê gavê mirov dibe heyranê şexsan…
Di nav gelê kolonî û bindest de, rol û erkên kesan ji ya neteweyî pêştir e. Dema te xerabiya welêt got, ya jî hêjayiyek welêt bi xerabî nirxand. Ya jî welat û kesên xwe bi xerabî anî zimên. Hema bêjin kes dengê xwe nakin. Lê dema te kêmaniya partî, serok ya jî rêvebirekî wê got û anî zimên. Êdî tu dibe hedefa endamên ku tenê ji sereko xwe hez dike, tu dibe hedefa wan endamên ji welêt bêtir heyranê serokê xwe ne.
Dema mirov bi awayekî maqûl partî an jî rêvebirên wan rexne dike, yên muxatab bersîv nadin, endamên xwe organîze kirine ku ew ne bersîv lê bi êrîşan hucûmî mirov dikin da ku me re careke din behsa kêmanî û şaşiyên rêber, serok û partiyan neke.
Lewra ez dibêjim heta ku kurdên bakurê Kurdistanê nebin neteweyî, heta ew partî, serok û rêvebirên xwe di ser kurdistanê re bigirin û heta ji dêlva yên ne muxatab, endamên wan bi êrîşkarî bajon ser me re, ewên tu cara bi ser nekevin.
Serketinên ne li ser xeta neteweyî be dikare ji bona demên kurt bibe, lê ji bona azadî û serxwebûna kurdistanê û demên dirêj wê tu caran bi sernekevin.
Ji ber vê ye dema tifaq hatin kirin, pêwîstiya mirov baş lê bikole û ne li gor şertên heyî, divê mirov li gor xeta neteweyî bike. Ev jî bi partî û kesên ku neteweyîne û neteweyî difikirin re dibê.Eksê wê malwêranî, wendakirin û têkçûyîn e…
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.