Me bi xemginiyeke mezin Dêrika ku di demekê de qet tirkî lê tune bû, niha jî kurdî lê nemaye terikand û berê xwe berbi Diyarbekira ku bi nav û navaroka xwe mezin û weke paytexê bakurê kurdistanê tê û dihata nasîn, vekir.
Lê hey hawar!!! her ku me terke cihekî dikir û li warekî din dibûn mêvan me digot: Wir baş bû, vir bi temamî qediya ye. Her em li gundekî, bajarokekî û li bajarekî dibûn mêvan me xweziya xwe bi cihê berê dianî.
Her çiqasî em ji ber rewşa Xozberiyê û Dêrikê ne kêfxweş jî bûn. Me tim digot, wê Diyarbekira rengîn Ameda navdar me fedîkar dernexe û em ê li wir bê hêvî nebin.
Bi vê aramc bîr û bawriyê me xwe gihişt Diyarbekirê. Li kekê xwe Sîno bûne mêvan roja ewil li wir derbas bû. Rojên din jî min xwest rewşê baş fêr bibin, loma bi roj li partî û avahiyên kesên welatparêz û bi şevan jî li malên nas, dost û mirovên xwe digeriyam.
Diyarbekir bû bû bajarekî gelekî mezin ku min ew qet nasnekir û nizanîbû lê bigeriyama. Ji bona gera min divê tim kesek bi min re ba. Loma ji bona vê nebiyê kekê min Sîno ê vala û bê kar bû, kir karê xwe ku cihê dixwazim herimê û bibînim, min dibir wan derana.
Ez gihiştim wê baweriyê ku xerabkirina gundan û vala kirina wan ji ber proje dewletê ya tirkbûnê bû. Bi qasî ku min fêm kir, ew proje jî bi serketiye û her serketina wê berdewam e.
Ez vê hinekî vekim:
Hemî gundên hatine xerabkirin li bajaran di avahiyên mezin de bi cih kirine. Sedema bi cihkirina wan jî ew e ku gundiyan gundên wan xerabkirine li bajar û bajarokan bixin bin kontrola dewletê da ku kî çi bike ji teref dewletê bê zanîn û dewlet tim agahdarî wan be, Bi gotineke din hemî gundiyên gundê wan hatine xerabkirin, kirine zîndanên vekirî…
Weke mînak:
Gund nehiştine heger çendên weke Xozberiyê mabin jî êdî ji bona dewletê ne zêde bi xeter in. Ji ber ku li wir jî kontrola dewletê bi saya pkk li ser wan heye.
Gund nehiştine û yên hatine xerabkirin jî niştecihên wan li bajaran di avahiyên mezin ango di apartmanan de bi cih kirine. Her apartmanek û gundek e. Yanî 10-12 gund li ser nave Sîteyekê, avakirine navek lê kirine û tê gotin ku: Filan Site. Yanî her Sîtek bi navekî tê nasîn.
Ji bona tu here wir û nasekî xwe, mirovekî xwe bibîne, divê tu berê xwe bi nobedarê ber deriyê Sîtê bide nasîn ku tu kî ye û tê here ba kê?
Ji ber ku her sîtek ji deh heta bîst avahiyên mezin pêk tên. Di her avayekê ango bînayekê de jî gundek têde bi cih kirine. Dora wê hemî girtî ye û tenê deriyeke heye ku herkes dikarin di wî deriyê de bikevin hundir sîtê. Ji xwe yên nenas nikarin derbas bibin. Yên seredana wan bike, divê ew berê nav û paşnavê xwe bêje an nasnameya xwe rê nobedarê ber derî bide û wê here ba kê bêje. Nobedarê ber derî jî telefonî wî/ê kesî dike. Dûre mêvan dikare here hundir.
Ji ber vê bû ku min navê wan Sîteyan kir, zîndanên vekirî. Ji ber ku di seredana her zîndaneke vekirî jî sistemeke weha heye.
Bi gotineke din hemî gundên xerab kirine, li bajaran xistine zîndanên vekirî bê ku haya niştecihên wir ji vê yekê hebe. Ji ber ku hemî sîte pir xweş û baş çêkirine. Di nava sîteyan de baxçeyeke mezin, hawûzên avê yên ji bona jin û mêran, cihê gerê û lîstika zarokan çêkirine. Hema bêjin her yek ji wann xwediyê siyarekê ne. Yanî herkes ji halê xwe razî ne û li gor gotina hinan ji wan kê dikin.
Di hemî avahiyên wan sîteyan de tim ava germ û ser diherike. Di her avahiyekê de bi kêmanî du avdest û du serşok hene. Avahî pir modern û xweş in. Elektirîka wan tim heye. Û êdî bi asansorê hildikişin û dadikevin. Yanî ji bona jiyaneke xweş û rehet, çi lazim be di wan avahiyan de heye.
Ciwanên ku wê xweşî û rehetiyê dibînin êdî mesele kurd û kurdistanê ji bîr dikin. Ji ber ku jiyana wan rehet û xweş e. Piraniya ciwanan êdî li gor projeya dewletê ya nû ku ji bona ciwanên kurd unîwerstîte bixwînin, dewletê proje amade kirî ye. (Ez weha difikirinim.) Ji ber ku êdî bi hejmareke zêde ciwanên kurd uniwersîte dixwînin û dibin xwedê karê baş.
Di wan xaniyê xweş de êdî kurdî û welatê wan Kurdistan nakeve bîra tu kesan, Zimanê wan bûye tirkî, rabûn û rûniştina wan bûye tirkî, axaftinên wan bûye tirkî. Yanî bûne ”tirk oglu tirk” Tirk kurên tirkan.
Ez mêvanê mirovekî xwe bûm. Piştî sobheteke dûr û dirêj, bi bîranîna dema me û tekoşîna dema me, xanima wî ya sal mezin ku êdî nema ji zimanê nebiyê xwe fêm dike got:
”Bûbê lawo ma ne we ji bona jiyaneke xweş bide me kar dikir, we gelek bedel da, gelek ji we hatin kuştin û zîndankirin, gelek ji we xadim man. Lê şikir ji xwedê re îro bi saya pkk-hdp em xweş û rehet dijîn. Aha tu dibîne lawo bê xaniyê me ciqasî xweş e. Em berê hesreta tasek ava vexwarinê bûn, aha tu dibîne 24 saetan ava germ û sar diherike. De êdî li malên xwe rûnên û şikiriya xwe bînin. Ma hûn çiqasî kar bikin jî hûnê nikaribin jiyaneke weha xweş bidin me lawooo????.
Erê ez dizanim tê bêje ma ka gundê we, zarokên we yên li serê ciyan şehîd ketine, ka ew kes û zehmetiyan. Lê êdî ew çûn lawo. Divê em li îro binêrin. ”Tiştê çû ne de dû”. Aha binere êdî ez bi van salên xwe yên mezin her sibe dadikevim û li nava baxçê Sîtê digerim. Bixwazim diharim dikevim havûzê avê. Têm mal taştêya xwe bi rehetî û bê tirs dixwim. Êdî mesele qediya ye brayê min. Vê rastiyê qebûl bike û divê em tev şikiriya xwe bi pkk û hdp bînin ku wan ev xweşî ji bona me amade kirine!”.
Êdî piştî gotine vê xuşkê tiştekî min bigota tune bû û me bi dilekî sar xatir ji hev xwest.
Rewşa Diyargekir û piraniya niştecihên wê êdî weke gotina wê xuşkê ye. Zarok, mal û mulkên wan nema tê bîra wan. Bedelên danin ji bîr kirine û li jiyana rojane û di wan avahiyên bi perên wan çêbûne dinerin. Û dibêjin: ”Tiştê çû nede dû.”
Hêvîdarim rewşa civakê bi wan mînakên min dane hatibe fêmkirinê. Rastî kêm zêde ew e. Gelo li hember vê rastiyê partiyên me çi dikin? Xwedî çi helwestê ne û ji bona gavên nûjen û pêwîst çi dikin? Sedema nikarin bi hevre kar bikin çiye? Ji bona çi nikarin di bin sîwaneke neteweyî de bihevre kar bikin û rewşa hin kesayetên siyasî… Di nivîsa bê de…
Wê nivîs bidome
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.