Em hemî dizanin ku îsal sed saliya Lozanê ye. Yanî sed sal berê, ji bona tifak û yekîtiya kurdan tune bû. Ser hişkî û problemên nava wan zêde bû, dewletên mezin û dagirkerên me yên îro ji wê fêde dîtin da ku Kurdistan kirin çar perçe. Ev sed salên ku em di bin nîr û potînên dagirkeran da dipeçikin.
Lê mixabin di nava van sed salan de em hê jî fêrî hevkarî û bi hevre karkirinê nebûn. Ez di wê baweriyê de me ku rewşa me ya niha ji ya sed sal berê xerabtir e.
Çima?
Dema ku welat me berçe kirin, bi wê perçebûnê xwestin mejî û hemî hebûnên me jî perçe bikin û heta ji wan hat kirin. Di destpêka perçekirina welatê me de û heta çel sal berê jî her çiqas xwestin zimanê me jî weke welatê me perçe bikin. Lê bi temamî bi serneketibûn.
Karbidestên tirk pir bi tund û malwêraniyeke nedîtî bi top, balafir û tankên xwe kişiyan ser zikê meletê me, lê dîsa nikarîbû zimanê bav û kalan ji devên wan derxin. Li hember hemî qedexeyên dagirkerên me dîsa miletê kurd berxwe da û bi kurdî bi hevre û di malên xwe de qise dikirin.
Lê piştî salên 1990î de dagirkeran bi hemî hêz û qawetên xwe û bi alîkariya hevalbend û xwarziyên xwe, ji bona ji bîrkirina ziman û ne pêkanîna tifaqa kurd hemî metod bi kar anîn û li gor min bi serketin.
Di nava sed salan de dagirkerên me li bakurê kurdistanê bi serketin. Zimanê gelê kurd têk birin. Bi saya partiyên xwe yên li ser navê kurdan damezrandibûn, kurd ji hev perçe perçe kirin. Lê dîsa jî heş û aqilên kurdan ne hat serê wan. Hê jî tevger an eniyeke wan ya neteweyî tune ye.
Piraniya partî û rêxistinên bakurê kurdistanê bi deh kesan man. Lê dîsa jî pesnê xwe didin û dibêjin em ji bona yekîtiya gelê kurd kar dikin. Lê nikare bifikirin ku ew bi xwe bi damezrandina deh kesan tevger an partî, tê wateya perçekirinê.
Niha em di sedsaliya perçebûna welatê xwe de dijîn. Di vê sed saliya xwe de êdî hemî partiyên Kurdistanî li bakurê Kurdistanê nema şerê çekdarî diparêzin. Ez jî dibêjim êdî ew dem derbas bû ango ew firset ji dest me derket û çû.
Lê van partî, rêxistin û tevgerên êdî şer naxwazin an nikarin bikin, di warê legal ango bi eşkeriyî li gor destûr û qanûnên dagirkerên xwe, hatine vekirin. Yanî êdî karê xwe bi eşkereyî li gor zagonên dewletê rê daye wan, dikin.
Mixabin hê jî nikarin li ser çend xalên neteweyî û li gor berjewendiya gelê xwe yekîtiyeke neteweyî ava bikin. Lê hemî jî dibêjin em bi serê xwe têr nakin. Pir ecêbe…
Madem rewş ev e û hûn şerê çekdarî jî nakin. Qawet û hêza we jî têrî ku hûn bikevin hilbijartinên li tirkiyê û bakurê kurdistanê, nake. Gelo êdî hûnê bikaribin ji bona gelê xwe çi bikin? Heger armanc û daxwaza we xizmeta gel e. Divê hûn jî li gor rewşa xwe ya îro, li tirkiyê û li bakurê kurdistanê tevbigerin.
De kerem bikin di sed saliya perçebûna Kurdistana xwe da, wê kultura ji hev belavbûn û bi hevre nekarkirine rakin da ku em bizanibin we jî guherandineke cidî kir.
Hemî hêz û partiyên Kurdistanê bi hevre li gor berjewendiya gelê xwe û di perçebûna sed saliya wî de yekîtiya xwe pêk bînin. Asasê vê yekîtî an bi hevre karkrinê jî heye.
Hêzên xwe bikin yek û biryara xwe bidin û di vê hilbijartina ku wê di sed salîya perçebûna welatê te de, tu jî û hûn jî weke kurd mohra xwe li vê bixin û bi hevre bêjin: BESE ÊDÎ PERÇE BÛNA ME.
Gava ewil, ya jî vê firseta ku HAK-PARê bikeve hilbijartinên bê de bi dest xistiye, mohra xwe li dîrokê bidin û bi yek dengî, bi yek helwestê yekitiya ku ev sed sal e nebû, hûn bikin. Bi vê jî hûnê pêvejoyeke nû vekin ku êdî wê partiyên Kurdistanî li bakurê Kurdistanê bi hevre kar bikin.
Ji bona eniyek neteweyî, hevkariyeke xurt, divê mirov ji derekê de destpê bike. De kerem bikin qedera miletê perçekirî bi yekîtiya xwe biguherin.
Heger em ji bona yekîtiyan şexsan destnîşan bikin ku ne ew bin wê yekîtî bibe, bifikirin. Ev tê wataya ku em di vî sed salî de jî hê nebûne neteweyî. Mesela azadkirina neteweyekî ne sexs in. Bawerî, fikir û ramanên neteweyî û berjewendiya gel e.
Tu kes û sexs nikare sedî sed li gel fikir û ramanên partiyekê weke hev bifikirin. Tu partiyên sedî sed li gor dilê me re bin jî tune ye. Lê mirov li gor hin şert û mercan li hev dike û ji bona berjewendiya gelê xwe bi hevre kar dike. Ev kultur ji kurdên bakurê Kurdistanê dûr e.
Heger em bi vî mejiyî berdewam bikin, em ê sed salên din jî bimînin kole û rêncber û heta wê demê, wê ziman û ruhiyeta kurdî jî nemîne. Heger rewş weha here em ê bi destên xwe, xwe tune bikin.
Ji bilî çend kesên ku bi serê xwe mane û doza şerê çekdarî dikin pêve, tu partî û rêxistinên bakurê Kurdistanê niha ne li gel şerê çekdarî ne. Madem hûn şer nakin. Çima hûn di ware demokratîk de yekîtiya xwe pêk naynin? Nabin hêz û qaweteke Kurdistanî li tirkiyê û li bakurê Kurdistanê?
Bûbê Eser
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.