Dîrok, bîranîn û PKK

Tiştê pkk ji ditirse ev e loma ew naxwaze û heta jê bê nahêle ku kurd dîroka xwe binasin. Ew dîroka kurdên bakurê kurdistanê weke ji wan de destpêkiribe dide zanîn.

Bube Eser

15.09.2016, Per | 07:37

Dîrok, bîranîn û PKK
Nêrîn Belav bike

Her miletek her xelkek û her civatek li ser koka xwe bilind dibe. Tê nasîn û zanîn ku ew kîne ji ku hatine heta niha çi kirine û we bi kude here.
Loma jî miletekî bê dîrok tune ye. Dîrok raberdûyên miletan e. Ji ber vê yekê ye ku miletek xelkek dema dîroka xwe nenasin, nizanibin, ew milet ew xelk jî dê bi rehetî têk here.

Ji ber vê yekê ye ku kurd heta niha weke hatibe xwestin bi ser neketiye. Ji ber ku kurd dîroka xwe nizanin, wê naxwînin û hin naxwazin fêr bibin. Lê helbet hin hene ku dîroka xwe dizanin wê dixwînin lê ew jî di hindikayê de ne.

Dema mirov dîroka xwe fêr ne be, wê nexwîne, mirovê dê di pêşerojê xwe de jî şaşiyên weke yên berê dubare û sêbare bike.
Ji ber vê yekê ye ku dîrok girîng e û divê herkes dîroka xwe û ya miletê xwe baş fêr bibin. Bi vê fêrbûnê wê gelek tiştan bizanibin û li gor vê zanebûnê jî dê kêm şaşiyan bikin.

Bi saya fêrbûna dîrokê mirov qehremanên gelê xwe, rêber û serokên ji bona gel kar kirine dinase. Bi vê nasînê mirov ji raberduyên wan dersan derdixe. Û her weha eksê wê jî. Yanî xwe firoşên gel, xaîn û sîxurên gel jî dê bêne nasîn. Loma gelekî girînge ku divê mirov dîroka xwe baş bizanibe da ku tevna azadiya gel rast deyne.

Tiştê pkk ji ditirse ev e loma ew naxwaze û heta jê bê nahêle ku kurd dîroka xwe binasin. Ew dîroka kurdên bakurê kurdistanê weke ji wan de destpêkiribe dide zanîn.

Aha şaşiya mezin ji virde destpê dike û li gor vê şaşiyê jî her ku dihare bêtir şaşî têne kirin.

Ji bona ku mirov dîroka xwe, tekoşîna gelê xwe raberdû, serpêhatiyên xwe û ya gelê xwe baş fêr bibe jî divê herkes vê binivîsîne.

Loma jî min gelek caran gotiye û niha dîsa jî dinivîsînim ku divê nifşê me (1960-80)binivîsînin û bidin zanîn ku bê çawa tekoşîna azadiya gelê xwe dane. Di nava wê tekoşînê de rastî çi astengan û keleman hatine, binivîsînin da ku nifşê pêş jî wan şaşiyên ku me yen berî wan kirine, nekin.
Niha tiştê herî xerab ku bi destê pkk hatiye kirin çi ye? Ev ew tişte ku du civat ji hevdu qetandine, dûr xistine û nexwestiye raberduyên ango serpêhatiyên hev fêr bibin. Dema ev fêr bûn tune be. Wê nifşê li pêş bîranîn ango raberduyên yên berî xwe jî fêr nebin. Ev ê çi bîne?
Ev ê xeterek mezin bîne ku civatê ji koka xwe biqete ango wê koka xwe nasneke.

Eva 30-40 salên ku pkk ev kirî ye û dike ev e. Ji ber vê divê her kurdên nivşê me (1960-80) destbavêjin pênûsên xwe ya jî li ber cumpîtorên xwe rûnên û dest bi nivîsandina bîranîn û serpêhatiyên xwe bikin. Binivîsînin da ku wan di dema xwe çawa û bi çi awayî tekoşîna gelê xwe didan. Binîvîsînin da ku çima niha hin naxwazin ew dîrok bê nasîn. Binivîsinin da ku rastiya me, keda me û xizmetên me ango ê nivşê me jî bêne zanîn.
Nivşê me yek bi yek ji nava me koç dikin û diharin. Hin xatir dixwazin û hin jî bê ku xatir bixwazin bi awayekî bê deng ji nava me koc dikin. Ew kesana, kesayetiyên me, heval, hovir, hevalrê û rêberên me bûn. Di nava jiyaneke aloz de rastî gelek tiştan hatibûn, dîtibûn. Ketin rabûn, li berxwedan da ku ji bona azadiya gelê xwe kevirekî dîne ser kevirekî.

Îcar daxwaza min hêvî û rica min ji hemû wan kes û kesayetiyên me ev e ku bila herkes serpêhatiyên xwe raberdûyên xwe û bîranîn xwe binivîsînin. Ew nivîs wê bibe dîrokek ji bona gelê me. Ev nivîsîn wê bibe zanînek ji bona nifşê pêş. Ev nivîsîn wê bibe mûmek (find) û hêdî hêdî wê tariya ku em niha di nav de dijîn, ronî bike. Bi vê nivîsandinê em û nifşê pêş em ê bi hevre fêr bibin ku tekoşîna azadiya gel çawa hate dayin û li ser çi asasî destpê kir.

Ez di wê baweriyê de me ku nifşê nû, me qet nasnakin. Ji ber ku pkk dema destbi şerê ne di berjewendiya gel de bû kirin, xwestin berê me ango nivşê me weke revok, tirsonek bidin û dane nasîn. Lê rastî ne weha ye.

Gelek qehreman, wêrek, rêber û serok di nava nifşê me de jî derketin, hin bi berxwedan û tekoşîna xwe şehîd ketin, hin hê jî berxwe didin. Hin bê deng mane û tenê li mala xwe rûniştine. Lê tim dilê wan ji bona kurdistaneke azad û serbixwe lê dide. Karek, erkek, wazifeyeke bikeve ser milên wan texsir nakin û dikin.

Ji ber; bi destpêkirina wî şerê pkk yê ne di berjewendiyia gel de bû. Hemû hêjayî, başî û xweşiyên hebû têk bir. Têk bir ku nivşê nû tenê wan û dîroka wan binase.

Bi vê yekê jî pkk li gor xwe nivşekî nû xuliqand û ev nifş ne dixwazin me nas bikin û ne jî mecal didin ku em xwe bi wan bidin nasîn. Ji du gotinên wan pêve tu sermiyanê wan jî tune ye. \"Tu çima reviya, ka were serê çiyan. Te xelk hişt û reviya û niha jî li ewropa li kêfa xwe dinêre\".

Erê lê rastî ne weha ye. Heta ku tu vê rastiyê bîne zimên û bide qebûlkirin divê ev nifşê ku pkk xuliqandiye nemîne, ev jî hê wê gelek salan bigire.
Ji bona vê dibêjim gelekî girîng e ku ew kes û kesayetiyên nifşê me divê her yek ji alî xwe de serpêhatiyên xwe, dîroka tekoşîna berxwedan û xebatên xwe binivîsînin. Bi nivîsandinê em ê hewl bidin ku hin şaşîyan rast bikin. ê

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
8032 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:31:41

Bube Eser

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Di siyasetê de salmezin!!! Pêşîvekirina tevgera Bakurê Kurdistanê divê çawa be??? GAZÎ Û HAWAR E Heger ez bibim desthilat!!! Di nêz de Selahattin dikin serokê Kurdan!!! Dem dema yekitiya PDKyiyan li bakurê Kurdistanê ye!!! Gelo heta kengî ev mejî??? Hêviyên me û HAK-PARek çawa??? Mejiyê ku hatibe dagirkirin Serketin çawa dê pêk bê??? De werin em li hev vegerin û dest bidin hev… Doza Miletekî Çawa Bi Serdikeve??? PAK û TDK Xebat ne bi gotinê bi kirinê dibe!!! HAK-PARê pîroz dikim!!! Çıma HAK-PAR Yekıtıyê Naxwazî(!) Barzaniyê Mezın Çı Da Me Kurdan? Helwesta PSK ê ne helwesteke rast e Kurdno di sed saliya Lozanê de vê bikin… Rêzgirtin tifak û bihevre karkirin Hilbijartin yekitî û HAK-PAR!!! Divê li Bakurê Kurdistanê çi bê kirin? Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (8) û dawî Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (7) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (6) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (5) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (4) Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de (3) Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de. (2) Rewşa Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de. (1) Encama Semînerên min, dîtina kesan û malwêraniya me!!! Kurdno werin em destên xwe bidin hev hêza xwe bikin yek!!! Em êdî hevdu fêm nakin! Abdullah Ocalan got… Çima Barzanî û dîsa Barzanî? Divê HAK-PAR çi bike? Kî zorê tadê û êşkencê li kurdan bike, Kurd dibin hezkiriyên wan!!! Kongreya HAK-PARê Bêdengî qebûlkirina bindestiyê ye! Gelo em çiqasî welatparêzin? Siyatmedar û sal mezinên me!!! Felsefe ango Rêbaz!!! Kê dinya hejand û Kurd zîndî kir? Gelo ez kîme û çima tenê bi kurdî dinivîsînim? Kurdên bakurê Kurdistanê siyasetê fêm nakin!!! Em Kurd çima bi sernakevin??? Teqandina boriya neftê ji bona çi bû??? Şêx Ahmed Barzanî kî ye? Sala nû û hêviya gelê Kurd Kurdên me ecêb in!!! Pêwîst e em di Navenda Kurd de bibin yek deng! Barzanî û Evdila PDK û Pkk Kurd û pêkanîna konferansan? Serketin bi piştgiriyê dibe! Deh rojên di zîndanê de me! uu Girtin, binçavkirin. Zîndankirin û kuştin Kê mirîdî avifirandiye? Hilbijartina li Iraqê û li Kurdistanê qediya lê… Mirov çawa dikare xwe ji Penceşîrê (Qanser) biparêze û jê xelas be??? PKK Kî ye, kî ne û çi dike??? Bijî Sosyalîzma Kurdan(!) ya ji bona tunekirina wan. Me têk bir… Çima protesto û ne devjêberdana tirkî Emerikayê çi kir û divê em Kurd çi bikin??? Dengê têkbirina Kurdistanê tê!!! Bê dewletî û berjewendî… Rexne agir e… Gotina Enfalê rehet e, lê fêrbûna wê zor û zehmet e!!! Bê helwestiya Kurdan li hember PKK/PYD!!! Seredana HDPK(K)ê Ev destpêkek e ji bona PK(K)!!! PKK di destê dagirkeran de bûye vîrusek bê derman!!! Em çima li ser xelkê digirîn? Dîasporê çi da me çi ji me girt??? PKK û Kurd, azadî û serxwebûn Partî û rêxistinên me yên bakurê Kurdistanê!!! PKK û Lozana nû!!! Kurdno ji bona Lozana dudan xwe amade bikin Bi kadirên kevn partiyeke nûjen enî an cephe çê nabe!!! Peymana Lozanê diqede!!! Zîndana Diyarbekirê û EM!!! Ji bona çi partiyên kurd bi ser nakein!!! Em ji Dalkurd çi dixwazin??? Hêviya me di sala nû de divê çi be??? Îsmaîl Beşikçi bi eslê xwe tirk e. Gelo bratî çi ye û kî biran e??? Kurdno him şiyar bin, him jî agahdar bin!!! Xelata Nobelê û Kurd Dema nêrek bê xesandin!!! Zîndana Diyarbekirê û Enfal PKK çi dixwazî??? Çima Barzanî??? Me dikujin, wêran dikin û em…!!! Ka em çi bikin??? Û berê xwe bidin kîjan partiyê… Damezrandina PKK û lîstikên wê!!! Rewş li bakurê Kurdistanê Serokê netewa Kurd BARZANî… Piştî ba û bahozê aramî ye Kurdno ji bona siberojeke xweş hazir bin!!! Şert û mercên yekitiya Neteweyî… Divê Kurd şahiyê bigirin û bigerînin... Serok in lê ne neteweyî ne… Tirkî xweş e û heta tu wî bi kar bîne tu nabe kurdekî weke Kurd… Kurdno!!! Malxerabno ma ne bes e êdî!!! Em Kurd miletekî weha ne!!! Kurdno!!! Îro rojava ye sibê, bakur, rojhilat û başûr e. Sebir û sikûnet avakirina dewleta kurdî ye!!! Dilxweşî kêfxweşî û serbilindî Heta tu kurdî bi karnîne tu nabe weke kurdekî!!! Çîroska agirê şevreşê ronî bike pê ket Civata me sal mezinan!!! Lîstik pir in lê yên fêm bikin tune ne. Kurd kirine pez pkk jî kirine şivanê wan Êdî dev jê berdidim!!!! Leyla Guven û Greva birçîbûna wê Girîngiya hukumeta nû ya Başûrê Kurdistanê Bi gotneke tahl û rastiya partiyên me Boxtan, Derew û şelaftî… Barzanî û Şoreşên wan!!! Dagirkerên me niha di nava lîstikek nû de ne!!! Azadî demokrasî û serxwebûn bi rêya partiyan û dezgehan tê Nameyeke vekirî ji bona rêzdar Mesud Barzanî Daxwaza Apo, Apocî û Apocitiyê çiye? Em ji ku hatin, li ku sekînin û bi ku diharin? Vê hilbijartinê çi da me Kurdan??? Bê Deweletî mirin e Ji bona koçkirina 40 saliya nemir Barzanî. Di siyaseta kurdan de hin qarekter Barzanî çima û çawa bi serdikevin? Gelo em çima kêm caran behsa PDKÎ dikin? Di hilbijartina herêmî de helwesta partiyên me divê çi be? Gunehkariya Partiyên Bakurê Kurdistanê!!! Em çima nabin dewlet??? Roja 9 meha îlonê dê çi bibe? Erd hêj û mejî hêj yanî zelzeleya erdê û mejî Li Bakurê welatê me çima yekitiyek xurt pêk nayê? Siyaseta Kurdan!!! Partiyên me çima bi ser nakevin? Neteweyîbûn çi ye? Kî neteweyî ne? Ma ne bese êdî Ez westiyam!!! Lê… Kîne rêxistin û partiyên me? Siyaset li bakurê Kurdistanê Hilbijartina 2019an li Tirkiyê û helwesta Kurdan Kurd çima nabin dewlet? Kurd çima nabin dewlet? Îro pêwîstiya bakurê Kurdistanê ji çi heye? Kurdno bibînin ku hûn dişewitin! De ka ez ê çawa binivîsînim Kongreya HDP û Kurd Kurd, Erdogan û darbe! Di rojhilata navîn de ava serê kê dikele? Çima nivîsandina Roman û Şanoya Enfalê? Siyaset li bakurê Kurdistanê Xemginiya min ji bona hin dostan Bi kêrê hustiyê min jê dikir Dost di rojên teng de diyar dibin Barzaniyan çi kirin? Em carna neheqiyan li partiyên xwe dikin!!! Daxwazî û Agahdariyek Têgihiştin... Têgihiştin... Ji ber çi û çima Mesud Barzanî? Em û partiiyên me Barzanî û sê şoreşên talî Barzanî ne bi tenê ye!!! Kurd çima wenda dikin Mam Celal çû lê… Rastiyek ji rastiyan Referandûmê çi da me??? Rewşa Aloz û Rexne!!!! Kî Çima li dij referandûmê ne? Kî/kê bêtir xizmeta zimanê tirkî kirine û dikin Em Li Ku Ne! Enfal!!! Ev Şansa Kurdan ya Talî ye! Kurd û Îsraîl Dagirkirî çaw pêk tê? Çima kurd li hemberî hev ewqasî dexs û hesûd in? Em û partiyên me Kî û çima sansorê bi kar tînin? Apoyiyan çi digotin û niha çi dibêjin? Giringî û pêwîstiya referandûmê Ziman û rewşenbîrên Akedemîk!!!! Şoreşa Gulanê Kurd û xurifandina wan Çima PKK damezrandin??? Dayikên Me! PKK Çi Dike??? Kurd dê çawa azad bibin? Em, civat û partiyên me RNK-KUK, Ala Rêzgarî û PKK Serok û Serokatî Kurd çima bi ser nakevin? Rexne û Partiyên me! Barzanî û Helwestên wan PKK û êrîşkariya wan ya… Barzanî kî ne? Sûcdar kî ne??? Em Çima Dinivîsînin? Rastî ji xeyalan pêk tê lê PKK ji çi pêk tê??? Çima ev partî ? (Me partiyeke çawa divê? -II) Me partiyeke çawa divê??? Çareserî? (Çi çû çi hat pkk ji ku hat - 2) Çi çû çi hat û PKK ji ku hat??? Çima Kurdistaneke serbixwe û PKK??? Muxalefet Çi Ye? Muxalefet Çi Ye? Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... PKK Tu Caran Naqede!!! PKK Tu Caran Naqede!!! Partiyên me çi dikin??? Partiyên me çi dikin??? PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! Firseta zêrîn ji dest dihare Firseta zêrîn ji dest dihare Pêşeroja me û PKK!! Pêşeroja me û PKK!! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Dîrok, bîranîn û PKK Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Sê xeterên kurdan yên sereke Sê xeterên kurdan yên sereke PKK çawa dest pê kir? PKK çawa dest pê kir? Analîzeke kurt li ser PKK Analîzeke kurt li ser PKK
x