Min xwest ez berê ji me kurdan de destpê bikim. Helbet ev nerîn ne nû ye, lê carna pêwîstiya ku mirov tiştê ji gelê me re lazim e gelek caran bêje, da ku carekê bikeve jiyanê. Tiştê ez ê bêjim ji sala1600 de heta roja îro tê gotin, lê mixabin kurdan hê jî ev fêm nekirine, an naxwazin fêm bikin.
Ji ber ku em kurd weha ji hev bela wela ne, ji hev hez nakin, li hember hev hesûd û kîndar in, piraniya siyasetmedarên me tenê di heyra serokatî ya jî berpirsiyatiyên mezin de ne, loma jî em bi ser nakevin. Carna Kurd tê qonaxa hema hema wê bi serkevin, lê hin kurdên din nig davêjin ber û wê keda bi salan di demeke kin de têk dibin.
Têk dibin lê çi mixabin ê ketî radibe weke tiştek nebû be, ji nûde dîsa kar dike û dîsa têk dihare. Min careke çend sal berê anîbû zimên ku kurdên bakurê Kurdistanê siyakesetê weke holîka zarokan dikin.. Zarok holîka xwe heta nêvî tînin û xerab dikin. Ne tu carî holika xwe xilas dikin û ne jî dev jê berdidin
Mixabin îro jî siyasetmedarên me eynî tiştî dikin û dijîn. Yanî tiştên ku hatibûn bi destxistin, tiştên ku li gor berjewendiya gelê xwe heta niha top kirine, hindik maye ku lingek lêkeve û wan hemî hêjayan, wan kedên bi salan têk bibin.
Li perçên din rewşe diyar û eşkere ye. Lê di vê nivîsê de tenê behsa bakurê kurdistanê dikim. Li welêt ziman li ber têkçûnê ye. Li gor min têk jî çûye. Ev yeka qet bala partî û rêxistinên me nakşîne. Heger bala wan kişandiba wê biryara dev ji tirkî axaftin û nivîsê dabana.
Li welêt rewşa awerte heye û di wê rewşê de dagirker dixwazin çi bînin serê gelê me tê zanîn, lê dîsa ev bala rêxistinên me nakşîne. Weke ew li welatekî din dijîn.
Roj bi roja siyasetmedaran, rewşenbîr û çalakvanên siyasî davêjin hundir, hêdî hêdî îfadeya hin serokan digirin da ku di paşerojê de wan jî bavêjin zîndanê. Bi vê yekê wê bixwazin, rêber û siyasetmedarên neteweyî hêdî hêdî bigirin. Lê ên me her bê deng in…
Ziman nema, welat li ber têkçûnê ye. Tirs û xofeke mezin heye. Di vê rewşa awertede hê wê çi bê serê kurdan ne diyar e. Lê rêxistinên me vê nabînin. Her yek bi xwe, bi civîn û komcivînên, bi belavkirina wêneyên xwe mijûl in.
Gelek ji endam ango rêvebirên van partî û rêxistinên me weke qet siyaset nekiribin, weke kesayetiyekî bê rêxistin, xwe ji bîr dike ku rêvebirê rêxistinekê ye, weke nizanibin ku yekîtî tenê dikare bi destê wan ango bi destê partiyan çê bibe, ha ha bangî yekîtiyê dikin.
Gotina talî heger hûn rêxistinên me yên kurd û kurdistanî zûtirîn demê yekîtiyeke xurt, hevkariyeke delal enîyek neteweyî pêk nînin, hûn, em û welatê me em ê hemî bi hevre wenda bikin.
Daxwaza min ji we hemiyan ev e, zûtirîn demê vê bibînin û ji bona hûn, em û gelê me têk nere tiştên lazime pêk bînin. Banga yekîtiyê nekin, herin ba hev kêmanî û zêdeyên hev qebûl bikin û eniyek neteweyî damezrînin.
Heger hûn vê nekin tûkçûn û wendabûnek mezin li benda we, me û gelê me ye. Ji kerema xwe re vê bibînin. Êdî civîn, gotin têr nake. Di karê praktîk de vê îspat bikin ku hûn bi rastî jî berjewendiya gelê xwe û ya xelkê xwe diparêzin.
Rêya vê yekê jî di şert û mercên îro de tenha bi avakirina eniyek xurt, bi hêz û xwedî helwesteke neteweyî ye re derbas dibe.
Erdogan bi zanetî û bi destê xwe darbeya 15 Tîrmeha 2017an pêk anî da ku bikaribe, dîktatoriya xwe li ser Tirkiyê û bakurê Kurdistanê ferz bike. Çi bixwaze da ku bikaribe bi rehetî bike û dike jî…
Ev jî bi saya wê darbeya bi destê xwe pêk anîbû, dike. Rewşa awerta anî ku di vê rewşê de heq hiqûq û parastina mafê xwe tune ye. Herkes mecbûrin ku li gor wê çerçeweya hatiye danîn tevdigerin. Heger ew xet hate derbaskirin, girtin û wêranî dibe.
Pêkanîna wê darbeya Erdogan ji bona desthilatiya xwe û îdarekirina welatê xwe, wî bi xwe bi destê xwe û ji bona tunekirina kurdan ev kir. Her ev yek kir û dike. Ji bilî wî mafê tu kesan tune ye ku nerîn û fikrên xwe bi eşkereyî bêjin. Yanî devê siyasetmedar û rewşenbîran kilît kirî ye. Nifte jî li ba Erdogan e…
Bi anîna rewşa awerte, dixwaza meseleya kurdan li tirkiyê, heta li her çar perçan hal bike, kurdan bike perçeyekî tirkan. Ji xwe ziman nemaye û piştî ziman nemîne mirov kurd be çi ye?
Kurdekî nikaribe bi zimanê xwe qise bike, bixwîne û binivîsîne gelo wê çi keremet ji kesên weha derkev e?
J bona doza Kurd û Kurdistanê bi temamî li bakurê Kurdistanê têk nere, dermanê wê zûtirîn demê avakirina eniyeke neteweyî ye. Îcar ya wê partî û rêxistinên me yên ji xwe re dibêjin em kurd û kurdistanî ne vê pêk bînin ya jî sibê hûnê nikaribin hesabê vê bidin.
Ji bona gavavêtineke weha, li gor zanîn, şopandin û xwendina bername, destûr û pratîkê PAK bi awayekî ciddî li ser vê dixebite. Lê bi wê tenê jî mesele hal nabe. Li gor wê çerçeweya PAKê danîye, eniyek pir rehet dikare bê damezrandin. LÊ….
Ne şert e di destpêkêde hemî partî hebin, di gava ewil de sê partiyên herî nêzîk werin ba hev, destûr û bernameyeke neteweyî ji bona eniyê binivîsînin, komîta rêvebir û serokekî destnîşan bikin, mesele diqede. Bawer bin ev ne ewqasî zor e. Heger hin dev ji berjewendiyên sexsî, mezinî û serokatiyê berdin.
Hûn, em hemî niha weke li ser behra qeşa girtibe ne, lê bi helandina wê qeşê em, hûn û gel em hemî bi hevre binav dibin. Hay ji xwe û ji rewşê hebin, bi paçan serê xwe mezin nekin…
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.