Muxalefet weke ji navê xwe jî diyar e ku ew li dijbûn, dijber an jî li hember îktîdarê ango li hember desthilatan rawestandin û ji bona baştirîn kar, xwedî pêşniyar e. Weke tê zanîn ku ev bêje ne bi kurdî ye jî. Ji ber ku di zimanê me de bi cih bûye, em Kurd jî wê weke bûye bêjeyeke me, bi kar tînin. Ji xwe di tevaya zimanan de tiştên weha qewimîne û bûne.
Loma gelekî girîng e ku divê di jiyanê de her tiştek muxalîfê xwe hebe ku rastî û zelalî bê dîtin. Ji ber vê ye ku dema partiyek, rêxistinek, sazî, dem û dezgeheke li hemberî xwe muxalefetê nebîne, ew ê gelek şaşiyan bike. Wan şaşiyana dikare bibe têkbirina karên baş jî. Loma kar û berpirsiyariya muxalefetan jî weke ya desthilatan e.
Muxalefet ne ew ku mirov mezelê hevalên xwe bikole. Wan bi temamî wenda bike û li ser hebûnên wan rûnê û wan bike yên xwe. Muxalefet ew ku kar û projeyên baş bikin da ku bikaribe, şaşî û çewtiyên desthilat ango yên li dij xwe derxe. Her weha divê ew bi her awayî baştir kar bike, zanyariya xwe bide diyarkirin ku kesên din ji wan bawer bike. Ew muxaleta, ji bona gelê xwe, ji bona saziyên xwe nebe xwedî helwesteke baş, ew ê nikaribe bibe muxalîf jî.
Lewra di partiyekê de dikare kesên muxalîf ango dijber hebin. Ji xwe divê kesên bîr û rayên wan ne wek hev jî hebin ku kar baştir bibe. Lê divê ev li gor destûr û bernameya Partiyê bê kirin. Ji bona mirov bibe muxalîf divê me re zerarê neda partî, sazî û kesayetên xwe. Lê ji bona pêşvebirina wan kar û xebat lazim e. Bi projeyên nû, bi karên delal mirov dikare qada xebata xwe bide îspatkirin. Ya din jî divê kesên muxalîf şaşî û kêmaniyên dijberî xwe bi awayekî maqul derxe û wan bi zimanekî brane rexne bike. Wê demê him wê muxalefet karê xwe bike û wê him jî desthilatdar li kêmanî û şaşiyên xwe hay bibin.
Muxalefet bi altarnatîfên cûde derdikevin pêşberî gelê xwe da ku bikaribe deng û rayên wan bigire. Bi saya wan projeyên xwe hezkirina gelê xwe bigirin da ku ji bona wan kar û xizmetê bike. Ji ber ku muxalefet ne ew ku bi xerabî li hemberî dijberên xwe rabe. Ne ji bona pûçkirin û ji holê rakirin wan kar bike ye. Muxalefet divê ji bona baştirîn kar, tim xwedê proje û pêşniyarên qenc bin.
Loma jî divê em ji bîr nekin ku di partiyekê de yek nerîn hebe, ew partî wê bi ser nekev e. Di welatekî de bi tenê partiyeke hebe ew welat jî wê temenê wî ne zêde be. Di dîrokê de vana hatine dîtin û ceribandin. Loma jî divê em hebûna muxalîfan weke pêşveçûnekê bibînin. Her weha di partiyekê de jî dikare muxalet hebe, dikare grûp jî peyde bibin. Vana normal in. Lê divê karê van ne xerabî be. Ji bona pêşvebirina partiyê û karên hêja bibin xwedî nerîn da ku ew kesana bêne ser hukim ango bibin xwedî desthilat. Bi nerîn û dîtinên nû, him partiya xwe bi pêşve bibe û him jî ji bona gelê xwe di jiyanê de gavên berbi çav yên ji bona çêkirinê bavêjin. Di rewşên weha da muxalefet dikar bibe muxalefet.
Ji ber ku muxalefet jî xwedî, norm, nerîn û terbiyeke siyasî ne. Loma jî ew muxalefetê dike ku were îktîdarê. Ji bona wê ji divê ew bi xwe projeyên baş pêşkêşî gelê xwe bike da ku gel wan bîne ser hukim. Eger ew nikarbin di vî warî de bi serkevin, ev tê wê maneyê ku hîn jî kar û barê îktidarê ango yên destihlat hîn jî ji yên wan baştir e.
Divê neyê ji bîr kirin ku bê muxalefet îktîdar nayê meşandin, eger bê meşandin jî taliya wê hilweşandin e. Lê ya herî girîng jî ew e ku divê di partiyekê de, destûr, bernameyên wê jî hebin. Ya girîng ew e ku muxalefet li gor wan normên heyî, karê xwe bike. Dema muxalefet hebe û ew bêje ez qet tiştekî nasnakim, ji bona min tu pîvan tune ye. Ev gotin ji muxalîfbûnê derdikeve. Ev dibe tiştekî din ku wê serê mirovan, welatan têxe bela yê. Lewra jî divê muxalefet tu caran nebe têkbirina hebûn û hêjayiyên dem û dezgehên xwe, partî û welatê xwe. Divê muxalefet li ser wan hêjayiyan kar bike da ku wan pêştetir bibe. Divê Muxalefet nebe ew ku ji bona hêrsên xwe yên şexsî, destûr û bernameya partiyê nasnekin. Divê îmkanên di destê xwe de jî li gor wê hêrsê bi awayekî xerab bi kar neynin.
Pêwîst e ku muxalefet li gor şert û şirûtên heyî, li gor destûr û bernamya partî û saziyên xwe xebatê bike. Da ku bikaribin li gor pîvanên destnişankirî nerînên xwe bide, qebûlkirinê. Muxalefeteke weha, wê hêdî hêdî di kar û barê xwe de wê bi ser bikeve. Heta ku mirov, ji yên li dij xwe baştir kar neke, mirovê nikaribe kêmaniyên îktîdar ango deshilatan vekirî bêje û bîne zimên û rexne bike. Ya herî girîng jî ev e. Loma berî her tiştekî kar û xebata li gor destûr û bernameyan pêwîst e. Çalakî li gor projeyan têne kirin ku mirov bikaribe ji muxalîfên xwe bêtir û baştir kar bike.
Dema mirov di partiyekê de be û kesên dixwazin muxalefetê bikin, bêjin ez organan nasnakim. Gelo kesên weha wê bikaribin çiqasî bi ser kevin. Dema tu organeke bi awayekî demokratî hatibe hilbijartin nasneke, tu nikare muxalefetê jî bike. Muxalefetî ne ew ku îmkanên di dest de bi tenê ji bona berjewendiya xwe û hevalbendên xwe bi kar anîn e…
Têbinî: Min ev 11 sal berê nivîsîbû. Sedema ji nû de belavkirina vê ew e ku ka gelo bi rastî jî partiyên me ên li bakaurê Kurdistanê vî erkê xwe tînin cih, anîne cih ya na????
Gelo heta niha kîjan partiyên me projeyên xwe ê kar bi xelkê xwe re parvekikrine. Gelo çi projeyên partiyên me yên ji bona azadiya gelî wî hene û çi ne? Hêvîdarim ku ji niha û pêde partiyên me bikaribin projeyên xwe yên ji bona azadiya kurdistanê pêşkêş bikn da ku cûdahiya wan ji hev bê fêm kirin. ´´´´´
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.