Armanc û peymana Lozan ew bû ku welatê kurdan Kurdistanê li çar dagirkeran perve bikin û kirin bi serde jî ji dagirkerên me re gotin: ”Heta 100 salan divê hûn Kurdan di nava xwe de bihelînin, ziman, adet û toreyên wan nehêlin da ku weke kurd nemînin”. Heta dema Îsmet Înonu ji civînê derdikeve, weha dibêje: ”Me sed sal garantî kir, di vî sed salî de em ê wan ango kurdan tune bikin”. Lê nikarîbû bikin.( 24-07-1923)
Li bakurê Kurdistanê, qirkirin, jenosîd, wêrankirin û koçberî anîn serê kurdan, lê bi serneketin. Kurd her man, tekoşîna azadî û serxwebûna Kurdistanê bi temamî têk ne çû û nehat rawestandin. Wê neyê rawestandin heta Kurd dewleta xwe a serbixwe ranegîhînin…
Di şer û tekoşîna her çar perçeyan de berxwedan her berdewam bû. Gelek şoreş û serîhildanên kurdan ne tenê bi destên dagirkeran, bi alîkarî û piştgiriyia hin dewletên mezin, têk birin. Malwêranî, qirkirin, jenosîd bi serê kurdan de anîn lê nikarîbûn Kurdan biqedînin, ne qedandin û neqediyan…
Ne qedandin, ji ber ku kurd miletekî herî kevn û asilzade, wêrek û ji bona azadiya xwe tekoşer bûn. Vê helwesta wan ew anîn roja îro.
Îro em li başûrê kurdistanê azad in, weke dewlet dijîn lê hê jî wan dewletên mezin ku Kurdistan perçe kiribûn û her perçeyek dabûn dagirkerên me yên Tirk, Ereb û Farisan, hê serxwebûna kurdistanê qebûl nekirine lê wê qebûl bikin.
Ji ber ku miletek di sed salan de berxwe bide, wenda nebe, ziman û adetên xwe bi temamî ji bîr nekiribe, hûn bizanibin ew milet wê rojekê azadî û serxwebûna xwe jî bigire.Em îro vê dijîn.
Loma divê em êdî bibînin ku ew azadî û serxwebûn, li ber deriyê me kurdan rawesiya ye ku divê em bi hemî hêz û qawata xwe wî deriyê li ber me sekiniye, vekin.
Îro dinya jî û dewletên em perçekiribûn jî dîtin ku di sed salan de kurd wenda nebûn ziman û adetên wan hêjî heye. Loma êdî ew jî dê mecbûr bimînin da ku çawa kurd perçe kiribûn piştî sed salan wê azadî û serxwebûna kurdan jî qebûl bikin.
Ev ne di destê wan de ye. Ev qanûneke xwe zayî ye. Ew nayê guherîn. Loma divê em kurd vê firseta ku îro li başûrê kurdistanê ketiye destê me kurdan ji dest nedin.
Ji bona em vê ji dest nedin, berî her tiştî divê em li hev bin. Ew kes û partiyên yekîtiya kurdan, dewlet û serxwebûna kurdan naxwazin bi zelal diyar bûne. Divê kurd li hember wan bi wêrekî rawestin û bibin xwedî helwestên neteweyî.
Bi helwesteke neteweyî, bi wêrekî em dê Kurdistana serbixwe ragihînin. Ragihandina wê Kurdistanê jî ne dûr e. Hatiye li ber me sekiniye dê em lingên xwe lê nedin û divê em hemî bi qawata destên xwe wî deriyê vekin.
Vekirina wî deriyê dê di berjewendiya hemî kurdên çi li ser erda xwe û çi jî li derve welata xwe dijîn, de be.
Kurdno, ji bîr nekin ev şansa me ya talî û dawî ye. Pêwîste vê carê em vê firsetê ji dest bernedin. Di sed saliya peymana Lozana kurd û welatê wan perçe kirinbûn, dor hatiye dê wê bikin dewlet.
Ji ber ku berjewendiya hemî dewletên mezin û kurdan bûne yek. Îro li vê cîhanê her tişt li gor berjewendiyan tevdigere. Divê em kurd jî li gor berjewendiya gelê xwe tevbigerin.
Bi alîkarî û piştgiriya başûrê kurdistanê em ê li ser erda xwe bibin xwedê dewleta xwe û li ser erda xwe serxwebûna xwe ragihînin. Ew serxwebûn dê ronahiya xwe, qawat û hêza xwe bide perçên din jî.
Ji bîr nekin azadî û serxebûna perçayekî wê bibe destpêk azadî û serxwebûna perçên din jî.
Sed sal diqede û kurd ji nû de wê bighêje maf û azadiya xwe. Sed sal diqede û wê kurd bibin dewlet. Sed sal diqede wê ala kurdistanê di nava alên cîhanê de kil bibe.
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.