Ji roja PAK derketibû qada siyaseta bakurê Kurdistanê û heta demeke berê jî, heta ku ji min hat, bi alîkariya wê ve rabûn. Min bawer dikir û dixxwest ku PAK bibe altarnatîfeke xeta neteweyî ya bakurê Kurdistanê. Ji ber ku pêwîstiya bakurê kurdistanê ji partî an tevgereke weha hebû.
Ez naxwazim bêjim ku min ji bona wê di destpêkê de çi kirî yek bi yek vebêjim. Lê îdîa dikim hin ji wan endamên vê partiyê ku min rexne dikin, ribekî min jî hêz û qawet nedane PAKê. Ez hê jî ji PAKê hez dikim û weke partiyeke Kurdistanî dibînim.
Min gelek caran gotiye û dîsa dibêjim: Ez di sala 1975an de bûme endamê PDKT ew roj û ev roj e ku li ser rêbaza Barzaniyê mezin di warî siyasî de weke endam û rêvebirekî çi ji min hatiye min kirî ye û dikim.
Lê ez dibînim ku kultura pkk xistiye nava partiyên Kurdistanê hatiye pejirandin. Bi zanetî an bi nezanî ew sazûmana ku mirov hinan ji xwe dûr bixe û yên ne hevalên min e, bê qîmet û rûmet in, weke dezgehekê rûniştiye.
Min demeke zûde ye ku bi daxuyaniyekê raya kurdan agahdar kiribû ku ez êdî ne weke endamekî tu partiyan kar bikin. Lê ez ê bi qasî hêz, qawet û zanîna xwe ji hemî partiyên Kurdistanê re bibin alîkar. Ev nayê wê wateyê ku ez ê şaşiyan rexne nekim û başiyan nepesidînim. Min her ev kirî ye ez ê her vê jî bikim. Lê ez têgihiştim ku divê mirov bibe endamê partiyekê ya na hin ji endanên hin partiyan bi zanetî dixwazin kesên bê partî xerab an nebaş rê bidin. Loma min ew biryara xwe bi şûnda girt û dibe ku ne demeke zêde dûr bibin endamê partiyeke Kurdistanî.
Dema ku min dev ji endametiya partiyê berda û min xwest weke reşenbîrekî gelê xwe, ji bona zimanê şêrîn bi pêşve here, dest avêt karê nivîsandina bi kurdî. Di destpêka nivîsandinê de (1986) jî min sond xwar ku ez ê qet bi tirkî nenivîsînim û heta ji min bê ez ê bi kurdan re tirkî qise nekim.
Bi rastî gelek tişt hene ku divê mirov ji raya giştî re veke, lê ez ê vê nekim, Bila hin tişt ji bona berjewendiya miletê min, bi min re jî bikevin gorê. Lê hin tiştan dibêjim, dinivîsînim, rexne dikim û dibin pesindarên karê ji bona azadiya gelê min û zimanê min î şêrîn jî.
Bûbê Eser
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.