Ev mijareke girîng û hesas e. Loma jî kes zû bi zû newêre ku neştera xwe di vê de rake. Ji ber ku kî weha bike ewên bi xwe bibin hedefa neşterên ku ew wan neşter dike. Lê ez ê weke gelek caran û bi vekirina gelek mijaran vê jî vekim û rastiya wê li gor xwe bêjim. Li gor min êdî wext û dem hatiye ku rewşenbîrên me, nivîskarên me, bê ku tiştan veşêrin rastiya xwe û ya civakê bêjin da ku li gor wê jî tevger bibin. Heta ku rastî neyê gotin hûn bawer bikin wê tim halê me weha be, ango em ê nebin yek. Em ê nikaribin bibin hêzek ku bikaribe pêvajoyê biguhere.
Weke tê zanîn ku dema em ew kesên ji nivşên salên 60-70 û heta 80ê tên, me li gor wê demê û li gor zanîn û kanînên xwe karên baş û hêja kirin. Di nava karên me de kêmanî, şaşî û gelek çewtî jî hebin. Lê li gor vê jî bi rastî me karên hêja bi fedekariyên mezin, bi bedelên giran kirin. Ji ber vê yekê bû ku em bûn kelemên ber çavên dijmin û kilên çavên nas, dost û hevalbendên xwe. Gelek mirovan bawerî bi me dianîn û anîn ku em ê rojekê ji rojan welatê xwe azad bikin û demokrasiya ji bona karker û gundiyan bînin da ku ew êdî rehet bijîn.
Di nav vê keftûleftê de dijmin bi me û xebatên me, bi me û zanistiya me, bi me û dilsoziya me hesiyan. Loma jî wan berî me karê xwe kirin û bi darbeyeke leşkerî hukumet û parlementoya xwe belav kirin, hin ji wan bin çav kirin hin jî şandin sûrgûneke derewîn. Piştî wan; berê xwe bi şoreşger û welatparêzên kurdan vekir da ku wan ji hev bela wela bikin. Kesên berbi çav, serok û rêberên rêxistinan bigirin wan bixin zîndanê û bi vê yekê tevgera bakurê kurdistanî weke gelek tevger û serîhildanên me yên berê, bitemirînin, têk bibin. Armanc û daxwaza dijmin ev bû, loma jî çi ji destê wan hat texsîr nekirin. Li gor xwe ew bi ser ketin. Rêxistinên mezin belav kirin. Partiyên ku ew jê ditirsiyan bi rêya ji hev belavkirin û perçekirinê nehiştin. Bi destên xwe rêxistin ava kirin da ku tevgera welatê me têk bibin. Ew jî kirin, lê nikarîbûn û wê nikaribin tevgera gelê me tu caran têk bibin.
Ji ber wê xezeba 12 îlona 1980ê bû ku gelek rêvebir, serok û kadirên rêxistinên me mecbûr man ku welatê xwe terk bikin. Terk kirin jî. Bêtirîn li rohilata navên bi cih bûn. Lê di destpêkê de hemûyan hazirî dikirin ku xwe perwerde û amadeyî şer bikin da ku bikaribin li welatê xwe vegerin. Bi vê yekê bi sernektin. Loma wan reva xwe di ewropa de dîtin. Ji ber ku wan êdî nema dikarîbûn li rojhilata navîn star û debara xwe bikirana.
Bi hatin û bi cihbûna li ewropa ya destpêkê de hemû rêveber û serokên partiyan li gel endamên xwe zîrek bûn, xebatkar bûn, hin kar kirin. Loma kesên welêt jî êdî tenê hêviyên wan mabûn da ku wê rojekê van kadirana vegerin û welatê xwe azad bikin. Lê ev jî nebû.
Em demek dûr û dirêj li ewropa man. Di vê dema dirêj de em ji penabertiyê derketin û bûne hemwelatiyên welatê ku em lê diman. Me malbatên xwe jî anîn ba xwe, yên azib hema hema hemû jî zewicin bûne xwedî jin û zarok. Bi vê yekê êdî xebata me ya ku me yê welatê xwe azad bikira ji jiyana me derket an sist bû. Êdî em man ku em ê çawa zarokên xwe xwedî bikin wan bê êş û elem bidin xwendin. Lê divê mirov, wan kes, partî û rêxistinên berxwe jî didan û hîn jî didin, ji bîr neke. Kêmhêz bûn, lê hebûn, ji quwet ketibûn lê xwe li ser lingên xwe hişt in. Şerê çekdarî nekirin lê di warê propaganda, dîplomasî û komeleyatiyê de karên hêja li ewropa meşandin. Zimanê şêrîn, kurdiya delal bi pêşve birin. Wer hasil çîrok dirêj e lê naxwazim serê we bi vê yekê biêşînim.
Piştî 20 û 30 salan hin braderên me li welêt vegeriyan. Kêfa me gelekan ji vê re hat ku êdî wê tevgera welatê me ji nû de germ bibe. Me hêvî dikir ku ew kesên li welêt vedigerin an wê vegerin dê ewên bikaribin kesên xwe bi rêxistinî bikin da ku ew şerê ku nîvco hiştibûn temam bikin. Şaşî û kêmaniyên dibûn û bûne bînin zimên. Lê me ji bîr kiribî ku di nava 20 û 30 salan de kes û kesayetiyên me gelekî hatibûn guherîn. Wan fêm nedikirin ku ew ne yên vê demê ne. Ji ber ku wan rehetî û demokrasî li ewropa dîtibûn. Dixwestin ku weke wê demokrasiyê karên rêxistinî li welatê xwe yê ku wan bi salan terikandibûn, bikin. Lê mixabin fêm nedikirin ku mejiyê wan jî reng guherî bû û nedixwest ku vê fêm bikin. Piştî ku gelek braderên me yên li ewropa emeklî (teqawît) bûn li welatê xwe veberiyan. Ev veger baş bû lê eger tenê bi vê sekinîbana...
Wan braderên me ketin nav tevgerê. Mala wan ava. Gelekan xwestin rêxistinên nû ava bikin. Bi ser neketin. Hinan xwestin rêxistinên xwe yên berê zîndî bikin ew jî bi sernektin. Hinan xwestin yekîtiyan pêk bînin lê ew jî bi sernexistin. Yanî wan destên xwe ji bona tevgereke nû avêtin çi di destê wan de ma. Heta mirov dikare bêje ku gelek rêxistinên hebûn ango xwe li ser niga hiştibûn jî dixwestin belav bikin. Lê di vê de jî bi serneketin. Lê qet nefikirîn ku sedem çi ye? Fêm nekirin ku şert û merc ne weke dema wan bû. Her weha nikarîbûn xwe li gor demê jî amade bikirana. Serokên berê xwestin di her tevgereke nû de ew dîsa bibe serok. Loma nikarîbûn bi serkevin. Ez dixwazim mînekekê bidim da ku rewşê bêtir zelal bikim. Wê nivîs hinekî dirêj bibe, li min bibuhurin.
Di sala 2008an ez li Diyarbekrirê mêvan bûm. Û tam di wê demê de brêz Şerefetîn Elçî ji bona damezrandina KADEPê civîneke fireh li Diyarbekirê pêk anî. Her weha ez jî ji bona wê civînê hatibûm vexwandin. Da ku minê jî axaftinek bikira. Qaşo ez nivîskar jî bûm. Loma min ji braziyê xwe re got ku roja civînê hemû pirtûkên min bîne wir masayekê veke û li wir pirtûkên min ji xwe re bifroşe. Kêfa braziyê min jî gelekî hatibû ku wî yê wê rojê gelek pere qezenc bikira. Ji ber ku ez zêdeyî 20 salan li swêd jiyabûm û di her cejn, bîranîn û şahiyande li cihê ku çalakî lê dibûn, herkesan ji bona firotina pirtûkan û tiştên din masa vedikirin. Min jî wê rojê xwestibû ku braziyê min ji xwe re pirtûkên min bifroşê û pere qezenc bike. Niyeta min paqij û armanca min jî pereqezenkirina biraziyê min bû. Lê ji dêlva pereqezenckirinê tu nemabû ku min braziyê xwe şandiba girtîgehê. Ez wê demê weke li swêd bûm fikirîbûm û braziyê min jî ji bona ku wê pere qezenc bikira tiştek ji min ne pirsî bû. Braziyê min nêzîkî 700 pirtûkên min li salona civînê li ser masê danî ku wan ji xwe re bifroşe. Dema polîs bi vê rewşa braziyê min hesiyan, xwestin wî bigirin. Rebeno bi zorê xwe xelas kir. Niha kesên me yên li welêt vedigerin û dixwazin karên siyasî û rêxistinî bikin, hûn bawer bikin rewşa wan jî weha ye.
Min jî bona çi ev mînak da hûn dizanin ne. Niha kesên me ango kadir û rêveberin me yên di dema me de niha dixwazin rêxistinan ava bikin, tevgerên nû pêk bînin. Pêkanîna wan bi seriyên xwe yên berê û li gor demokrasiya welatên ewropa difikirin loma bi ser nakevin. Dilsoz in. Lê dilsoziya wan têr nake. Divê bizanibin ku êdî bi şikil û awayê ku ew dixwazin xebat li welêt nabe û nameşe. Heger ew karê rêxistiniyê ji xortên welêt re bihêlin. Pêşiya wan vekin ango rê bide wan. Ya jî bi awayekî dilsozî bi durustî alîkariya partiyên eşkere yên hene bikin. Wê demê wê yekîtiya rêxistinên me jî pêk bê û çalak jî bibin. Wê xurt bibin û wê bikaribin bi problem û aloziyên welatê xwe ve mijûl bibin. Lê vê nakin her ew û ew in. Ez û Ez im. Heta ku em ji van xilas nebin karê me jî dê zehmet be.
Li gor min hate ku kesên me yên ji ewropa diharin û daxwaza serok û rêvebiriyê bikin wê tevgera welatê me jî dê weha lawaz bimîne. De fermo dev ji vê yekê berdin, piştigiriya partî û rêxistinên hene bikin. Ji ciwanan re bibin pîbar. Wan bidin pêş. Alîkariya aborî bikin. Wê demê binêrin bê wê li welatê me xebat çawa bi rêve here. Yekîtî wê çawa pêk bên. Ma gelo sedem tenê ev e ango ji ber kesên li welêt vedigerin yekîtî pêk nayê. NA. Lê ev jî sedemek asasî ye û roleke sereke dilîze. Gelek sedemên din jî henin...
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.