Adeteke kurdan ya mirov pê xwe dinase ku mirov kurd e, heye. Ew jî ev e ku di şîn û şahiyan de, dostên te, hevalên te, nas û mirovên te, wê rojê te bi tenê nahêlin.
Piştî çap û belavkirina romana min Barzan Digirî li Tirkiyê, bakur û başûrê kurdistanê, ez li bendê bûm û çiqasî dixwest ku heval, nas û dostên min yên li bajarên Swêd, Kalmar, Borlenge, Uppsala, Karlskrona, Norköpin, Göteborg, Eskilstuna ûhwd. Telefonî min bikirana û bigotina: ”Waye Barzan Digirî” çap bû û belav dibe. Ka were bajarê me, em ê ji bona te civînekê amade bikin da ku tu li ser xebata romana xwe ya Barzan Digirî hin agahariyan bide me.
Bê wê çiqasî kêfa min bihata, bê ez ê çiqas bextewar bibama ku dost û hevalên min ji ber xebateke weha kêfa min tînin. Her weha min çiqasî dixwest ku bi rêya telefonê jî hin kêfxweşiya min parve bikin. Mixabin ew jî nebû.
Dibe ku mirov carna bernakeve; binêrin weke mînak, li hin bajarên swêdê gelek heval û dostên min hene, heger bixwazin dikarin di nava xwe de her yek ji wan 100 kronê sêwêdî (heqê du pakêt cixareye) bidin wê mesrefê rê derdikev e. Ji xwe razan û xwarin belaş e. Hema hema hemî xwedî restorant in. Lê bi wî 100 kronî tu hevalekî xwe, dostekî xwe ji ber xebateke wî, kêfxweş û şad dike. Çima vê dibêjim;
Ji ber ku ev xebata min, ev romana ku cara yekem min dest pê kir. Meseleya enfalê ye ku ew jî di dîroka gelê me de û bi taybetî li başûrê kurdistanê nokteyeke herî reş e ku heta niha ev baş nehatiye zanîn. Min bi xebata salekê di nava wande û piştî wê jî bê westan min her nivîsî da ku wê kerasetê û tesîra li malbatên enfalkirî bi we bidim zanîn. Vê xebata min ji sala 2007an de destpê kiribû û hê jî berdewam e. Barzan digirî jî weke dîroka Barzaniyê nemir û enfalê ji sala1946an heta 1992an e.
Şanoya enfalê li gor îmkanên min û weşanxana Sara li swêdê di sala 2008an hate weşandin. Lê vê qet bala tu kesan nekişand. Çima nizanim? Wê wan çavpêketinên min li gel malbatên enfalê kirine di newroza 2018an ji teref Weşanxaneya Sîtavê bêne weşanin û dûre jî wê şanoyê jî ji nû de çap bikin.
Ji bakurê Kurdistanê, ji başûrê Kurdistanê û hin ji ewropa ku ez qet wan nasnakim, li ser mesengere telefonî min kirin û ez ji ber vê xebatê pîroz kirime. Gelekan ji wan telefon dane min da ku ez herim başûrê kurdistanê û ew jî xizmeta min bikin. Helbet vana hemî kêfxweşî û serbilindî ne.Min pir dixwest û texmîn dikir ku wê hevalên min, dostên min yên li swêdê jî vê bikin, lê nebû..
Heger em alîkariya hev nekin, ma wê kî bike? Di rewşên weha de mirov li dostên xwe, hevalên nêzîkî xwe û bi taybetî yên ku mirov bi salan bi hevre kar kirî ye û di wextê xwe de nanê xwe bi hevre parve kirî ye, digere. Lê min pir dixwest û texmîn dikir ku wê hevalên min, dostên min yên li swêdê jî vê bikin, lê nebû. Di be ku kêmanî ji min de be. Tenê brêz Mistefa Fislî telefonê min kir û bi şertê ku pirtûk bên swêdê wê 10 heban bikire, ez pîroz kirim.
Li gor min divê êdî em kurd li welatên ewropa vê bikin ya jî herkes li welatê lêne vê bikim. Em êdî vê bikin weke adetê da ku kêf û xizmeta hunermend, ozan, siyasetmedar û nivîskarên xwe bînin û bidin diyarkirin. Ma gelo ez şaş im???.
Bi rastî jî xemgînim ku hema kesekî bi deng, bi rêya telefonê ev kêfxweşiya min bi minre parve nekirin. Bila canê wan tevan sax bî. Ez zanim ku ne ji ber tiştekî ye. Dibe ku xemsarî kiribin, dibe ku tenê ecibandin ya jî pesindan li ser face têrî wan kiribe. Dîsa jî spas ji bona we tevan. Lê divê em di şîn û şahiyan û di rojên taybet de hevdu bi tenê nehêlin…
Nivîsandina bi keda heft salan ne tiştekî hêsan û sivik e. Piştî heft salan niha gelekî kêfxweşim, bi kelecanim, her çavên min li telefonê û guhê min li zengila wê bû, lê mixabin. Di van salên talî de, ez gelekî westiyam. Ji ber ku min hema bêjin rojên 6-8 saetên xwe dida, xwendin, nivîsandin û kontrolkirina romana Barzan Digirî. Bê ku ji derekê ji hevalekî nivîskar alîkariyê bigirim, min xwest bikaribim bê kêmanî wê diyarî we bikim. Û min ew karê xwe bi xebateke zor û zehmet qedand. Min ew qedand lê hema ez jî qediyam…
Helbet, her kes ji bona xwe kar dike. Dûre ew kar dibe yê gel. Di virde minet, tune ye. Lê gazina min ji hevalên herî nêzîkî min e. Ma dema daweta zarokên mirov çê dibe , mirov ne li benda nas û dostên xwe ne. Ma dema kesî/a mirov dimre, me re ne li benda nas û dostan e. Dema pirtûkek me re jî derdikev e, eynî weha ye.
Ji başûrê Kurdistanê brêz Şêx Feryad Barzanî bi rêya telefonê ez agahdar kirim ku ewên bi aweyekî fermî min vexwînin Kurdistanê, helbet ev jî serketin û kêfxweşiyeke mezin e. Spas ji bona Şêx Feryad ji xwe ev roman li ser pêşniyara wî hate nivîsîn.
Bi hêviya kesên ev roman xwendin bikaribin rexne, dîtin pesindanên xwe bi nivîskê diyar bikin. Her şad, bextewar û serketî bin. Hûn hemî hêja û delal in. Ez bi we heme.
Sala nû bila bibe sala serxwebûna Kurdistanê û li we tevan pîroz be.
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.