Ya rastî hûn bixwazin, herkes hema hema vê yekê dizanin ku kurd çima ewqasî li hember hev hesûd û dexs in. Lê dîsa jî ez ê hinekî vê meselê vekim. Dibe ev nivîs bibe sedem êdî kurd li hember hev hinekî baş tevbigerin.
Miletek dema dagir dibe, li ser serê wî miletî, dagirker dibin zalim û herroj zilmê lê dikin da ku ew milet ji bin dagirkeriya wan azad nebe.
Ji bona dagirkeran ya baş ew e ku welatê dagir dikin, dixwazin ew welat, li gel hemî însanên xwe bibin xulamê serdestê xwe. Ji bona xulamtiyê di serê wan de bi cih bike tiştên nedîtî tîne serê wan. Ruhiyeta wan ya neteweyî hêdî hêdî ji wan digire, zimanê wan tune dike ûhwd...
Miletek bi ruhiyeta xwe ya neteweyî heye an tune dibe. Lê bi zimanê xwe hebûna xwe misoger dike. Loma jî neteweyîbûn, ew e ku milet û gel li ser niga dihêle da ku weke xwe ango bi navê xwe bi nasnameya xwe û bi hebûna xwe bijîn.
Milet bi zimanê xwe, bi hêjayîyên neteweyî hene. Loma serdest ango dagirker vê baş dizanin. Ji ber vêye ku dema miletekî dagir dikin. Berê ziman û dûre hemû hêjayiyên wî gelî jê digirin, da ku ew milet ji hebûn û rastiya xwe dûr bikeve.
Çi dema miletek ji hebûna xwe ji hêyayîyên xwe, ji zimanê xwe û neteweyîbûna xwe dûr bikeve ew milet namîne. Ne tenê namîne her weha dibe xulam û xulamokê serdestê xwe.
Qarekter û sexsiyeta xulaman jî ew e ku bi her awayî axayê xwe biparêze ji bona hebûn û jiyana wan her dem dikare jiyana xwe bike qurban.
Yanî bi rehetî tê dîtin û zanîn ku axa bi saya xulamên xwe hene. Her weha dewleta dagirker jî bi saya însanên welatê wan dagirkirine dewlemend dibe. Çi dema dewletek tê dagirkirin, dagirker tenê bi wê nasekinin. Çi dikin?
Berê zimanê însanên dagirkirî jê distîne ango lê qedexe dike ku ew ziman bê ji bîr kirin. Dagirker baş dizanin, ziman hebûn e. Çi dema zimanê gelekî, miletekî nema ew gel bi xwe jî namîne. Dûre çi dikin?
Wî tiştê ew milet pê dijî jî jê digire. Dema welatê wî dagir dikin, mejiyê însanên wî jî dagir dike. Piştî dagirkirina mejî, hebûna wî û hemî hêjayîyî wan jî dagir dike. Lê dûre jî însanên welatê dagirkirî gav bi gav dike xulam û xulamokên xwe.
Weke min li jor jî got; Qareketerê xulaman jî parastina axayê xwe ye.Ha em vegerin ser mesele kurdan.
Dagirkerên me li gor dilên xwe hemî hebûnên me ji me girtine û hê jî dixwazin bigirin. Mirov dikare bêje; Li bakurê kurdistanê hema hema bi serketine.
Ji ber ziman nehiştine ya jî nemaye, orf û adetên kurdan bi saya hin kurdan têk birine. Dema ziman û adetên miletekî nema, ew milet jî namîne.
Weke kurd, ji bona ew tiştên min li jor nivîsîne ji ser xwe rakin. Berî her tiştî divê em li hember hev bi hurmet tevbigerin. Rexneyên xwe li hev bikin, ji hev nexeyidin û divê rexne jî weke rexna bin.
Dexsî û hesûdî pîvana qelsiyê ye. Loma divê êdî em weke kurd dev ji van berdin em çiqasî alîkarê hev bin em ê ewqasî bi hevre xurt û bi hêz bibin.
Heta em ji hev hez nekin, heta em li hember hev ne bi hurmet bin. Heta em nebin piştgirê partiyên ji xwe yên dibêjin; "Ez Kurd û Kurdistanî me" nekin. Heta em serokên xwe yên welatparêz neparêzin û piştgirya wan nekin û heta em li hember hemû cûre şaşiyan bê dengê bin, dê azadî jî ji bona me hinekî zehmet be. Bratî û hevahengiya me jî wê zor be...
Pêwîst e em berê ji hev, dûre ji partî û rêberên xwe hez bikin. Lê li hember şaşî û kêmaniyên wan bê deng nemînin. Divê em rexneyên xwe bikin lê wê jî li gor qaîde û qûralan bikin.
Li gor min serketin di vir de ye û divê êdî em vê bikin. Ji xwe dijminê me têra me dikin û gelekî zêdene jî. Heger em jî dijminayetiya hev bikin. Wê gavê ew dostên jî me hez dikin, kêfa wan ji kurdan tên jî, ewên jî dev ji piştgiriya me berdin.
Madem rewş weha ye. Divê em herkes ji nûde li ser vê bifikirin. Rê û rêbazên nû li ser hîmên ji hev hezkirin û bi hevre karkirina neteweyî peyde bikin. Gotineke heye: "Divê heta zarok negirî, dayik şîr nadê" heta em jî ji hev hez nekin, nebin yek û bi hevre kar nekin wê piştgirên me jî hema hema tune bin.
De kurdno referandûma başûrê kurdistanê hindik ma. Ew ji bona temama kurdan dibe di şefreşê de pêxistina findekê (mûm) ye. De werin em her yek jî findik pêxin û dînin ber wê finda azadiyê da ku şefreşa me hemî kurdan ronî bibe...
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.