Ez û kurê xwed Dawidê nozde salî, ji bona çend semîneran li Elmanya yê bidim, em roja 23.06.2022an ji swêdê bi rêketin. Dawidê min bi min re hat da ku hevalên min yên berê bibîne. Wan guhdarî bike, bibe şahîdê kar û xeatên me yên dema ku me xebat dikir.
Ji ber ciwan hebûna welêt in. Loma divê em jî ciwanên xwe fêrî siyastê bikin da ku ew jî xwedî li welatê xwe derkevin. Heger me zanînên xwe. Tecrube û xebatên xwe bi wan re parvenekir û bi wan neda zanîn, ew ciwanana dê li ser koka xwe mezin nebin. Ji ber vê bû ku Dawidê min jî bi min re bû ku ew xwe fêrî wê yekê bike ku tekoşîna azadiya ji bona welêt çawa tê dayînê bizanibe û bibe xwedî hin tecrube…
Qonaxa me ya yekem li Danîmarke li mala hêja Yilmaz Yildiz bû. Camêr û xanima xwe mazûbaniyeke baş kirin. Bi vê mazûbaniyê me bi hevre sohbeteke xweş kir û em li ser rewşa ciwanan û bakurê kurdistanê rawestiyan.
Qonaxa me ya dudan li Hollanda li mala hêja Mîrza bû. Camêr û xanima xwe ya Hollandî di mazûbaniya xwe de tu kêmanî nehiştin. Xanima wî ya bi eslê xwe Hollandî û zarokên hêja Mîrza bi kurdiyeke weha xweş dipeyivîn ku mirov digot qey ew di salên 1970 li Nisibînê bûn û zarokên wan li wir hatibûn dinyê. Bila Mîrza û malbata xwe her bijîn û temen dirêj bin.
Qonaxa me ya sisiyan mala rêzdar Seyda Atasoy bû ku em her du jî ji salên 1970ê endamên Partî Demokrata Kurdistana Bakur bûn ku me gelek karên rêxistinî li ser asasê azadiya gelê xwe meşandibûn. Lê rêzdar çend salekî ji min mezintir e.
Rêzdar Seyda û xanima xwe mazûbaniyeke baş ji bona me kirin, mala wî û xanima wî ya hêja ava bî ku şeveke bi hatina çend hevalên min yên berê sohbeta me geştir û xweştir bû. Spasî hemî kesên ji bona dîtina min hatibûn mala Seyda.
Piştre em derbasî Elmanya yê bûn û li mala hêja Hesen Mîrzayê ku em hevalbendên hev yên salên heftê bûn. Camêr û xanima xwe di mazûbaniya xwe de tu kêmanî nehişt û me bi hevre qal û behsa xebatên xwe yên berê û karê siyasî yên niha kir. Bila ew û xanima xwe her hebin.
Qonaxa me ya çaran li Elmanya û em li mala xuşka hêja Kurdistana Elî û zilamê wê bavê Barzan bûne mêvan ku me digot belkî em li mala xwe ne. Me li wir, qet û qet xwe weke kesekî mêvan nedît. Tevger rabûn û rûniştina Dawidê min li malê çi bû, li wir jî weha bû. Ji ber ku maleke bi orf û adetên kurdî dijiyan, zarok û nebiyên wan li gel zimanê Elmanî kurdiyeke xweş diaxifîn. Dema zimanê malê kurdî be, hemî hêjayiyên wê male jî dibe bi kurdî…
Min Semînera xwe ya ewil li Elmanya û li Bajarê Munsterê di roja 26.6.2022an serpereştiya Komeleya Rewşenbîrî ya Kurdî da. Di vê semînerê de min gelek camêr û canik nasîn. Mala tevan ava bî ku xwe westandin û beşariya vê semînerê kirin. Hemî hêja bûn. Her weha Komelê ez bi ala kurdî û bi sembola komelê xelat kirim.
Mijara semînerê Enfal bû. Dema min dest bi axaftina xwe kir û xalên mijarê yek bi yek vegot. Got û şirove kir ku Enfalê çi anîbû serê gelê me û bi taybetî jinên Barzaniyan û piştî vê kerasetê wan jinan çawa berxwe dabûn û zarokên xwe di bin çi şert û mercan de mezin kiribûn anî zimên. Piraniya beşdaran ji ber wê kerasetê giriyan. Piştî semînerê kurê min Dawid got: ”Bavo te li malê jî gelek caran behsa bûyera enfalê ji me re kiri bû, lê min di vê semînera te ev mijar baştir fêm kir û ez jî li gel beşdaran giriyam ”. Divê neyê ji bîr kirin ku dema zarokên me ji ber bûyer û kiryarên hatine serê gelê xwe giriyan hûn bizanibin êdî ew tam kurd e.
Piştî vê semînerê, wê semînereke de din jî hatiba kirin lê ji ber problema cih û teknîkê ew nebû. Loma em li mala xwe ango li mala xuşka Kurdistan Elî vegeriyan da ku em li wir semînera xwe ya dudan di roja 6.7.2022an de bidin.
Ji ber semînera dudan pêk nehat û ya sisiyan jî hê wextê wê gelek bû, min, xuşka Kurdistan Elî û Dawidê xwe me seredana Navanda Revenda Kurdistanê kir û çend nas û dostên din jî dît. Navenda Revenda kurdistanê pêşewaziyeke baş kirin. Ez bi pirtûka serok Barzanî ya bi navê Bo Dîrokê xelat kirim. Spas ji bona vê xelata wan ya bi rûmet.
Berî roja semînerê rojekê em dîsa li mala xwe ango li mala xuşka xwe yanî meta Dawid Kurdistan Elî vegeriyan û me semînera xwe ya dudan bi serpereştiya Tora Rêbaza Barzaniyê nemir li bajara Aachen Elmanya di roja 2.7.2022an de pêk anî û me xelata xwe jî li ser navê Tora Rêbaza Barzanî girt.
Cihê kêfxweşiyê bû ku beşdarên vê semînerê bêtir jin bûn. Di vê semînerê de jî ji ber keraseta enfala Saddam anîbû serê gelê me ku ez jî bi xwe salekê di nava wan de jiyabûm ku vê kerasetê weke şahidekî zînda bidim raya cihanê û kurdan.
Encam:
Zîyaret, seredan û semînerên me bi serketî derbas bûn. Kurê min Dawidê 19 salî spasî min kir ku min ew bi xwe re biribû. Lê camêr yanî Dawid ji ber ciwanên ku me dîtin û bi kurdî nizanîbûn gelekî aciz bû bû û hin ciwanên kurd jî bi tirkan re zewicîbûn bû agir û got: ” Bavo wan kesên doza Kurdistaneke azad û serbixwe dikin, çawa dihêle ku zarokên wan bi tirkan re bizewicin û di mala xwe de bi tirkî qise dikin? Ma ne ew û hûn hemî ji ber zilma tirkan reviyane ewropa û hûn li van welatana çawa zarokên xwe bi tirkî mezin dikin? Bûk û zavên we ango wan dibe tirk? Weleh ev ne cihê baweriyê yê bavo. Kesên bi rastî welatparêz bin dê li mala xwe bi tirkî qise nekin û bi tirkan nazewicin” got û kelogirî bû û axaftina xwe domand. Çi partî, tevger û hêzên bixwazin welatê xwe azad bikin divê berê xwe ji ziman û adetên dagirkerên xwe azad bikin. Yên vê nekin ez bawer nakim ku ew welatparêzên ji dil in.
Bi rastî jî gelek tiştên me dîtin cihê xemginiyê ne. Mirov li ewropa bijî, zimanê malê tirkî, bûk û zavayên male jî jî tirk bin. Li vê cîhanê tu mînakên weha tune ne.
Lê min û Dawidê xwe gelekê kes û malbatên ji rojava û başûrê kurdistanê jî dîtin ku ew di malên xwe de weke kurd dijîn. Ziman û adetên wan kurdî bû.
Di mala xuşka Kurdistan Elî jî de ziman kurdî, adet û tore bi kurdî zarok û nebiyên wan jî hemiyan bi kurdî qise dikirin. Vê kêfa Dawidê min pir anî bû.
Min çi dît û çi difikirim
Di nava malbatên piraniya kurdan de adet û zimanê kurdî nemaye. Lê kesên sal mezin ango bav û pîrikên wan jî doza kurd û kurdistanê dikin. Ev du tiştên qet li hev nake. Heger te zarokên xwe bi ruhiyeta kurdî û zimanê kurdî mezin nekir, tu bi destê xwe her tiştên xwe têk dibe. Loma divê kesên weha êdî dev ji siyasetê berdin, nebin rêvebir, ji ber ku ew bi xwe, xwe dikin rêbir…
Piraniya rêvebirên bakurê Kurdistanê, zarokên xwe ji tevgera kurdî, ziman û adetên kurdî dûr dixin, gelo wê bikribin çiqasî li ser zarokên xelkê bandor bin. Zarok ango ciwan di tevgeran de tune bin, hûn bizanibin ew tevger dê rojekê têk here.
Heger ciwanên welatekî bi zimanê xwe mezin nebin, adet û hêjayiyên xwe nizanibin, hûn bizanibin ew welat têk çû ye.
Heger dê û bav bi zewaca keç û kurên xwe yên bi tirkan re kêfxweş bin, hûn bizanibin êdî azadî ji wî welatê dûr e.
Heger li welatê kolonî rêber, berpirs, zana û jîrên wî, zarokên xwe ji tevgera azadîxwaz ya welêt dûr bigirin, baweriya xwe bi wan neynên. Ji ber ku we dixapînin.
Ciwanên miletekî dîrok û zimanê xwe nizanibin, hûn bizanibin ew milet têk çû ye. Di tevgerên welatekî kolonî de ciwan tune bin, hûn bizanibin, sal mezin ji bona sebra xwe bînin û rojên xwe yên talî bi kêfxweşî derbas bikin, partî û saziyan dadimezrînin. Di serokatî û rêvebiriyê de ew cih digirin. Loma saziyan dikin wergehên ji bona westa xwe.
Pir tişt hene ku divê mirov bêje û binivîsîne lê… Dawidê min jî bi qasî min ji vê rewşê aciz bû. Ew bû şahidê hin tiştan ku divê nebûya.
Careke din spasî Komeleya Rewşenbîrî ya Kurdî li bajarê Munsterê dikim. Spasiyeke taybet ji bona Tora Dilsozên Rêbaza Barzanî ku ji bona min du semîner amade kiribûn. Bi hêviya ku piştî havînê em bêtir semîneran li ser kerasetên hatine serê gelê xwe bidin.
Her şad û bextewar bin, li ziman û adetên xwe vegerên. Zarokên xwe di destên tirkan de bernedin. Bila bûk û zavayên we nebin tirk. Heger bûn tirk jî dev jî rêvebirî û serokatiya tevgerên kurd û Kurdistanê berdin û doza tevgerên siyasî nekin.
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.