Ez li ser rewşa me kurdan ya ku em çima azad nabin, gelekî fikirîm. Li ser dîrokê rawestiyam û min dît ku me kurdan her dijminatiya hevdu kirine û hê jî dikin. Ji hev hez nekirine û nakin. Zanîn û têgihiştinên xwe li hev par nekirine û nakin.
Ya herî xerab kurd dîroka xwe fêr nebûne û nabin, ne xwendine ya jî guhdarî nekirine ku bav û bapîrên wan çawa jiyanin û niha em çawa dijîn.
Dîroka xwe fêr nebûne û nabin. Loma ji mezinên xwe, ji zana û bîrewirên xwe sûd wernegirtine û wernagirin. Berhemên wan ne xwendine û naxwînin. ji ber vê jî çanda xwe baş fêr nebûne da ku gelê xwe jî fêrî wê bikin. Çi kirine?
Dîroka serdestê xwe ya li ser asasê derewan hatiye nivîsandin fêr bûne.
Ji dêlva zimanê xwe ê dagirkerên xwe bi kar anî û tîne. Bi saya wî zimanî mejî jî hatiye guherandin. Loma jî roj bi roj weke kurd ji xwe dûr ketine û dikevin.
Çi dema miletek dîroka xwe fêr nebin, di der heqê hêjayiyên xwe de ne xwedî zanîn be, zimanê xwe ji bîr kiribin an bi kar neynin, têkçûna wî miletê jî gelek rehet e.
Piştî bêdengiyeke dûr û dirêj, dema kurd bi gulleya ewil ya şoreşa îlona 1961 ya Barzaniyê nemir bi xwe hesiyan, hebûna xwe dît. Li gor wê hebûnê ji nûde li her perçeyekî tevgerên kurdan destpêkir, ev destpêkê li bakurê kurdistanê hinekî bi şaşî bû. Çawa?
Dema li tirkiyê tevgerên şoreşgerî û sosyaylîst destpêkir, xortên kurdan yên li metroplên tirkan dixwendin ew jî tevlî wan bûn.Wan tevgerana kirin ku kurd bi xwe bi hebûnên xwe nehesin. Tenê kir ku kurd bi sosyalîstî tevbigerin. Wê jî kir ku kurd ji tevgerên xwe yên berê, ji dîroka xwe û ji zimanê xwe dûr ketin tenê tevgerên sosyalîst nasin. Bi wê îdeolojiyê tevgeriyan.
Lê û hezar carî lê ku tevgera sosyalîstî kir ku kurdan Serokên xwe yên serîhildanên ji bona azadiya kurdistanê tekoşîn dabûn ne dinasîn. Kekên me û me hay ji zane û bîrewirin xwe tunebûn. Celadetê Bedirxanê gavekê ji me dûr bû (Wê demê li sûrî dijiya) lê me ew nedît û nedinasî. Xebatên wî dikir ji alî piraniya me û kekên me de nedihat zanîn û nedihiştin em bibînin.
Ha em çi fêr dibûn û me kî dinasîn? Sosyalîzma ku wê dinya hemû azad bikira û perçe bikira qurbana tevî. Hoşîmîn, Castro û yên weke wan bi hezar hezar kîlometreyan ji me dûr nasîn û dinasin.
Yanî sosyalîzma ku em an kekên me ji sosyalîstên tirkan fêr bûbûn, tunebûna me û nenasîna mezinên me bû. Û ez bawerim ew ji teref sosyalîstên tirkan bi zanetî hatibû kirin ku kurd ji hebûnên xwe ji hêjayîyên xwe dûr bikevin. Her weha em heta demekê baş ji xwe dûr ketin.
Heta ku em bi xwe hesiyan heta ku me xwe û mezinên xwe nasîn, me gelek tiştên xwe jî wenda kir. Lê hê jî di gelek waran de em tam nehatine ser xwe.
Dikare bê pirsîn; madem kurdan tiştên li jor hatiye nivîsîn pêk ne anîn, lê dîsa neqediyanin?
Rast e, sedema vê ya herî asasî ew e ku kurd her li ser erda xwe mane. Bi nifûsa xwe gelek e. Şer pevçûn, serîhildan li ser erda kurdistanê qet ranewestiya yî. Loma jî her serîhildanek kurd bi xwe hesandin ku ew kurd in.
Heger me kurdan ji xwe re Dîwana Melayê Cizirî weke di Şevreşê de pê xistina findekê (mûm) dîtibana. Mem û Zîna Ehmed Xanî weke rehberekê girtibana. Damezrandina Kurdistanê li Mahabadê weke xelasiya xwe nerîbana.Heger di destpêkê de me hemî serîhildan û serokên hemî şoreşên xwe yên ji bona azadiya kurdistanê ji xwe re kiribana rehber. Me Tekoşîn û berxwedana Barzanî yê nemir ji xwe re weke rêbazekê qebûlkiribana û dîtibana, dibû ku îro Kurdistana mezin heba
Hê jî wext derbas nebûye, heger partî û rêxistinên me vê dîrokê ji xwe re weke rehber bigirin, kêmanî û şaşiyên hatine kirin fêr bibin da ku dubare nebin. Dîsa wê serketin ya wan ya me hemî kurdan be.
Ji ber vê ye dibêjim; Partiyên me yên bakurê kurdistanê di şert û mercên îro de yek ji wan jî nikarin Kurdistanê azad bikin. Lê ji bona azadiya bakurê kurdisanê nikarin an naxwazin yekitiyakê ya jî eniyeke neteweyî damezrînin. Ma ev ne sûç û gunehkariye?
Helbet ev sûc û gunehkariye. Lê ji bona ev ji ser wan rabe divê zûtirîn wextê erkê xwe ê neteweyî pêk bînin. Eniya xwe ya neteweyî damezrînin…
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.